AMED - Polîsan di pêşangeha pirtûkan de ser standa weşanxaneya Aramê de girtin û xwediyî weşanxaneyê Hakki Boltan bertek nîşan da xwest hezkiriyên pirtûkan li dijî zextan li weşanxaneyê xwedî derkevin.
Pêşangeha Pirtûkan a TUYAP'ê ku cara 8' an li Amedê pêk tê di roja 5'an de li Navenda Fuar û Kongreya Navnetewî ya Mezopotamyayê berdewam dike. Di fuarê de ku wê roja yekşemê biqede, 216 weşanxane ku 26 ji wan bi kurdî weşanê dikin stand vekirin.
Weşanxaneya Aramê ku di fûarê de cih digire bi zextên polîs û darazê re rû bi rû ye. Pirtûkên Weşanxaneya Aramê "Dildarê Serfeftinê" ya Mahmût Aba, otobiyografiya Nelson Mandela ya "Rêya Dirêj a Azadiyê" ku li çar aliyê cîhanê bi gelek zimanan hatiye wergerandin û pirtûka Mehmet Hayrî Dûrmûş ê li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmara 5’emîn a Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da ya bi navê “Name û Nivisên Wî” hatin desteserkirin. Dema ku pirtûk hatin desteserkirin, bi îdîaya ku li dijî wan biryara desteserkirinê heye, xebatkarên standê jî hatin binçavkirin.
XWENDEVAN JI STANDÊ HATIN DÛRXISTIN
Xwediyê weşanxaneya Aramê Hakki Boltan bertek nîşanî biryara berhevkirina pirtûkan û binçavkirinan da û got ku li hemberî zextan xwendevan li standê wan tenê nahêlin. Boltan da zanîn ku ji destpêka pêşangehê heta niha her tim bi zextan re rûbirû dimînin û wiha axivî: “Roja duşemê hatin û dest danîn ser pirtûka ku qedexe lê nehatiye kirin. Hevalên me binçav kirin, hewl dan hevalên me û xwendevan ji Weşanxaneya Aramê derxînin. Piştî van zextan zêdetir xwendevan eleqe nîşanî pirtûkên Aramê dan. Dîsa polîsan bêyî agahdariyekê dest danîn ser 2 pirtûkên me û bi binçavkirinan ve xwestin hevalên me bitirsînin. Bi van polîtîkayên çavtirsandinê nikarin encamê bigirin. Em van êrîş û zextan şermezar dikin."
Boltan diyar kir ku xwendevan bertekê nîşanî zextên polîsan didin û xwest hemû kes piştgiriyê bidin weşanxaneyê. Boltan da zanîn ku li hemberî zextan bersiva herî xurt kirîna pirtûkan e û wiha got: “Mesele qedexebûna pirtûkan nîn e, armanc ew e ku xwendina pirtûkan astengkirin e. Di dema zextan de ciwan, jin, zarok û her kes bêtir pirtûk dixwînin. Di dema zextan de hejmara xwendevana bêtir zêde dibe.”
‘BERHEVKIRINA PIRTÛKA MANDELA MIJAREKE PÊKENOK E’
Boltan biryara berhevkirina pirtûka Nelson Mandela wek mijareke pêkenok binav kir û wiha axivî: “Mandela rengê demokrasiyê yê cîhanê ye. Ew kesek e ku di her qada cîhanê de li hemberî wî rêz tê girtin. Rastiya ku pirtûka wî ji aliyê polîsan ve hatiye qedexekirin û dadgehên li Tirkiyeyê nîşan didin ku ew ne hêjayî Mandela ne û wî fêm nakin. Li dijî Mandela, li dijî demokrasiyê û li dijî mirovahiyê ne."
MA / Mujdat Can