NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Îsraîlê noqteyeke li lûtkeya Çiyayê Qasiyonê û Balafirgeha Leşkerî ya Mezayê bombebaran kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê êrişên nû li dijî xaka Sûriyeyê pêk anîne. Balafiran nuqteyeke li Çiyayê Qasiyonê û Balafirgeha Leşkerî ya Mezayê yên li Şamê bombebaran kirin.
SOHR’ê aşkera kir ku dengên teqînên xurt hatin bihîstin, hemwextî wê dû ji cihên hatine hedefgirtin bilind bû. Lê tu agahiyên li ser windahiyên canî nehatin parvekirin.
SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka îsal ve Îsraîlê 150 carî êrişên hewayî û 26 êrişên bejahî, bi giştî 176 caran xaka Sûriyeyê hedef girtiye. Di encama wan êrişan de 321 armanc hatin wêrankirin. Depoyên çekan, cebilxane, baregeh û navendên alavan bûn hedef. Li kêleka wê jî 416 leşker hatin kuştin û 286 jî birîndar bûn.