RIHA - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk di panela Baroya Rihayê de axivî û got ku tecrîda ji hêla Devlet Bahçelî ve hatiye qebûlkirin hêj didome.
Baroya Rihayê û şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Rihayê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan panelek li dar xistin. Panel, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê hat lidarxistin û Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, Rêvebera Şaxa OHD’a Enqereyê Nîlay Nayman û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk weke axêver tev li bûn.
Panel, bi moderatoriya Rêvebera Rêveberiya Navendî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel ve hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn.
BINPÊKIRINÊN MAFAN
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter rabûrdiya dîrokî ya girtîgehan û cezakirinê vegot. Ekîn Yeter, diyar kir ku xetere heye ku hemû girtîgeh veguherin Girtîgeha Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Tecrîda ku çavkaniya xwe ji Îmraliyê li girtîgehan belav dibe. Girtiyên li girtîgehan êdî dema nameyan dişînin, dibêjin ew di binê bîrê de ne. Hemû mafên girtiyan hatine tunekirin. Girtiyên siyasî rastî îşkenceyê tên.”
‘BAŞHALÎ’ BINPÊKIRINA MAF E
Nîlay Nayman jî bal kişand ser binpêkirinên ji ber lijneyên îdare û çavdêriyê rû didin û wiha got: “Di serî de tecrîd û taloqkirina tehliyeyan, gelek binpêkirinên mafan li girtîgehan hene. Lijneyên îdare û çavdêriyê krîterên absûrd dixin meriyetê. Xespkirina azadiyê, mezintirîn binpêkirina maf e. Yek ji van krîteran jî zexta poşmantiyê ye. Girtiyek 30 salan di girtîgehê de ye û zexta poşmantiyê lê dike. Gelo pîvana poşmantiyê çi ye? Sepaneke keyfî ya li dijî girtiyên siyasî ye û dixwazin serî pê bidin tewandin. Hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Rejîmeke bi hiqûqa xwe nake li holê ye.”
PERGAŞA ÎŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ
Parêzer Raziye Ozturk jî bal kişand ser pergala tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û “Mafê hêviyê.” Raziye Ozturk, wiha domand: “Tecrîd, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û di hiqûqê de nîne. Heta mirov pergala îşkenceyê ya Îmraliyê nezane, mirov nikare qala tecrîdê bike. Ji sala 1999’an ve di meriyetê de ye û gav bi gav hate girankirin. Ev, weke tecrîda mutleq domiya. Revandina birêz Ocalan, ragirtina wî ya li Îmraliyê veguherî pêvajoya agahîjênegirtinê. Mirov nikare bibêje ev hiqûqî ye. Nêzikatiya li dijî Îmraliyê bi temamî siyasî ye. Devlet Bahçelî li xwe mikûr hat ku tecrîdê disepînin. Tevî vê mikûrhatinê jî tecrîd didome. Sepanên li Îmraliyê, hiqûqa dijminatiyê jî derbas kirine. Li Îmraliyê pergaleke bêkontrol ava kirine. Tiştên li Îmraliyê tên kirin, îşkence ye. Pergala li Îmraliyê, li gorî kuştina bi demê re hatiye vehêlandin e. Lê li dijî vê berxwedanek heye. Ev pergal belav dibe. Girtina berçavkekê ya ji bo Îmraliyê jî piştî têkoşîneke cidî dibe. Birêz Ocalan, kirdeyeke polîtîk e.”
Raziye Ozturk, têkildarî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û tecrîdê agahî da.
Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.