ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana KESK’ê.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, di çarçoveya hevdîtinên bi partiyên muxalefetê û rêxistinên civaka sivîl de çûn serdana Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK).
Serdan, li Navenda Giştî ya KESK’ê hate kirin. Hevserokên Giştî yên KESK’ê Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz, Endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û nûnerên baskên KESK’ê tev li hevdîtinê bûn.
Cîgirên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ozlem Gunduz û Mehmet Ruştu Tîryakî jî di şandeyê de cih girtin.