ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan û gotin ku dê ji bo mafên mirovan têbikoşin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li ser hesabên xwe yên platforma X’ê peyam parve kirin.
'GEF LI SER MAFÊN MIROVAN HEYE’
Tulay Hatîmogûllari di peyama xwe de got ku ew îsal jî 10’ê Kanûnê bi binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirovan pêşwazî dikin. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku li her çar aliyên cîhanê gefeke mezin li ser mafên mirovan ên bingehîn hene. Tulay Hatîmogûllari, bi lêv kir ku îktîdara siyasî bi rêya qeyûm, zext, tundî û hwd, rûmeta mirovahiyê binpê dike û roj bi roj mafan bisînor dike. Tulay Hatîmogûllari, got ku dê têkoşîna wan a ji bo mafên mirovan bidome.
'MAFÊN MIROVAN TÊN BINPÊKIRIN’
Tuncer Bakirhan jî di peyama xwe de destnîşan kir ku ew 10’ê Kanûnê bi binpêkirina mafê jiyanê û baweriyan pêşwazî dikin. Bakirhan, anî ziman ku mafên mirovan tên binpêkirin û dê têkoşîna wan a ji bo mafên mirovan bidome.