Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e

  • rojane
  • 10:25 17 Kanûn 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Serokê Komeleya Yekitiya Suryanan Yunanna Aktaş ku di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de cih digire, diyar kir ku Rêveberiya Xweser temînata nasnameyên cuda ye û wiha got: “Pêşeroja Sûriyeyê, girêdayî parastina Rêveberiya Xweser e.”
 
Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hate destpêkirin û çalakî di roja 5’an de didome. Ji bajarên cuda gelek derdorên cuda tev li nobetê bûn û ev serdan didomin. Yek ji kesên beşdarî nobetê bûyî jî Serokê Komeleya Yekitiya Suryanan a bi KHK’ê hatiye girtin Yuhanna Aktaş e. 
 
'LI SER AVADANIYA DEMOGRAFYAYÊ XETERE HEYE’ 
 
Yuhanna Aktaş, got ku armanca sereke ya êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, guherandina demografyaya herêmê ye. Bi domdarî Aktaş, anî ziman ku ji Qamişloyê heta Hesekê, Heleb û Şamê xelkê Suryan li xakeke berfireh dijî û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî piştî Şoreşa Rojava ji hêla demokratîk ve hinek reform hatin kirin. Suryan, erênî nêzî wan guherînan bûn. Lê belê piştî hefteyekê hinek komên girêdayî Tirkiyeyê dest bi êrişan kirin. Me bi gelê xwe yê Suryan re hevdîtin kirin û me fêm kir ku xetereya guherandina demografyayê heye. Heta min bi xizmên xwe yên li Qamişloyê re hevdîtin kir. Ji ber rewşa heyî fikarên wan hene. Terorîstên cîhadîst êrişî gelên li wir dikin. Lewma dibêjin bi xetereya guherandina demografyayê re rû bi rû ne.”
 
'RÊVEBERIYA XWESER TEMÎNATA NASNAMEYAN E’ 
 
Aktaş, destnîşan kir ku cihê Rêveberiya Xweser lê ye xelkê Suryan di ewlehiyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha li herêmê rewşeke nediyar heye. Xelkê me yê li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û hwd. niha di ewlehiyê de ye. Lê ji ber êrişên çeteyên cîhadîst ên zilimkar bifikar in. Ji sala 2011'an ve xelkê me yê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de di rêveberiyê de cih girtin. Xwedî gotin bûn. Xelkê me yê Suryan bi nasnameya xwe dijî. Dema mirov li guherîna demografyaya Sûriyeyê dinêre, gelê Suryan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi ewle dijîn.” 
 
Aktaş, diyar kir ku gelê Suryan yek ji gelên qedîm ên Sûriyeyê ne û wiha pê de çû: “Em nikarin Sûriyeyeke ku Kurd, Suryan, Ereb û Elewî ne tê de dijîn bifikirin. Heke wiha bibe dê rewşa wê mîna ya Iraqê bibe. Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû gelan dike û em dixwazin bidome. Em jî dê li gel birayên xwe yên Kurd li dijî êrişan bisekinin. Bi vê mebestê em tev li nobetê bûn.” 
 
'PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ BI RÊVEBERIYA XWESER PÊKAN E’ 
 
Aktaş, banga xwedîderketina li Rojava li rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Tirkiyeyê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Divê piştgiriyê bidin şêweyê rêveberiya herêmên xweser. Tekane rêya Sûriyeyê ji şêweyê rêvebirinê ya dijdemokratîk xelas bike, rêveberiya kul hemû gel bi nasnameya xwe dijîn e. Ew jî tenê di Rêveberiya Xweser de heye. Li herêmên xweser hemû gel û bawerî di meclisên xwe de xwe birêve bibin û îfade dikin. Pêşeroja Sûriyeyê bi parastina Rêveberiya Xweser pêkan e.” 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

05/08/2025
09:22 Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin
09:13 Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan
09:06 Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye
09:05 Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî
09:00 ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN
04/08/2025
21:15 Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî