DEM Partî: Zimanê kurdî xeta jêneveger e û divê bibe zimanê perwerdeyê

AMED - Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bertek nîşanî êrişên ser zimanê kurdî da û diyar kir ku zimanê kurdî xeta jêneveger a gelê kurd e. Komîsyonê, li dijî êrişan banga mezinkirina têkoşîna ziman û çanda kurdî kir û xwest ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê. 

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî zext û êrişên li ser ziman û çanda kurdî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê kurmancî Hevberdevkê Komîsyonê Heval Dilbihar û ya bi zaravayê kirmanckî jî Hevberdevka Komîsyonê Cemîle Turhalli Balsak xwend.  
 
‘HIŞMENDIYA YEKPEREST HEWL DIDE KURDÎ TUNE BIKE’
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Êriş û zext û zordariyên li ser zimanê kurdî ji destpêka komarê û heta niha bi awayekî bênavber didomin. Di sedsala çûyî de desthilatdarên yekperest ev welat kirin goristana çand û zimanan û hemû zimanên li vî welatî kuştin. Êrişa herî mezin jî li ser zimanê kurdî hat kirin. Ji ber êriş û zordariyan gelê kurd bi hezaran qaset û pirtûkên kurdî di bin axê de veşartin. Ji ber axaftina bi zimanê kurdî gelek kurd hatin qetilkirin, derbkirin, girtin. Di zindanan de ji ber kurdî girtî hatin îşkencekirin. Bi sedsalekê zext û zordarî bi awayekî dijwar li ser kurdî hatin meşandin. Di sedsala 21’emîn de hê jî li Tirkiyeyê zimanê kurdî wek zimanekî qedexe, nenas, nediyar û tune tê hesibandin. Di hemû desthilatdariyên Tirkiyeyê de feraseta tunehesibandin, redkirin, pişaftin û hewldanên jiholêrakirinê hatin domandin, zêdekirin û kûrkirin. Hişmendiya yekperest a ku bi neyartiya kurdî didomîne niha jî bi awa û rêbazên cuda hewl dide ku kurdî ji holê rake.
 
POLÎTÎKAYÊN ÇANDKUJÎ Û ZIMANKUJIYÊ BI DESTÊ AKP-MHP’Ê TÊN DOMANDIN 
 
Polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê yên ku sed sal berê niha hatibûn sîstematîzekirin û meşandin heta niha xisareke mezin di warê zimanî û çandî de derxistin holê. Ji serê sedsala 21’emîn heta niha ev polîtîkayên zimankujiyê, bi destê hikûmetan, mufetîşên giştî, memûrên rêveberiya awarte hatin meşandin. Bi raporên veşartî, bi cezayên pareyan, bi qedexe û zextan, bi reftarên qirkirina spî û pişaftinê spî, bi çalakiyên pisporane yên mihendisiya siyasî, xwestin ku van polîtîkayan bigihînin encamekê. Ev polîtîkayên ku sed sal berê niha hatibûn sîstematîzekirin, îro jî ji aliyê qeyûmên hikûmeta AKP-MHPê yên ve tên domandin. Bi destê qeyûman ew polîtîka adapteyî şert û mercên îro kirine û dixwazin bi rêya pergala qeyûman encam bi dest bixin. Lewma dîsa qeyûm tayînî şaredariyên me yên Mêrdînê, Êlihê û Xelfetiyê jî kirin û vîna gel desteser kirin. Bi tayînkirina qeyûman berî her tiştî destdirêjî xizmeta pirziman kirin. Di malperên şaredariyan de xizmeta bi kurdî rakirin; li gel desteserkirinan li gelek cihan konserên bi kurdî hatin betalkirin û êrişên li ser zimanê Kurdî zêdetir bûn.
 
ZIMANÊ KURDÎ XETA KURDAN A BINGEHÎN E 
 
Li dijî van polîtîkayên tunekirinê, gelê kurd, di dawîya çaryeka sedsala 20’emîn de bi daxwaza azadiya çand, ziman û nasnameya xwe dest bi têkoşîna parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî kir. Bi vê têkoşînê re zimanê kurdî roj bi roj bi pêş ket û berbelav bû. Îro bi milyonan kurd ji bo parastin, pêşvebirin û azadiya zimanê kurdî têdikoşin û li ber xwe didin. Em bi hêsanî negihîştin vê qonaxê. Me gelek berdêl dan. Bila tu kes nebêje qey em ê doza zimanê xwe berdin, em ê zimanê xwe di tariyê de bihêlin. Qeyûm û hêzên ku îro hewl didin vîna gelê kurd desteser bikin û ji holê rakin bila baş bizanin ku zimanê kurdî hebûn, nirx û xeta kurdan a bingehîn û jêneger e; me çawa heta niha ji bo doza zimanê kurdî têkoşîn kiribe em ê îro jî bi heman xebat û xîretê têkoşîna xwe bidomînin û mezintir bikin. 
 
Em wek DEM Partî li ser bingeha polîtîkayên pirzimanî û pirçandiyê dê her dem û li her derê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî û hemû nirxên kurdewar bi awayekî herî şênber, domdar, mayînde û encamgir bilindtir û berfirehtir bikin.
 
BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNA ZIMANÊ KURDÎ
 
Bi vê boneyê em careke din dibêjin ku divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî, bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo vê jî em bang û gazî li hemû kurdan, partî, sazî, palatformên azadîxwaz û demokratîk û hemû derdorên mirovahîparêz dikin ku di serî de li Kurdistanê li hemû cihên ku kurd lê dijîn li dijî her cureyê qeyûm, tunehesibandin û hewldanên jiholêrakirina zimanê kurdî têkoşîna hişmendî, rêxistinkirin û perwerdehiya zimanê kurdî li her derê bilindtir û berfirehtir bikin. Bijî zimanê kurdî, her bijî têkoşîna ji bo zimanê kurdî.” 
 
 
 
 

Sernavên din

18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel