'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’

  • rojane
  • 15:33 28 Mijdar 2024
  • |
img

MÊRSÎN - Li gorî rapora Şaxa ÎHD’a Mêrsînê, mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin û bi biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tehliye tên taloqkirin. 

Komîsyona Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan ên di mehên tîrmeh, tebax, îlon û cotmehê de eşkere kir. Rapor, li komeleya şaxê hate eşkerekirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Muammer Derînce rapor xwend. Derînce, anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirin her ku diçe zêdetir dibin. Derînce, nîşeyên têkildarî serdanên li girtîgehên Tarsus û Aksarayê parve kir û wiha got: “Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehên behsa xeberê bi hinceta cezayên disiplînê yê rêveberiyên girtîgehan bi awayeke neheq didin, tehliyeyên girtiyan ji bo 6 mehan taloq dikin. Bi vî awayî mafê berdana bişert tê binpêkirin. Tehliyeyên girtiyên bi navên M.Z.B., E.Ş. û O.S. ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê tên ragirtin, du caran ji bo 6 mehan hatine taloqkirin.” 
 
ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XERAB
 
Bi domdarî Derînce anî ziman ku mafên çalakiyên civakî, çandî û sportîf ên girtiyan bi gefa cezayê tên astengkirin û li dijî kesên daxwaza van mafên xwe dikin jî rêveberiyên girtîgehan zext û tundiyê dike. Derînce, wiha pê de çû: “Bi taybet jî girtiyên li girtîgeha bi ewlekariya bilind tên ragirtin dan zanîn ku cihên lê tên ragirtin ji hev cuda ne, bi hemû mehrûmiyetên xwe tên cezakirin, destûr nayê dayin cil û nivînên xwe derxînin hewşê û rayêxin ber tavê û ji ber vê jî tenduristiya wan xerab bûye.” 
 
'MAFÊ XWEGIHANDINA TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Derînce wiha got: “Girtî rastî gelek cureyên binpêkirinan tên. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê, lêgerîna nava devî lê tê ferzkirin, muayeneya destkelemçekirî lê tê ferzkirin û bi taybet jî bi awayekî derexlaqî li girtiyên jin ferz dikin ku li cem cendirmeyên zilam bên tedawîkirin. Bi vî awayî mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û girtî li girtîgehan di mercên nebitendurist ên girtîgehê de tên ragirtin. Di serî de girtîgehên bi ewlekariya bilind, li tevahiya girtîgehên herêmê rewş bi vî rengî ye. Di serlêdan û hevdîtinên bi parêzeran de eşkere bû ku girtiyê bi navê M.K. ê li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê ragirtin, S.Y. ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, H.T., F.G., Ş.K. û hêj gelek girtiyên li Girtîgeha T-2’yê ya Tarsusê tên ragirtin rastî binpêkirina mafê xwegihandina tenduristiyê tên.” 
 
'BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN GIRAN’ 
 
Derînce, daxuyanî wiha bi dawî kir: “Ji ber van sepanan, bi taybet jî girtiyên nexweş zehmetiyên mezin dijîn. Girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene û qadeke ji bo jiyanê guncav jê re nayê pêşkeşkirin û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Muayeneya destkelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin, nêzikatiyên derexlaqî û dermirovî li dijî wan tên nîşandan. Bi vê yekê re li pêşiya tedawiya girtiyan dibin asteng. Ev rewş binpêkirineke giran a mafên mirovan e. Xwarina girtiyan pir kêm tê û wisa nedbaş in ku nayên xwarin. Bihayê tiştên li kantînê zêde ye û gardiyan li gorî qeydên hîjyenê tevnagerin. Banga me ji bo Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, Yekîneya Mafên Mirovan a Walîtiyê, Lijneya Şopandina Girtîgehan, Yekîneyên Edlî, partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan ew e ku ji bo li tevahiya girtîgehan jiyaneke mirovane hebe bikevin nava hewldanan.” 

Sernavên din

17/07/2025
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
13:27 595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin