Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin

  • rojane
  • 14:45 19 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê “Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan” eşkere kir. ÎHD’ê da zanîn ku di nava salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hatiye binpêkirin. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê “Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan” a ji mijdara 2023’yan-mijdara 2024’an digire dest, parve kir. Rapor, li avahiya şaxê hate eşkerekirin. Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî di daxuyaniyê de got ku Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) mafên zarokan esas digire û misoger dike. 
 
 
Berfîn Elçî, diyar kir ku 193 welatan ev peyman îmze kiriye lê di pratîkê de baş nayê bicihanîn. Berfîn Elçî, destnîşan kir ku Komîteya Mafên Zarokan a NY’ê ku peymanê dişopîne bê ka çiqas tê bicihanîn jî erka xwe baş bicih nayîne. 
 
'ZAROK BI ÇANDA XWE MEZIN NABIN’ 
 
Berfîn Elçî, bi bîr xist ku Tirkiyeyê di sala 1990’î de peyman îmze kiriye, di sala 1995'ê de ketiye meriyetê lê ji ber ku xalên 17, 18 û 30'emîn qebûl nekiriye, zarok nikarin bi zimanê xwe mezin bibin, pêş bikevin, bi zimanê dayikê perwerde bibin û nikarin mafê xwe yê azadiya xweîfadekirinê bi kar bînin. 
 
'DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYÊN AŞTIYANE ÇARESER BIBE’ 
 
Bi domdarî Berfîn Elçî anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd herî zêde bandorê li zarokan dike û wiha pê de çû: “Mirin û birîndariyên ji ber madeyên teqemeniyê, wesayîtên zirxî, guleyên hêzên ewlekariyê, zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehê de dijîn, tenê çendek pirsgirêkên encama neçareseriyê ne. Lewma jî em daxwaza xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyane dîsa dubare dikin.” 
 
PIRSGIRÊKÊN NEYÎNÎ BANDORÊ LI ZAROKAN DIKIN 
 
Berfîn Elçî, erdhejên Mereşê, neçareserkirina pirsgirêka kurd, zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehê de, bêderfetiya xwarin û vexwarina baş, ‘Çeteya Yenîdoganê’, di sûcên li dijî zarokan de kêmasiyên di pêvajoya darizandinê de derdikevin holê û hwd. bandoreke neyînî li ser derûniya zarokan dikin. Berfîn Elçî got ku pêvajoyên derheqê aqûbeta zarokên winda de baş nayên birêvebirin û mafên perwerdeya zimanê dayikê û hwd. jî bi awayekî pergalî tên binpêkirin. 
 
BINPÊKIRIN
 
Berfîn Elçî, da zanîn ku li bajarên Kurdistanê di encama kêmasî/terkexemiya fermî de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 16 zarok jî birîndar bûne. Berfîn Elçî, diyar kir ku ji van 4 zarokan yek jê ji ber wesayîta bizirx jiyana xwe ji dest daye. Berfîn Elçî, da zanîn ku di encama teqîna madeyên teqemeniyê yên li herêmên mayin û pevçûnan de zarokekî jiyana xwe ji dest daye û yek jî bi giranî birîndar bûye. 
 
Berfîn Elçî destnîşan kir ku li bajarên bakurê Kurdistanê 18 zarokan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane, herî kêm zarokekî hewl daye întîhar bike, di encama tundiya nava malê de herî kêm 9 zarokan jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye, herî kêm 5 zarok jî rastî îstîsmara zayendî ya nava malê hatine. 
 
MAFÊ JIYANÊ YÊ HERÎ KÊM 36 ZAROKAN HATE BINPÊKIRIN 
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Di encama tundiya di qada civakî de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 8 zarok birîndar bûn, herî kêm 48 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û rastî êrişê hatin, herî kêm zarokek hatiye revandin û herî kêm mafê jiyanê yê 36 zarokan jî hatiye binpêkirin.” 
 
Berfîn Elçî, anî ziman ku herî kêm 81 zarok hatine binçavkirin û ji van 21 jê hatine girtin, ji van zarokan 2 jê dema di bin çavan de, 10 jê dema li girtîgehê, 3 jê li navendên binçavkirinê û bi giştî herî kêm 15 zarok rastî îşkence û muameleya xerab hatine. 
 
Berfîn Elçî , got ku li bajarên bakurê Kurdistanê herî kêm 4 zarok li dibistanan rastî êrişên fîzîkî hatine. 
 

Sernavên din

08/07/2025
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe