Girtiyê nexweş Gemîcîoglû êdî bîra xwe winda dike

  • rojane
  • 13:50 12 Mijdar 2024
  • |
img

WAN - Raporên girtiyê nexweşiya penceşêrê Abdurrahman Gemîcîoglû yên ji bo sewqkirina ATK’ê hêj nehatine amadekirin. Elîf Gemîcîoglû got ku êdî bavê wê bîra xwe winda dike. 

Abdurrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ku ji Colemêrgê ye, piştî Dadgeha Bilind cezayê wî erê kirî, tevî nexweşiya xwe ya giran jî di 3’yê cotmehê de hate girtin û şandin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê. Nexweşiyên Gemîcîoglû yên weke penceşêra rûviya stûr, prostat û dil hene. Gemîcîoglû ji roja hatiye girtin heta niha her roj sewqî nexweşxaneyê tê kirin. Di 25’ê cotmehê de rewşa wî aloz bû û rakirin beşa lênihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Ev 18 roj in tedawiya Gemîcîoglû didome. 
 
DÊ RAPORAN JI ATK’Ê RE BIŞÎNIN
 
Di çarçoveya raporên bijîşkan de biryar hate dayin ku Gemîcîoglû sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê were kirin. Lê belê biryar hate dayin ku ji ber nexweşiyên giran dê Gemîcîoglû neyê şandin lê tenê dê raporên wî bên şandin. Hat diyarkirin ku ji ber ku hêj tetkîkên gelek nexweşiyên Gemîcîoglû nehatine girtin, dê rapora Gemîcîoglû ji ATK’ê re dereng were şandin. 
 
RAPORÊ ATK’Ê AMADE NÎNIN 
 
Elîf Gemîcîoglû têkildarî rewşa bavê xwe axivî û got ku rewşa wî krîtîk e. Gemîcîoglû, da zanîn ku ew li benda nimûneyên rapora ATK’ê ne. Gemîcîoglû, wiha domand: “Tedawiya wî didome lê rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Jixwe nexweşê nav nivîna ye û nikare rabe ser pêyan. Nikare sexbêra xwe bike. Beriya binçavkirin me ji bo tetkîkên kolonoskopiyê randevû standibû. Ji ber ku hate girtin me nebir û êdî randevû nehat girtin. Tedawiya wî nîvco ma lewma penceşêr pêş ket. Bijîşkê onkolojiyê dîsa biyopsî xwest. Piştî ev encam derketin jî dê ji ATK’ê re bên şandin. Niha dê ji bo kolonoskopiyê nimûneyek were girtin û piştre dê rapor ji ATK’ê re bê şandin.” 
 
DÊ TEDAWIYA KEMOTERAPIYÊ BIBE
 
Gemîcîoglû, wiha domand: “Di girtîgehê de enfeksiyonê girt lewma gelek nexweşî lê peyda bûn. Enfeksiyona laşê wî ji sedî sed zêde bû. Sexbêra wî baş nehat kirin lewma gelek nexweşiyên wî zêrhan. Ji 25’ê cotmehê ve li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin. Piştî xwe hinek komî ser hev kir dê kemoterapî dest pê bike. Destên wî kelemçekirî ne û leşker ser serê wî hene. Di rewşekî wiha de me dê başiya tedawiyê çawa be? Bijîşk û her kes dibêje nikare di girtîgehê de bimîne lê dîsa jî nayê berdan.” 
 
NAHÊLIN ENDAMÊN MALBATÊ PÊ RE HEVDÎTINÊ BIKIN 
 
Gemîcîoglû da zanîn ku ji malbatê dihêlin tenê kesek pê re hevdîtinê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Li girtîgehê jî mafê hevdîtinê heye lê li vir nahêlin em yek carê bibînin. Ev hefteyeke bavê min bîra xwe winda dike. Carnan ji bîr dike ku girtî ye û li ku ye. Êdî kes nayên bîra wî.” 
 

Sernavên din

29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin