AMED - Xizmên girtiyan ên tev li kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re bûn wiha gotin: “Bila her kes tev li vê kampanyayê bibe. Em li cem zarokên xwe bin.”
Zexta darazê ya li ser malbatan, vasiyan, parêzeran û xizmên girtiyan ên ji bo girtîgehan pereyan dişînin didome. Kesên pereyan dişînin an tên binçavkirin an jî derheqê wan de doz tên vekirin û tên girtin. Ji bo binçavkirin, girtin û dozan jî îdiaya “fînansoriya rêxistinê” weke hincet tê nîşandan. Hatîce Yildiz a 75 salî û endama Lijneya Rêveber a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran bi heman sûcdariyan hatin girtin.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatan re (TUAY-DER) ya Amedê li dijî van zextan, bi dirûşma “Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne” kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de duh ji gelek girtiyan re pere hatin şandin.
‘BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVAN E’
Hevseroka TUAY-DER’ê Yeter Erel Tuma da zanîn ku sûc nîne ku kesên sêyemîn ji girtiyên rewşa wan a madî xerab re pereyan bişînin. Yeter Erel Tuma, got ku sepana behsa xeberê “bandora tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li girtîgehan e.” Yeter Erel Tuma, wiha domand: “Kesên sêyemîn dema ji girtiyan re pereyan dişînin, bi îdiaya ‘fînansoriya terorê’ tên darizandin. Me jî ji bo pêşîlêgirtina vê sepanê ev kampanya da destpêkirin. Ev yek, binpêkirina mafê mirovan e. Her qirûşê ji girtiyan re tê şandin nan û ava wî/wê girtî/girtiyê ye. Mafê jiyanê ye.”
Di berdewama axaftina xwe de Yeter Erel Tuma bal kişand ser rewşa girtiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Hewl didin pêşî li piştevaniya gel a bi hevalên xwe re, rêhevalên xwe re bigirin. Ji bo şikandina vê piştevaniyê û krîmînalîzekirina wê, dewlet vê polîtîkayê dimeşîne. Em vê qebûl nakin. Li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kirî û li her derê belav bûyî, li dijî vê pergala li girtîgehan ketiye meriyetê, li dijî zext û sepanên li dijî rûmeta mirovahiyê, em dengê xwe bilind dikin.”
Yeter Erel Tuma, ji bo piştevaniya bi girtiyan re banga “berpirsyartiyê li xwe bigirin” li her kesî kir û wiha got: “Li dijî pergala bi hovane êrişî Kurdistan û kurdan dike, tenê bersiveke me heye; hûn çi dikin bikin jî em ê tu caran serî li ber we netewînin. Dê berxwedana me ya li dijî zordestiya we bidome û em ê her têbikoşin.”
MALBATAN BANGA PIŞTEVANIYÊ KIRIN
Meryem Tuna a ji bo alîkariya bi girtiyan re tev li kampanyayê bû jî got ku heta girtî alîkariyê wernegirin nikarin bijîn. Meryem Tuna, wiha domand: “Îro li ser me tevan tecrîdeke mezin heye. Em vê rewşê qebûl nakin û dixwazin tavilê were rakirin. Divê girtîgeh tavilê bên valakirin. Em naxwazin agahiyên mirinê ji girtîgehan bigirin.”
Nazîme Boltan jî zehmetiyên aborî yên girtî dijîn vegot û ev tişt anî ziman: “Rewşa madî ya girtiyan baş nîne, malbat tune ye. Çendek pereyên ez ji wan re dişînim weke sûc dibînin. Banga min ew e ku ev kampanya hêj dirêjtir bidome.”
Meryem Soylu jî bi lêv kir ku sepaneke wiha li tu deverekê cîhanê nîne û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd vê hovîtî û zilmê qebûl nake. Kurd serî li ber wan natewînin. Divê bi rast û dirûst bi kurdan re li ser maseyê rûnin. Bi kuştina kurdan, bi girtina wan, bi şewitandina gundan nikarin kurdan tune bikin. Li kesên pereyan ji girtiyan re dişînin ceza dibirin. Vê sepanê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye. Bila her kes tev li vê kampanyayê bibe û ji zarokên xwe re pereyan bişîne. Li dijî dewleta ku li zindanan jî zilmê li kurdan dike, tecrîdê ferz dike, em li cem zarokên xwe cih bigirin.”