Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e

  • rojane
  • 10:52 18 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Welatiyên beşdarî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Êlihê bûn diyar kirin ku tayînkirina qeyûman nîşan dide ku AKP di çareseriya pirsgirêka kurd de ji dil nîne û wiha gotin: “Muxatabê aştiyê, Abdullah Ocalan e.”

Platforma Saziyên Demokratîk duh bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar xist. Ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê gelek kes tev li bûn û bi dirûşm û peyamên xwe gotin ku muxatab Îmrali ye. 
 
‘MUXATABÊ AŞTIYÊ OCALAN E’
 
Welatiya bi navê Meryem Aktaş diyar kir ku ew ji bo bidawîkirina sepana tayînkirina qeyûman tev li mitîngê bûye. Aktaş, got: “Em qeyûman naxwazin. Em dixwazin seroka me Gulistan bajarê me birêve bibe. Bila li dora panzer tune bin. Her wiha em dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe, Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan. Em dixwazin şer bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê her kes rabe ser pêyan û bibêje bes e.” 
 
Emîne Alkiş jî got: “Em ê bi têkoşîneke hevpar tecrîdê rakin. Em ji bo xwedîderketina li îradeya xwe û li dijî tecrîdê hatin vê derê. Divê gelê kurd rêxistiniya xwe xurt bike. Divê dayikên her çar parçeyên Kurdistanê bi destên hev bigirin. Divê em vê xerabiyê bi dawî bikin. Êlih û şaredarî yên me ne.” 
 
‘ÊN LI SER VÊ XAKÊ DIJÎN EM IN’
 
Asya Tahir jî diyar kir ku divê parastvanên mafên mirovan li dijî tiştên li vir dijîn bêdeng nemînin û got: “Ma bi tayînkirina qeyûman çareserî dibe? Em jî li vê xakê dijîn. Me ev hevşaredar bi îradeya xwe hilbijart. Qeyûm li îradeya me tayîn kirin. Em şer naxwazin. Şer 100 salan jî bidome dê bi aştiyê biencam bibe. Muxatabê vê aştiyê jî Abdullah Ocalan e. Em naxwazin êdî zarokên me bimirin.” 
 
‘RÊYA ÇARESERIYÊ DIYAR E’
 
Ferha Akbulut a ku bi alîkariya gopalê xwe hate qada mitîng jî got ku AKP’ê vîna gelê kurd binpê kiriye. Ferha Akbulut, wiha dom kir: “Kurd li her derê li dijî vê têdikoşin. Em qeyûman qebûl nakin. Bila baş bizanin ku çi bibe jî em ê li ber xwe bidin. Ez bi gopalê xwe hatim vê derê. Ji gopalê min ditirsin. Bi hezaran kurdên mîna min dê li ber xwe bidin. Îşala em ê peywira xwe pêk bînin û qeyûm dê bicehimin biçin.”
 
Ji bo daxuyaniyên Bahçelî yên têkildarî pirsgirêka kurd jî Ferha Akbulut ev tişt anî ziman: “Li rexekî em destê xwe dirêj dikin ew qebûl nakin li rexa din jî xefikan li ber kurdan danin. Wijdana wan nema ye, her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Dê çawa bibe? Muxatab Serok e, li Îmraliyê ye. Rêberê Gelê Kurd e. Dibêje ‘werin destê xwe dirêj bikin.’ Rêya çareseriyê diyar e.” 
 
TEVÎ PITIKÊ XWE YÊ 2 MEHÎ LI QADÊ YE
 
Neşe Ertaş jî tevî pitikê xwe yê 2 mehî beşdarî mitîngê bûye. Neşe Aktaş, wiha dibêje: “Qeyûm, xesp, neheqî û derhiqûqtiyeke li dijî îradeya gel e. Em qeyûman qebûl nakin û dê her li qadan bin. Heta em şaredariyên xwe distînin dê li ber xwe bidin. 
 
Li gorî min îktîdar ji bo çareseriyê jidil nîne. Hewl didin mijûl bikin û piştre derbe lêxin. Bila kesek bi gotinên weke ‘Bila Abdullah Ocalan li Meclisê biaxive’ hewl nede me bixapîne. Em dizanin ku ev tevek lîstik in. Tevî pitika xwe ya 2 mehî hatim, hewce bike dê tevî hemû zarokên xwe bêm. Em dixwazin rêbertiya me tavilê bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bike û were berdan. Muxatab Îmrali ye. Ji bo pêvajoya aştiyê divê Ocalan azad bibe. Yên îro şaredariyên me xesp dikin dê sibe malên me jî xesp bikin.” 
 
‘KA DIGOTIN XWIŞK-BIRATÎ?’
 
Raîfe Can jî bi lêv kir ku bi daxwaza azadî, aştî û demokrasiyê tev li mitîngiyê bûye û xwest tecrîd were rakrin. Raîfe Can bertek nîşanî tayînkirina qeyûm jî da û pirsa “Ka we digot xwişk-biratî?” Raîfe Can anî ziman ku ew dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe, aştî pêk were. Raîfe Can, bang li her kesî kir ku li dijî zilmê serî rakin. 
 
Hakan Turksoy ê tevî zarokê xwe yê 2 salî tev li mitîngê bûy jî got: “Em qeyûman naxwazin. Qeyûm hizûra xelkê Êlihê têk dibe. Em dixwazin birêz Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bên berdan.” 
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN’
 
Kamîl Goktaş jî got ku ev 40 sal in diyar e ka kurd çi dixwazin û ev tişt anî ziman: “Bi hezaran sala ye em li ser vê xakê dijîn. Lê hebûna me qebûl nakin. Em dixwazin bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe bijîn. Zimên me kurdî, welatê me Kurdistan e. Ew vê red dikin. Ji keyayan heta yên herî jor em dixwazin xwe bi xwe hilbijêrin. Ew vê qebûl nakin û qeyûman tayîn dikin. Xelkê kurd êdî xwe nas dike. Em dixwazin mafên me di destûra bingehîn de bên misogerkirin. Rêberekî gelê kurd heye, rewşenbîr û pêşengên wan hene. Divê tecrîd bê rakirin, Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên azadiyê bên berdan.” 
 
‘GELÊ KURD DÊ PAŞVEGAVÊ NEAVÊJE’
 
Goktaş, axaftina xwe wiha qedand: “Ev girseya li vir navnîşana çareseriyê weke Îmrali nîşan dide. Gel li qadê diqîre û dibêje; ‘Rêberê min Ocalan e.’ Ev ne tiştekî veşarî ye. Ez ji Rihayê hatim. Qeyûm tayînî Xelfetiyê kirin. Anku ji gel re dibêjin; ‘Ez qeyûm tayînî bajarê serokê we dikim.’ Dixwazin gel paşvegavê biavêje lê gelê kurd dê neavêje. Dê bi her awayî li ber xwe bide.” 
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl - Heval Onkol 
 

Sernavên din

08/07/2025
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe