WAN - Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Wanê ji ber tundiya polîsan a li navçeya Tûşbayê li 2 zarokan kiribû, giliyê polîsan kir.
Di 5’ê mijdarê de li navçeya Tûşbayê ya Wanê polîsan îşkence li zarokên bi navên H.K. (15) û Y.K. (16) kiribûn. Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Wanê têkildarî îşkence û muameleya xerab a li zarokan hatiye kirin daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya Edliyeya Wanê hate dayin û Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras û gelek parêzer jî tev li bûn.
Koordînatorê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Wanê Yûsûf Polat di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Dema zarok ji kargehê diçûn mala xwe, hêzên ewlekariyê ib wesayîtên zirxî pêşî lê girtin, îşkence û muameleya xerab lê kirin û binçav kirin. Li gel ku tev li çalakiyên protestoyî nebûbûn jî, nedikariyan ji hêzên ewlekariyê birevin, ji ber temen û fîzîka xwe ya biçûk nedikariyan li ber hêzên ewlekariyê jî rabin jî bi îşkence û miameleyeke xerab hatin binçavkirin. Piştî komîsyona me me hay ji rewşê bû, kete nava hewldanan û bi van zarokan re hevdîtin kir.”
‘ÎŞKENCE LI ZAROKAN HATIYE KIRIN’
Polat, bi domdarî diyar kir ku zarokên binçavkirî gotine ku di dema binçavkirinê de îşkence û muameleya xerab li wan hatiye kirin û wiha pê de çû: “Her wiha hêzên ewlekariyê yên îşkence û muameleya xerab li zarokan kirin, agahiyên têkildarî wesayîta bizirx a bi kar di anîn û şopên derb û birînan ên li ser laşê zarokan jî ji hêla komîsyona ve hatine qeydkirin. Rapora derbkirinê ya di dosyaya dozgeriyê de û îfadeyên zarokan hev digirin. Her wiha di îfadeyên parêzerên tev li îfadeya zarokan bûn jî gotin ku îşkence û muameleya xerab li zarokan hatiye kirin û girteka van îfadeyan jî hatiye girtin.”
Polat, got ku zarokên li bakurê Kurdistanê ji mafên xwe yên aborî, civakî û çandî bêpar hatine hiştin û rastî îşkence û muameleya xerab a hêzên ewlekariyê tên. Polat, diyar kir ku sedema ewqas bêperwabûna hêzên ewlekariyê, polîtîkaya necezakirinê ye.
SERLÊDANA SÛC
Polat, da zanîn ku weke Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Wanê, ji bo cezakirina hêzên ewlekariyê yên îşkence û muameleya xerab li zarokan kirin, dê serlêdana sûc bikin. Polat, got ku dê heta dawiyê pêvajoyê bişopînin.
Piştî daxuyaniyê, derheqê polîsên îşkence li zarokan kirin de serlêdana sûc hate kirin.