Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye

  • rojane
  • 09:51 22 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Rojnamegeran diyar kirin ku qetilkirina her rojnamegerekî/ê sûcekî navneteweyî ye û xwestin têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn lêpirsîn bê destpêkirin. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yên yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrişên ser Pira Qereqozaqê û derdora Bendava Tişrînê jî di roja 13’emîn de berdewam in. Dema rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn geşedanên li herêmê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de bi êrişan SÎHA’yan a dewleta tirk hatin qetilkirin. Di nava 5 salan de dewleta tirk 9 rojnameger qetil kir. 
 
Rojnameger Încî Hekîmoglû, Candan Yildiz û Hakki Ozdal bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan.  
 
SÛCEKÎ NAVNETEWEYÎ YE 
 
 
Încî Hekîmoglû, bi bîr xist ku Îsraîl li Xezeyê rojnamegeran hedef digire û wiha got: “Tirkiye jî heman tiştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hedefgirtina rojnamegerên li qadê nûçeyan dişopînin, sûc e. Mixabin em di pêvajoyeke wisa de ne ku sûcên navneteweyî jî ‘rewa’ tên nîşandan. Lê ev sûc e. Dema mirov li nûçeyan dinêre, dibîne ku her du rojnameger yekser hedef hatine girtin. Dê ev pêvajo derbas bibin û ev sûcên li dijî mirovahiyê dê hem li qada navneteweyî hem jî li Tirkiyeyê bên ser maseyê. Ev demekî dirêj e mafê agahîgirtinê yê cemaweriyê tê binpêkirin. Rojnameger li Tirkiyeyê tên girtin û bi dadgehan tên bêzarkirin. Êdî li derveyî sînor jî hedef tên girtin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ KANALÊN MUXALÎF DA
 
Încî Hekîmoglû, diyar kir ku ev êriş tenê nebin mijara yek du rêzikan û ev tişt anî ziman: “Kanalên ji xwe re dibêjin muxalîf, derheqê vê mijarê de yek gotin nekirin. Muxalîf nînin. Divê ev têgeh biguhere. Di navbera wan û îktîdarê de hevkariyeke veşarî heye. Divê bertekeke mezin nîşanî van êrişan were dayin. Divê her di rojevê de be. Dê rojnameger peywira xwe bidomînin. Ne tenê rêxistinên rojnamegeran divê her kes bertekê nîşanî van cînayetan bide. Banga min li tevahiya raya giştî ew e ku bertek nîşan bidin.” 
 
‘DIVÊ RÊXISTINÊN SERBIXWE BIKEVIN DEWERÊ’ 
 
 
Rojnameger Candan Yildiz jî got; “Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye” û wiha axivî: “Nayê qebûlkirin ku rojnameger li qada şer bên qetilkirin. Nazim Daştan bi nûçeyên xwe yên têkildarî Komkujiya Şengalê ya ji hêla DAIŞ’ê ve hatiye kirin, di bîra min de ye. Em ji bîr nekin ku yek ji dewletên herî zalim Îsraîlê jî rojnameger Şîrîn Ebû Akîle dema peywira xwe dikir bi zanebûn hedef girt û qetil kir. Rêxistinên serbixwe lêpirsîn dan destpêkirin û derxistin holê ku Akîle bi zanebûn hedef hatiye girtin. Divê heman lêpirsîn ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî were kirin. Ji ber nûçeyên xwe hedef hatin girt. Li qada ku gelek aktor tê de cih digirin, divê teqez rojnameger li qadê bin. Ma kî dizane bê herî dawî kîjan wên û dîmen kişandine. Divê hemû saziyên rojnamegeran xwedî li Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn derkevin. Divê rojnameger li qadên şer di bin parastina naveteweyî de bin. Ji ber hiqûqa şer, kesek destê xwe nêzî rojnamegeran nake. Parastina rojnamegerên din berpirsyartiya van saziyan e.” 
 
BANGA LÊPIRSÎNÊ
 
 
Rojnameger Hakki Ozdal jî anî ziman ku ew bi xemgînî û bihêrs hîn bûn ku rojnameger hatine qetikirin. Ozdal, wiha got: “Di nava van 10 salan de bi hezaran sivîlan û bi dehan rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan. Bîlgîn û Daştan ji hewayî ve hedef hatine girtin û xuyaye ku bi zanebûn hedef hatine girtin. Ev cînayet, ji hêla hêzên li herêmê bêîstîqrariyê çêdikin û naxwazin agahiyên rast bên bihîstin ve tên kirin. Ev cînayet, xeleka dawî ya zextên li ser çapemeniya Kurd e. Ev, di heman demê de sûcekî şer e. Bertekên li dijî van cînayetan tên nîşandan, dê diyar bike bê ka di demeke nêz de rojnameger dê li Sûriye û herêmê çiqas di ewlehiyê de bin.” 
 
Ozdal, banga vekirina lêpirsînê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Polîtîkayên koma jê re dibêjin SMO ku êrişî herêmê dike û hikûmeta AKP’ê ye ku bi eşkereyî piştgiriyê dide vê komê. Ev rewş herêmê ber bi bêîstîqrarî û kaosê ve dibe. Dibe sedema mirina sivîlan. Ji bo derheqê êrişan de lêpirsîn were destpêkirin û berpirsyar bên cezakirin, ez bang li rayedaran dikim ku peywira xwe pêk bînin û bang li rêxistinên çapemenî-pîşeyî jî dikim ku zextê li saziyên têkildar bikin.” 
 

Sernavên din

12/08/2025
11:43 Ji bo Metîn Arslan meş hat lidarxistin: Em ê têkoşîna wan mezin bikin
11:37 Altiparmak: Divê îfadeya Akin Ozturk a têkildarî Roboskê weke firsend bê dîtin
10:46 Dîsa Minbic hat dagirkirin: Hişmendiya wan wek ya DAIŞ’ê ye
10:31 Ji Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû
09:54 Hevserokê OHD’a Enqereyê Sîdar: Divê komîsyon Ocalan guhdar bike
09:38 ‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe destkeftiyên jinan misoger nabin’
09:08 Polîsan ji bo 'sihbetê' gazî wî kir, piştî ku red kirî gef lê hatin xwarin
09:02 Şêniyên gundê Mizakê: Em ê rê nedin talanê
09:01 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 Rojnamevana der barê wê de biryara kelemçeya elektronîk hat dayîn: Ev cezakirin e
09:00 ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN
07:59 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
07:53 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
11/08/2025
19:45 Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civiya
18:19 Li Wanê jin li dijî qirkirinan meşiyan
17:32 Di navbera Iraq û Îranê de peymana 'ewlehiya sînor'
17:18 Bahçelî: Dê bi rêya komîsyonê ewrên li ser aramî û biratiyê bên belawelakirin
17:13 Civîna qabîneyê ya serokkomartiyê dest pê kir
17:08 Navên endamên komîsyonê yên nû ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin
16:54 Bi sedan kes ber bi cihê şîna Tunç ve meşiyan: Rêya te rêya me ye
16:28 Zaroka ber Çemê Arasê ketî jiyana xwe ji dest da
16:28 Li stargeha Şaredariya Qersê tundî li kûçikan hate kirin
16:17 Çalakiya jinên Beluc di roja 27’an de ye
16:11 Pêşangeha ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz bi dawî bû
16:03 Erdhejokên li Sindirgiyê didomin
15:37 Nîjadperestan li Mêrsînê êrişî malbateke Kurd kirin
14:45 Komkujiyên li dijî jinan hatin protestokirin: Têkoşîn parastina herî xurt e
14:30 DEM Partiyê silha du malbatan kir
14:27 ÎHD: Bila faîlên êrişên li dijî karkerên Kurd bên darizandin
13:37 ÎHD’ê rapora binpêkirinên mafan ên di 6 mehên dawî de li Kurdistanê hatine kirin parve kir
13:09 Ji sedî 49’ê xebatkaran dixwazin hemû sendîka li ser maseya peymanê bin
12:55 Li Sindirgiyê xebatên tespîtkirina xesarê dest pê kirin
12:47 Polîsên ku malên şînê dorpêç kirin mizgeft jî li îbadetê girtin
12:07 Ji bo komîsyonê dê 3 kesên nû bên diyarkirin
11:34 Rêwiyê Aştiyê Aktaş vegot: Têkoşîna wî anî van rojan
11:16 Awûstralyayê ragihand ku dê Filistînê bi awayekî fermî nas bike
10:44 Xetere li ser serweriya Ermenistanê çêkirin: Dibe ku demografya biguhere
10:42 Li Pira Dehderî avahî zêde dibin: Pêwîstî bi çareseriya aqilê hevpar heye
10:23 HPG’ê şehadeta Metîn Arslan û Nûreddîn Sofî ragihand
09:37 Bertek nîşanî astengkirina şînan da: Hem li gorî hiqûqê hem li gorî olê sûc e
09:36 Li cihê erdhej û hezazan lêgerîna madenê
09:01 Êrişên li Zap, Metîna, Avaşînê: Armanc xitimandina pêvajoyê û domandina şer e
09:00 Navnîşana nû ya talankirina xwezayê: Geliyê Bertûlê
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2025’AN
08:44 Li Balikesîrê erdhejeke din çêbû
10/08/2025
16:34 Li Reqayê kampanyaya ‘Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe’
16:05 Li dijî jeotermala li Geliyê Periyê meş hat lidarxistin
15:33 Ekîn Wan hat bibîranîn: Têkoşîna wê rêya me ronî dike
15:25 Komxebata ciwanan: Manîfestoya civaka demokratîk perspektîfa azadiyê ye
15:00 Çalakiya jinên Beluc didome: Em qirkirinê îfşa dikin
13:41 Îsraîl dê 430 hezar leşkerên cîhgir seferber bike
13:33 Li Anamurê agir bi daristanê ket
13:29 Bahçelî: Li bendê ne ku xebatên pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin
13:26 Li Samandagê hişyariya provokasyonê: Em çanda xwişk-biratiyê biparêzin
13:14 Li Wanê di şewatê de 4 dikan şewitîn
12:15 Şîna Bêrîtan Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
12:15 CPT: Tirkiyeyê di Tîrmehê de 18 caran êriş kir
11:39 Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket
11:38 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin
11:38 Li Brezîlyayê qeza: 11 kes mirin 45 kes birîndar bûn
11:37 Tundiya mêr: Du jin hatin qetilkirin
11:33 Di bin siya ‘Pêvajoya aştiyê' de li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê
10:35 Hejmara 128’an a kovara Jinê derket
10:30 Ferda Fahrîoglû: Divê rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna aştiyê de cih bigirin
10:29 Li Geliyê Periyê xebatên jeotermalê: Armanc koçberkirin e
09:44 Gundên Sêweregê bê av û ceryan in: Kes çareser nake
09:36 'Divê goristan bên çêkirin û rê bidin serdanên malbatan’
09:21 Girtiyê ku lêgerîna nava dev red kir hat derbkirin
09:20 'Heke ji bo çareseriyê israra wan hebe wê demê bila mafê hêviyê cîbicî bikin’
09:00 ROJEVA 10’Ê TEBAXA 2025’AN
09/08/2025
16:49 Amedspor bi Mbaye Diagne re li hev kir
15:54 Ji bo bîranîna rojnamevan Denîz ê ku JÎTEM'ê ew qetil kir pêşangeh hat vekirin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Welat Hazirê HPG'î hat kirin
14:32 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Qerçekê îşkence heye
14:25 Dayikên Şemiyê ji bo rojnamevan Ferhat Tepe doza edaletê kirin
14:15 'Bila komîsyon aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin derxîne holê'
13:47 Fîdan bi Sîsî re civiya
13:43 Hûsiyan êrişî Îsraîlê kirin
12:15 Li Amedê Komxebata Aştiyê: Divê em bi hev re aştiyê ava bikin
11:47 Hikûmeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya
11:33 Trump û Putîn wê li Alaskayê bicivin
11:28 Şêniyên Wan û Gimgimê: Em misogerkirina qanûnî dixwazin
10:24 Cinayeta ku 33 sal in nehatiye ronîkirin: Kevneşopiya wî didome
09:41 Di 2 salan de li 3 girtîgehan 56 caran berdana girtiyan hat taloqkirin, înfaza 16 girtiyan hat şewitandin
09:19 Talankirina ekolojiyê kaniyên Şirnexê ziwa kirin
09:05 Ji Şaredariya Peyasê li dijî cinayetên jinan plana çalakiyan
09:03 Wezaretê berpirsiyariya xwe ya di qirkirina daristanan a bi destê cendirme û cerdevanan de qebûl nekir
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2025'AN
08/08/2025
22:20 Ji Abdullah Ocalan ji bo gelê Kampa Mexmûrê name
21:11 Civîna sêyem a komîsyonê wê di 12’ê Tebaxê de be
16:34 Encamnameya Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan: Çareserî Sûriyeya nenavendî ye
16:24 'Em ê Sûriyeyeke hemû kesî hembêz dike ava bikin’
16:13 Şewata li Çanakkaleyê nêzî jîngehan bû
15:55 Denîz Firat di sala 11’emîn a qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:45 Şewata li Licê hate vemirandin
14:55 Ji Elewî û Durziyan peyama yekhelwestiyê: Çareserî, pergala nenavendî ye
14:54 Jinên Beluc: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
14:34 Guler, Yerlîkaya û Kalin beriya civîna komîsyonê hatin gel hev
14:08 Di 10 rojan de 8 hezar îmze: Bila eko-qirkirin bi dawî bibe
14:02 Kurtulmuş: Em mecbûr in pêvajoyê bi baldarî birêve bibin