AMED - Berdevkê Çapemeniyê yê KON-MED'ê yê Almanyayê Mazlûm Karagoz banga mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê kir û got: "Ev mîtîng wê dilsoziya me ya ji bo vîna gelê kurd û azadiya birêz Ocalan nîşanî hemû cîhanê bide."
Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" de wê 16'ê Mijdarê li bajarê Kolnê yê Almanyayê mîtîngek bê lidarxistin. Xebatên ji bo mîtînga ku wê li dijî tecrîda li Îmraliyê bê lidarxistin, bênavber dewam dikin. Berdevkê Çapemeniyê yê Konfederasyona Civakên Kurd (KON-MED) ê Almanyayê Mazlûm Karagoz tecrîda li Îmraliyê didome û girîngiya mîtînga ku tê lidarxistin nirxand.
'ELEQE Û MERAQEKE ZÊDE HEYE'
Karagoz anî ziman ku hevdîtina piştî 43 mehan a bi Abdullah Ocalan re nayê wateya şikandina tecrîdê û got: "Tevî ku me diyar kir ku divê birêz Ocalan wekî muxatabê pêvajoyên aştî û çareseriyê bê qebûlkirin jî, tecrîd hê jî didome. Mafê herî bingehîn ê hevdîtina bi malbatê û parêzeran re jî nayê naskirin."
Karagoz bi bîr xist ku gelê kurd û dostên wan bi salan e li gelek deverên Ewropa û cîhanê li dijî tecrîdê têdikoşin û got ku di çarçoveya kampanyayê de salek e li qadan in. Karagoz anî ziman ku bi pêngava hatiye destpêkirin paradîgmaya Abdullah Ocalan gihaştiye raya giştî û got: "Birêz Ocalan ji aliyê raya giştî ve bi taybetî li Ewropayê her ku diçe wekî kesayetekî mîna 'Mandela' tê nirxandin. Yanî eleqeyeke mezin û meraqeke mezin çêbûye ji bo irêz Ocalan. Têkoşîna ji bo aştî û azadiyê berdêl dixwaze û birêz Ocalan vê bedelê dide. Ev rastî, di raya giştî ya cîhanê de hîn zelaltir derketiye holê."
BANGA JI BO MITÎNGA 16'Ê MIJDARÊ
Karagoz diyar kir ku armanca wan ew e ku di 16'ê Mijdarê de ji Kolnê peyameke xurt bidin û di vê çarçoveyê de xebatên mîtîngê didomînin. Karagoz got: "Azadiya Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo tevahiya cîhanê pirsgirêka edalet û aştiyê ye. Gelê kurd, saziyên dost û beşdarên navneteweyî wê beşdarî mîtînga mezin a ku wê li Almanyayê di 16'ê Mijdarê de bê lidarxistin bibin. Em bawer in ku divê gelên Ewropayê û raya giştî ya cîhanê dengê me ji bo azadiya birêz Ocalan xurtir bibihîzin. Ev mîtîng wê dilsoziya me ya ji bo vîna gelê kurd û azadiya birêz Ocalan nîşanî hemû cîhanê bide.Di vê çarçoveyê de em bang li hemû gelan dikin ku di 16'ê Mijdarê de li Kolnê bin."
MA / Delal Akyuz