Jin li Mexmûrê bi neteweya demokratîk re wekheviya zayendî ya civakî ava dikin

  • jin
  • 09:01 17 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Mamoste û hevberdevka Dibistana Şehîd Koçerî ya Amadehî ya Mexmûrê Hêlîn Kara diyar kir ku li Mexmûrê jin bi fikir û rêbazên neteweya demokratîk di nava civakê de roleke cidî dilîzin û got: "Heke pîvanên Neteweya Demokratîk pêk werin wê zilamek nikaribe di civakê de tundiyê bike." 

Jin li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di sala 1998’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat avakirin, li dijî êrişên Tirkiyeyê û ambargoya PDK’ê li ber xwe didin û li aliyê din jî li dijî hişmendiya serdest a mêr têdikoşin. Jinên ku rizgariyê di paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a “Demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê” de dibînin, li wargehê, di her qadên jiyanê de tekoşîneke bêhampa didin. 
 
Kampa Mexmûr a ku di sala 2007’an de bi paradîgmaya modernîteya demokratîk dest bi rêvebirinê kir, jin di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digirin û pêşengiya civakê dikin. Jinên ku ji komunên taxan heta meclisên gel, ji rêveberiya şaredariyan, heta parastina kampê di her qadê de cih digirin, bi akademiya ku ava kirine jî perwerdehiya hişmendiya zayendî ya civakî perwerdehiyê dibînin. Jinên ku di bin sîwana Meclisa Îştar a di sala 2003’yan de hat avakirin de kom bûn xwe bi rêxistin dikin. Jin xwe li ser mijarên wekî xweparastin, polîtîkayên şerê taybet, dîroka jinê û têkoşîna azadiyê hem lêkolînan dikin û hem jî perwerdeyê didin.
 
Bi munesebata 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, mamoste û hevberdevka Dibistana Şehîd Koçerî ya Amadehî ya Mexmûrê Hêlîn Kara ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'JINÊN DIXWAZIN BIBIN XWEDÎ GOTIN RASTÎ TUNDIYÊ TÊN'
 
Karayê diyar kir ku jinên ku di nava civakê de rola pêşkeşiyê dikin her tim dibin hedefa hişmendiya serdest û wiha axivî: "Tundiya li dijî jinan em nikarin wekî qederekê bibînin û bi tu awayî ew nayê qebûlkirin. Bandora tundiyê di jiyana hemû jinan de heye. Jinên ku dixwazin di civakê de bibin xwedî gotin bi vê re rû bi rû dimînin. Li vir jî fikara ku em dibêjin em ê civakê bi rê ve bibin û li gor rastiya wê ya exlaqî û çandî bidin jiyandin ku bingeha xwe ji paradîgmaya Rêber Apo digire, li ser vê em têkoşîna xwe dimeşînin. Bi vî awayî di civakê her saziya ku rol dilîzê û xwedî bandor e. Jin jî di vê astê de bi xweseriya xwe tev li dibe. Li ser vê esasê rola xwe dilîzê. Taybet weke meclisa jinan ku jin di bin baneya wê de têkoşîna xwe dimeşînin. Ji bo wê jî di netewa demokratîk de jinek çiqas xwe berpirsyar dibînê û tev libûna wê ya jiyanê wê çiqas be di vê alî de diyar dike." 
 
'HEKE PÎVANÊN NETEWA DEMOKRATÎK PÊK WERIN NIKARIN TUNDIYÊ BIKIN'
 
Kara, bal kişand ser girîngî û bandora neteweya demokratîk a li ser civakeke wekhev û wiha got: "Li wargehê di bin vê paradîgmayê de hemû xebatên ku jin dimeşînin û hemû karê ku jin dikin li ser esasê paradîgmayê dijî. Jinek wê çawa azad bibe û civakek wê çawa azad bibe wan pîvanan bi dest digrin. Ji bo wê jî jiyaneke li gorî çand û ehlaqê civakê û rastiya wê û rastiya jinan wê çawa derkevê holê, bi vê armancê xebat tên meşandin. Em jî bi vê armancê tev li kar û xebatan dibin. Weke jin jî di hemû beşên civakê de cih girtin li ser vê esasê ye. Ji ber wê jî zilamek nikarê di vê civakê de bi hesanî tundiyê li jinê bike û heqerat bike. Heke ji aliyê jinê ve rêxistineke xurt hebe û zanebûneke xurt hebe zilamek nikarê tundiyê bikar bîne. Heke tiştek wisa çêbibe cezayê wê jî li gor pîvanên rêziknameyê tê dayin. Em bi wê baweriyê de ne ku şewaza ku em rêvedibin û têkoşîna li hemberî tundiyê çiqas xurt be di nava civakê de jî tundî her ku biçe wê lawaz bibe. Heke pîvanên Netewa Demokratîk pêk werin zilamek nikarê di civakê de tundiyê pêk bînê û jinek rastî heqeretê nayê." 
 
'PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE HEVBEŞ HEYE'
 
Hêlîn Karayê anî ziman ku hêza jinan a guhertina civakê û avakirina neteweya demokratik heye û got ku ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîneke hevbeş heye û wiha domand: "Jinek çiqas di civakê de xwedî helwesta ku xwe bi karê tev li civakê bike dikarê di civakê de jî guherînan pêk bîne. Di jiyanê de hem aliyê erenî û hem jî neyînÎ de bandor li jinê dike jiyana ku hatiyê ava kirin e. Ji ber wê jî heke mirov çavkaniya jiyanê bibînê û li gor wê jî pîvanên heyî biparêzê û li ser wê jiyanê pêş bixe zilamek ji aliyê fikrî de jî diguherê. Wê bigehejê wê zanebûnê ku li dijî jineke tundî bikaranîn lewaziyê û dervayî xwezayiya mirovan e û binpêkirina ehlaqê mirovahiyeyê. Ji ber wê jî heke civakek xwe bigihejîne vê zanebûnê nû zilam jî pêş bixînê edî tundî ji holê radibe. Bêguman tundî ne tenê ji aliyê fizîkî di heman deme de ji aliyê rihî de jî têkoşîn bê meşandin. Ji aliyê derûnî ve jî tundî divê bê tune kirin. Ji ber wê jî divê têkoşîneke hevbeş û berfireh bê meşandin. Heke civakek bigehêjê vê rastiyê bêguman jiyana netewa demokratik ku em ji xwe re dikin armanc wê pêk were."
 
'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA JIN NETEWA DEMOKRATÎK E' 
 
Karayê bal kişand li ser pergala kapîtalîzmê û netewa demokratîk û bi lêv kir ku kapîtalîzm jinê weke amûr û netewa demokratîk jî wekî pêşeng dibine û wiha domand: "Di pergala Netewa Demokratîk de jinek dikarê bi vîn û zanebûna xwe beşdarî hemû qadên jiyanê bibe û pêşengiyê bike. Lê di pergala desthilatdariya kapîtalîzmê de jin weke amûr derdikevê pêş. Bi awayekî bê îradê bikaranîna wê heye. Rihê wê, derûniya wê nasnakin di nava jiyanê de jî weke çavkanî nedîtin heye. Di jiyana demokratik de jinek bi xweseriya xwe bi taybetmendiya xwe ya jintiyê dikarê rol bilîzê û bibe xwedî erk û berpirsyarî. Lê di kapîtalîzme de em nikarin vê yekê bibinin. 
 
Di kapîtalîzme de jineke dikarê weke kesek rol bilîzê lê bi nasnameya jin nikarê rol bilîzê. Di jiyana demokratik de jinek bi rastiya xwe ya dîrokî tev li jiyantopê dibe. Li gor heqîqet û taybetmendiya xwe tev li jiyanê bibe. Di pergala kapîtalîzme de jî jinek li gor pêvajoya heyî çi jê tê xwestin li gor wê tev li jiyanê dibe. Ji ber wê jî mirov nikarê bêjê di pergala kapîtalîzme de jinek xwedî îradeyê. Ji ber ku pergala kapîtalîzme li ser esasê serdest û bindest hatiyê avakirin. Ji ber vê yekê di pergala kapîtalîzme de mirov nikarê qala azadiyê bike. Jixwe pergal li ser pîvanên serdest û bindest ango hertim yek heza wê heye yek heza wê tune ye û li ser vê esasê ava bû ye. Weke Netewa Demokratîk li dijî vê yekê çareseriya hemû pirsgirêkên ku jin, civak, xweza û zindî dijîn e. 
 
Di Netewa Demokratîk de mirov dikarê van pîvanan bibînê û li ser van pîvanan jiyanê ava bike. Di pergala kapîtalîzme de em nikarin qala wekhevî, azadî û çandeke hevbeş bikin. Ji ber wê jî çareseriya vê yekê pergala Netewa Demokratîk e. Li hemberî pergala kapîtalîzme têkoşîna vê bilind kirin wê pirsgirêkên tên jiyîn bi xwe re çareser bike. Pergala kapîtlîzmê nikarê pirsgirêkên heyî çareser bike. Em jî çareseriya van pirsgirêkan di Netewa Demokratîk de dibînin. Pêwîstê hemû jin, bi xwedî helwest û bi awayekî herî baş tev li jiyanê bibe." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

08/07/2025
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe