ÎZMÎR - Me sala ku sermayedaran daristan û qadên çandiniyê, darên zeytûnan, baxçeyên çay û nokan îstismar kirin, li dû xwe hişt. Ligel guherîna avhewayê germahî zêde bû û gelek bûyerên xwezayî yên tund qewimîn.
Êrîşên li ser xweza û qadên jiyanê di sala 2024’an de bênavber berdewam kir. Ji ber nêzîkatiya kirêt a li hemberî xwezayê, pirsgirêkên ekolojîk ên wekî ziwabûn, lehî, şewat, erozyon û windabûna axê, kêmbûna cihêrengiya biyolojîk û birîna daristanan li gelek deverên cîhanê di nava salê de zêde bûn. Ev êrîş guherîna avhewayê bi xwe re tîne. Ev rewş dibe sedema gelek geşedanên neyînî yên wekî germbûna cîhanê, helîna cemedan, bilindbûna asta deryayê û bûyerên giran ên hewayê.
Lêkolînên ku hatine kirin vê rewşê piştrast dike. Li gorî ekîba zanistî ya Projeya Karbonê ya Global, belavkirina karbonê ya gerdûnî ya ji sotemeniyên fosîl wê di sala 2024’an de bigihîje astek rekorê. Li gorî rapora Budçeya Karbonê ya Cîhanê ya 2024’an, tê pêşbînîkirin ku emîsyonên karbondîoksîtê (CO2) yên fosîlan bigihîje 37,4 mîlyar ton, ku li gorî sala 2023-an ji sedî 0,8 zêde bûye.
Li gorî pêşçapa ku di Earth System Science Data de were çapkirin heke emîsyonên bi vî rengî berdewam bikin, budceya karbonê ya mayî ya ku germbûnê di 1,5 pileya santîgrad de bi îhtimaleke ji sedî 50 bi îhtîmalek ji sedî 50 sînordar bike di nav şeş salan de derbas bibe. Li gorî daneyên Peymana Çarçove ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) herî kêm ji sedî 5,5 ê belavkirina karbonê ya gerdûnî ji ber veberhênan û operasyonên leşkerî pêk tê.
Her ku dinya germ dibe, cemed bêhtir dihelin. Zanyaran tesbît kirin ku ji ber ku axa ku bi hezaran sal e li herêma Arktîkê cemidandiye, bi tonan cîva derdikeve holê. 300 malbatên ku li girava koral a biçûk Gardî Sugdub a li peravên bakurê Panamayê dijîn, ji ber bilindbûna asta deryayê koçî cihekî din kirin. Dîsa kêmbûna cihêrengiya biyolojîk jî di raporan de xuya dike. Fona Jiyana Kovî ya Cîhanê ya Kenyayê di "Rapora Gerstêrka Zindî" ya ku di salekê de hat weşandin de aşkere kir ku di 50 salên dawî de populasyona jiyana kovî ji sedî 76 kêm bûye.
LEHÎ Û BAHOZ
Bûyerên xwezayî yên felaket ku bi guherîna avhewayê re diqewimin, li seranserê cîhanê bûne sedema hilweşînek mezin. Li gorî kovara bijîjkî ya Lancet ya 2024 Rapora Paşve Jimartinê, mirinên bi germahiyê di sala 2023’an de ji sedî 167 zêde bûne. Di sala 2024’an de tenê li Îspanyayê 205 kes û li Katmandu û Nepalê jî di lehiyê de 217 kes mirin. Li Nîjerya, Endonezya û Kazakistanê lehî bandoreke xirab li sed hezaran kesî kir. Ji ber bahoza Helene di nava salê de li DYA’yê herî kêm 227 mirin, 155 ji ber bahoza Yagi ya ku Vîetnam û Çînê bandor dike, li Avusturya, Komara Çek, Macarîstan, Polonya, Romanya û Slovakyayê ji ber bahoza Boris 24 mirin. Li Japonyayê ji ber bahoza Shanshan 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi milyonan mirov ji herêmên xwe hatin derxistin.
LI TIRKIYEYÊ PÊŞEROJ KESK XUYA NAKE
Tirkiye yek ji wan welatan bû ku hilweşîna ekolojîk giha asta herî jor. Komên desthilatdar û sermaye yên li Tirkiyeyê talankirina ekolojîk bênavber didomînin. Di rapora Endeksa Pêşerojê ya Kesk a 2023'an de ku ji aliyê Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT) Technology Review Insights ve hatiye amadekirin de Tirkiye di rêza 63'yemîn de cih digire û 76 welatan digire nava xwe. Di raporê de bal hat kişandin ser qirêjiya hewa, av û axê.
Li gorî Rapora Reş a 2024'an a Platforma Mafê Hewaya Paqij (THHP) li gorî pîvanên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji sedî 92'ê nifûsa Tirkiyeyê hewaya qirêj distîne. Di raporê de bajarê ku herî zêde hewaya xirab lê ye Colemêrg e.
Li Gîresûn û Orduyê di nava salê de baxçên nok, li Amed û Dêrsimê qadên dîrokî û çandî, li Îzmîr, Mûgla û Çanakkaleyê ji bo zeviyên çandiniyê û daristanan destûra derxistina madenan hat dayîn. Ji bo gelek lîsansan biryarên "ÇED ne hewce ye" hatin girtin. Li Çiyayên Cîlo-Satê yên li Colemêrgê bilindahiya wan 4 hezar û 135 metreyî helandina cemedan zêdetir bû. Zanyaran bi salan berê dabûn zanîn ku tebeqeya tîk a 100-200 metreyî daketiye 50 metreyî.
DI SALEKÊ DE HERÎ KÊM 3 HEZAR Û 623 BIRYARÊN 'ÇED NE HEWCE YE'
Di navbera 1’ê çile û 12’ê kanûnê de li ser malpera Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê 12 hezar û 57 daxuyaniyên ÇED'ê hatin dayîn. Ji van 3 hezar û 623 biryarên "ÇED ne hewce ye", 621 biryarên "ÇED erênî", 405 biryarên "Betalkirin/vegerandin" û 11 jî biryarên "ÇED neyînî" hatin dayîn. Ji bo 3 hezar û 902 sektorên enerjiyê daxuyaniyên ÇED'ê hatin dayîn, ji van 624'an biryara "ÇED ne hewce ye" hat dayîn. Yek ji van biryaran jî li ser zêdekirina 2 yekîneyên din li Santrala Termîk a Afşîn a Mereşê bû. Têkildarî xebatên madenê bi giştî 3 hezar û 683 daxuyaniyên ÇED'ê hatin dayîn. Ji van 1233 ji daxuyaniyên "ÇED ne hewce ye" pêk tê.
POLÎTÎKAYA BÊDARISTAN HIŞTINÊ
Ji ber vekirina kanên nû û projeyên rantê qadeke daristanî ya mezin wêran bû. Parazvanên jiyanê yên li dijî projeya Kana Sifir a Halîlagayê ya ku Holdînga Cengîz dixwaze li Çiyayên Kazê pêk bîne têdikoşin, ragihandin ku li herêmê nêzî 600-700 hezar dar hatine birîn.
Li Şirnexê herêma Çiyayên Cûdî, Gabar, Besta, Komatê îsal jî bênavber qutkirina daristanan dewam kir. Li navçeya Licê ya Amedê, ji bo kana sifir a ku tê plankirin li herêmeke mezin a li taxên Zengesor, Heşeder, Mizak, Bayirlî û Şaxur ên bejahiya navçeya Licê ya Amedê bê vekirin, dest bi birîna hezar daran kirin.
Li navçeya Îvrîndî û Altieylûl a Balikesîrê, doza ku ji aliyê gelê herêmê ve li dijî kanzaya zêr a ku tê xwestin bê vekirin didome, li herêmê bi sedan dar hatin birîn.
GOL DI TALÛKÊ DE NE
Ji ber guherîna avhewayê îsal ziwabûn zêdetir bû. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) ragihand ku tîrmeha 2024’an di 53 salên dawîn da wê bibe tîrmeha herî germ û barîna baranê ya hezîranê li gor normalê ji sedî 65 kêm bû. Her wiha hat diyarkirin ku barîna baranê di meha nîsanê de li gorî heman heyama par ji sedî 6 û li gorî navîna demdirêj ji sedî 50 kêm bûye. Mînaka herî berçav a vê rewşê li navçeya Bodrûm a Muglayê pêk hat. Ava ku ji aliyê Karên Hidrolîk ên Dewletê ve gihandin Bodrumê ji ber ava Bendava Mumcularê ya ku hewcedariya ava vexwarinê bi cih tîne hat qutkirin.
Beşa herî teng a Geliyê Kemerê ya Gola Egirdirê ya Ispartayê ji 1,8 kîlometroyî daket 1,2 kîlometroyê û li hin deverên çemê Tûncayê jî ji ber zuwabûnê û germa zêde herikîna avê rawestiya. Ava Bendava Gonenê ya ku ava vexwarinê dide navçeya Bandirma ya Balikesîrê daket ji sedî 13’an. Ava Bendava Berdan a ku ava vexwarinê ya Mêrsînê dabîn dike, li gorî par ji sedî 30 kêm bû.
Li Gola Bafa ya li ser sînorê Muğla û Aydinê 30 metre, li Gola Burdur Salda 20 metre, li Gola Sakarya Sapancayê 17 metre, li Gola Wanê jî 12-13 metre kêmtir bûn.
Gola Bîngolê ya li Sêwasê ku wek cihê mezinbûna angut û turna tê zanîn, Gola Kuçukê ya ku li Konyayê wek "bihuşta flamîngoyê" tê zanîn û Çemê Teke ya li Kirklareliyê bi tevahî ziwa bûn. Kûrahiya avê li Gola Azapê ya ku li kêleka bajarê kevnar Myus ê navçeya Sokeya Aydinê ye û li bakurê rojavayê Çiyayê Latmos (Beşparmak) ku kûrbûna avê bi qasî 5-6 metre bû daketiye 130.
LEHÎ, HEZEZ Û ŞEWATA DARISTANAN
Li Edîrneyê di 70 salên dawî de îsal zivistana herî ziwa bû. Di mehên havînê de li zeviyên gulberojan îstîlaya kuliyan hebû. Hilberînerên nok ji ber guherîna avhewaya Behra Reş, bi taybetî jî kêzika qehweyî ya li herêmên Ordu û Samsûnê zirareke mezin dîtin.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê di 20’ê tîrmehê de, di 15’ê tîrmehê de li Hesenkelehê ya Erziromê, di 9’ê tîrmehê de jî li navçeyên Tatos (Tekman) û Zêtka (Eleşkirt) lehî rabûn. Di nava salekê de li peravên herêma Behra Reş gelek lehî û lehiyên mezin û biçûk rû dan. Ji ber vê sedemê Rêya Peravê ya Behra Reş gelek caran ji trafîkê re hat girtin. Di 7'ê tîrmehê de li navçeya Milagîr a Mûşê û li taxa Çaybaşi ya Orduyê her yekê welatiyek di lehiyê de jiyana xwe ji dest da.
Li gel lehiyê li gelek bajaran şewata daristanan derket. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristanan di meha Hezîranê de şewat li gorî par 5 qat zêde bûne. Di navbera 1-21ê Hezîrana 2023an de 84 şewatên daristanan pêk hatin, îsal di heman heyamê de 399 şewat hatin tomarkirin. Di 20’ê hezîranê de li navçeyên Amed Xanapar (Çinar) û Şemrex yên Mêrdînê di şewata ku derket de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 72 kes jî birîndar bûbûn. Di şewatê de 924 heywan telef bûn û qadeke 14 hezar û 900 dekar şewitî.
Di şewata ku di 15’ê tebaxê de li Çiyayê Yamanlar ê navçeya Îzmîrê Karşiyaka dest pê kir û ji ber bandora bayê li qadeke berfireh belav bû de 17 xanî şewitîn, 105 xanî hatin tehliyekirin û 44 cihên kar jî hatin tehliyekirin. Şewata ku bû sedema valakirina 3 taxan, li qadeke bi qasî 1600 hektarî bi bandor bû. Li bajarên wekî Balikesir, Manisa, Denizli, Tokat, Mugla, Aydin, Mêrdîn, Uşak û Çanakkale bi sed hezaran hektar erd şewitîn.
BERXWEDAN DEWAM KIR
Êrîşên şîrketên maden û enerjiyê yên li ser xwezayê dewam dikin, berxwedana ekolojîst û welatiyên ku dixwazin qadên xwe yên jiyanê biparêzin ti carî bi dawî nebû. Di 3'ê îlonê de Reşît Kibar di vê têkoşînê de li navçeya Borcka ya Artvînê hat qetilkirin. Kibarê ku li dijî kana ku li gundê wî dihat xwestin di bin navê qada bêhnvedanê de bê vekirin li ber xwe da, ji aliyê xebatkarên şîrketê ve bi êrîşa çekdarî hat qetilkirin.
Li gundê Qorî yê Semsûrê û li gundê Marûnîs yê Colemêrgê jî li dijî xebatên madenê kon hate vedan. Li Amed, Trabzon, Artvîn, Ordu, Eskîşehîr û Trabzonê li dijî tunekirina ekolojiyê çalakiyên mezin hatin lidarxistin.
ÇEND BÛYERÊN KU DERKETIN PÊŞ
* 19 çile: Bi biryara Serokomariyê li Çewlig, Bursa, Elezîz, Eskîşehîr, Kastamonu, Kocaelî, Konya, Kutahya, Manîsa, Mugla, Sînop, Tokat û Zonguldakê bi tevahî 6 milyon û 74 hezar û 411 metrekare erdê daristanê ji daristanbûnê hat derxistin.
* 13 sibat: Li Erzinganê di Kana Zêrê ya Çoplerê de hezaz çêbû û 9 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
* 1 adar: Bi biryara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, statuya parastî ya Bajarê Antîk a Kymeyê ku li Koya Nemrûdê ya Alîagaya Îzmîrê ye, hat derxistin. Parselên ku Bendera Gubreyê ya Egeyê û qada xizmetguzariyê ya li bajarê qedîm lê ye, dîsa wekî qada parastina arkeolojîk a pileya sêyemîn hat îlankirin.
* 12 adar: Bi îmzeya Serokomar Erdogan 190 parsel erd ên li sînorê Îkizkoy, Çamkoy û Karacahîsarê yên Mîlasê ku Daristana Akbelenê lê ye, ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê ve ji bo ku wek qada kana lînyîtê bê bikaranîn, hat îhlalkirin. Ev biryar dîsa ji aliyê Erdogan ve hat betalkirin.
* 28 Adar: Mazota ku ji boriyê derket di dema xebata rê ya li Kartepeya Kocaeliyê de teqiya û tevlî Gola Sapancayê ya ku ava vexwarinê ya bi milyonan e bû.
* 4 nîsan: Asta parastina taxên Alîbahadir, Paşamandıra, Ogumce, Mahmutşevketpaşa û qonaxa Riva Beylikmandira Beykozê ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve hat daxistin.
* 24 nîsan: Li Colemêrgê ji bo rawestandina kolandina kana zinc û pîl ku ji aliyê şîrketên Karakaya û Sedex Resources Mining ve hatine destpêkirin, nobet hat destpêkirin.
* 29 nîsan: Li Saraykoya Denîzliyê piştî kolandina bîra ku ji bo Santrala Jeotermalê (GPP) hat vekirin teqiya, metalên giran ên wekî hîdrojen sulfîd û gaza karbondîoksît, bor û kadmiyum zêdeyî 2 hefteyan li hewayê derketin.
* 12 gulan: Qanûna Guhertina Qanûna Madenê û Hin Qanûnan di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Li herêmên ku ji aliyê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ve weke qadên çavkaniyên enerjiyê yên nûjen hatine ragihandin, bêyî plansaziya zonê, rê li ber avakirina santralên hilberîna enerjiya dikare bê nûkirin were vekirin.
* 5 hezîran: Têkoşîna parêzvanên xweza jiyanê ya li dijî xebatên madenê yên li derdora Çiyayên Kazê berdewam dike, daxwaza mezinbûnê ya Zenît Madencilîk a ku li herêmê xebatên siyanûrê dimeşîne hate qebûlkirin.
* 29 hezîran: Nêzîkî navçeya Erdek-Narliyê ya Balikesîrê, mêrgên behrê yên ku wek pişika behrê tên binavkirin, di bin navê 'paqijkirina peravê' de li qeraxê hatin rakirin.
* 29 hezîran: Bi biryara Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan li Artvîn, Bedlîs, Stenbol û Îzmîrê bi giştî 496 hezar û 443 metrekare statûya daristanê winda kir.
* 2 îlon: Ji bo daxwaza zêdekirina kapasîteya kana nîkelê ya Zorlu Holdingê ya li navçeya Manîsa Gordesê biryara "ÇED'ê erênî" hat dayîn.
* 16 îlon: Sûlava Dekûkê ya li Taxa Harbiye ya navçeya Defne ya Hatayê ye, ji ber teqîna ku ji aliyê fîrmaya kanê ya ku li herêmê di çarçoveya xebatên lêgerîna madenê da dixebitî hat îmhakirin.
* 20 îlon: Ji bo stargeha masîgiran a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Orduyê li navçeya Altinorduyê dixwest çêbike, ji aliyê Dadgeha Îdarî ve cara sêyemîn biryara "ÇED'ê erênî" hat dayîn.
* 20 cotmeh: Li Bendava Aya Yorgî ya navçeya Çeşme ya Îzmîrê bi guherandina qadeke ku ji bo qadeke 400 hezar metrekare hat kirin, statûya herêmê ji 'qada rekreasyonê' bû 'herêma niştecih û bazirganiyê'. Qad ji avakirinê re hat vekirin.
* 7 mijdar: Hat diyarkirin ku 6 milyon ton kolandina ku bi azbest barkirî di kolandina deryayê ya li Bendera Mêrsînê de hat dîtin dîsa avêtin behrê.
* 25 mijdar: Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, ji bo 51 parsel qadên kesk ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji bo kana komirê bê vekirin, biryara 'bi lezgînî tinekirin' hat dayîn.
Sibe: Aborî
MA / Tolga Guney