ENQERE - Dîroka hevdîtina ku dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re bikin diyar bû.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê di 23’yê mijdarê roja şemiyê saet di 11.00’ê de li Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtinê bikin. Hat zanîn ku di hevdîtinê de dê mijarên çareseriya pirsgirêka kurd bê nîqaşkirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê di demên dawî de bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirin. Hevdîtina ewil bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû re hate kirin û piştre jî bi şandeya SOL Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan re hevdîtin kirin.
Hatîmogûllari û Bakirhan dê îro jî bi Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbekan re hevdîtinê bikin.