Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye

  • rojane
  • 09:18 26 Kanûn 2024
  • |

MÊRDÎN - Fettah Tekîn ê ku 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê ya kurd de winda kirine û zarokek wî di girtîgehê de ye, ji roja destpêkê ve cihê xwe di çalakiya nobedê ya li sînorê Nisêbîn-Qamişlo de girtiye. Tekîn ê ku rengê çalakiyê ye got: “Ez hêza xwe ji hezkirina welatê xwe digirim. An em ê li ser vê xakê bimirin an jî em ê azad bibin." 

Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya li dijî êrişên artêşa tirk û ASN a girêdayî wê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 14’an de didome. Ji bajar û navçeyên derdorê gelek kes her roj piştgiriyê didin çalakiya nobedê. Yek ji kesên herî balkêş ê çalakiyê Fettah Tekîn ê 59 salî ye ku ji roja destpêkê ve bi hevjîna xwe Gurbet Tekînê re beşdarî çalakiyê dibe.
 
HAT GIRTIN, 2 ZAROKÊN WÎ JIYANA XWE JI DEST DAN, YEK JÊ GIRTÎ YE Û EW JÎ DI ÇALAKIYÊ DE YE
 
Tekîn ê ku her roj saet di navbera 12.00-16.00'an de ji navçeya Artûklûyê tevlî çalakiyê dibe, bi dirûşmeyên ku diqîre û govenda dide gerandin remgekî cuda li çalakiyê bar dike. Tekîn, 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kirine û kurek wî jî di girtîgehê de ye. Tekîn bixwe, hevjîn, keç, 2 neviyên wî û zarokek wî di dîrokên cuda de hatine girtin û serbest hatine berdan. Tekîn di her firsendê de û li her qada ku lê ye daxilî nava têkoşînê dibe. Niha jî beşdarî çalakiya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo bûye ku piştî ku Tirkiye û QSD’ê êrişî herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kirin hat destpêkirin.
 
‘JI BO JIYANEKE AZAD'
 
Fettah Tekîn diyar kir ku di 14 saliya xwe de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nas kiriye û got ku bi salan e ew û malbata xwe bênavber di nava têkoşînê de ne. Tekîn got: “Em di nava lêgerîna azadiyê de ne. Kêmasiyên kal û bavên me hebûn, lê em ê van kêmasiyan wekî mîrate ji zarokên xwe re nehêlin. Ji ber vê jî heta ji destê me tê em ê ji bo vê dozê têbikoşin. Em di zindanan de man, li sirgûnê jiyan, lê em hîn li vir in û têkoşîna xwe didomînin. Zarokek min niha di girtîgehê de ye. Ji sala 1992’yan heta niha 3 caran hatim girtin. Ji bilî hevjîna min û kurê min, keça min û du zarokên wê 2 sal û nîvan di girtîgehê de man. Wekî gelê kurd em ji bo azadiyê têdikoşin. Me mafê kesî desteser nekiriye. Em tenê mafên xwe dixwazin. Têkoşîna me jî wekî gelên cîhanê li xaka xwe jiyaneke azad e. Lê kî dijminatiya gelê kurd bike, Tirkiye li kêleka wan e û hevkariyê dike."
 
‘ÊRIŞ LI DIJÎ MODÊLA JIYANÊ NE'
 
Tekîn diyar kir ku bi taybet ji bo Rojavayê û bi giştî ji bo azadiya hemû kurdan têdikoşin û got ku ew ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin. Tekîn diyar kir ku şerê li Rojavayê li dijî modela jiyanê ya li wir hatiye avakirin bi xwe ye û got: “Hemû gelan li wir jiyana bi hev re ava kirin û modelek mînak danîn. Ev model ne li gorî berjewendiyên dewletên kapîtalîst e. Ji ber vê yekê îro piştgirî didin Tirkiyeyê. Bêdengiya dewletên navneteweyî ya li pêşberî êriş û qetlîamên îro yên li hemberî Rojavayê, ji ber modela ku hatiye avakirin e. Bangan dikin û dibêjin 'Sûriye ya Sûriyeyê ye'. Kurd jî li Sûriyê dijîn. Navê herêma ku lê dijîn Rojava ye û gelên li wir dijîn axa wan e. Bav û kalên wan li wir jiyane û ew ê jî li wir bijîn. Modela li Rojavayê modelek e ku birêz Abdullah Ocalan afirandiye û pêşkêşî gel kiriye. Dewletên navneteweyî, nivîskar û rewşenbîr li ser vê modela jiyanê lêkolînan dikin. Ev model ji bo hemû mirovahiyê pir girîng e. Tirkiye û hin dewlet nikarin vê modelê tehemûl bikin. Ji bo vê jî êrişî kurdan dikin. Gelê kurd bi biryar, xwedî îrade ye û wê heta dawiyê li ber xwe bide û bi ser bikeve."
 
Tekîn got: “Ez dibim deng û rengê hevalên li vir. Ez li vir moralê hevalan geş dikim. Dema gelê me yê Rojavayê moralê me dibîne, moralê wan jî geş dibe. Her roj ez ji malê derdikevim û têm qada nobedê. Ez hêzê didim hevalên li vir."
 
‘ROJ ROJA YEKITIYÊ YE'
 
Tekîn bal kişand ser girîngiya yekîtiya kurdan û wiha got: “Divê em yekîtiya xwe pêk bînin. Ger kurd di nava xwe de nebin yek, pirsgirêka kurd çareser nabe. Ger em dixwazin bibin xwedî statu, divê pêşî em bibin yek. Dijminê bav û kalên me nabe dostê me. Îro roja yekîtiyê ye. Em hesabên biçûk bidin aliyekî û azadiya gelê xwe bi dest bixin. Ger gelê me ji Efrîn û Serêkaniyê derkeve wê bi ku ve biçe? Cihekî me yê din tune ku em biçinê. Em ê hemû li cihê ku lê ne li ber xwe bidin û ji niha û pê ve em ê tu bajar û gundên xwe vala nekin. Em ê li vê xakê bimirin an jî em ê azad bibin. Ez ê heta dawiyê rengê xwe li vê çalakiyê zêde bikim. Her kes dipirse 'ev hêz û ev deng ji ku tê?' Ez vê hêzê ji evîna ax û welat distînim. Ev evîn, tenê bi wan kesan re ye ku bi hesreta welatê xwe ne."
 
MA / Omer Erdogan 
 

Sernavên din

16/08/2025
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin
15:08 Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome
14:51 Li Pakistan û Hindistanê lehî rabûn: 109 kes mirin
13:47 BES-AR: Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 64.81 di bin sînorê birçîtiyê de ma
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
13:34 Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê hate gulebarankirin
13:33 Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin
13:15 Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn: Em ê kujeran ji bîr nekin
13:03 Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin
13:02 Wesayîta ji bo vemirandina şewatê diçû qeza kir: Kesek mir
12:08 Li Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
12:07 DEM Partî: Hefteya pêş dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdar bike
11:33 Li Kolombiyayê êriş: 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
11:00 Ji jinên li dijî Talîbanê li ber xwe didin heta Rojava: Em platformên hevpar ava bikin
10:09 Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû
09:25 Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
09:20 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
09:13 Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
09:01 ‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
09:00 Dayikan bang li dewletê kir: Rêya aştiyê vekin
09:00 Dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike
09:00 ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
12/08/2025
21:49 Komisyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê û xizmên windayan guhdar bike
21:31 Cenazeyê Nûreddîn Sofî hat definkirin
19:18 Li Mersînê jinek hat qetilkirin
18:48 Cenazeyê 22 Êzdiyên hatin qetilkirin anîn Mûsilê
16:44 Yildiz ê MHP’î: Hiqûqê înfazê divê jinûve bê nivîsandin
16:36 Şîna Azad Ararat hate ziyaretkirin
16:28 CHP’ê ji bo ‘demokratîkbûnê’ 29 xal pêşkeşî komîsyonê kir
15:43 Endamê Koma Aştiyê Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn
15:22 Kurtulmuş: Meseleya esasî ya komîsyonê sererastkirinên pêwîst in
15:02 Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin
14:40 Înîsiyatîfa Rêzgirtin Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re: Êrîşên li dijî cenazeyan zirarê dide pêvajoyê
14:18 Komîsyona Meclisê cara 3’yemîn civiya
14:15 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon dê nexşerêyê nîqaş bike
14:03 Li Mersînê 11 kesên ku êrîş pêk anîbûn serbest hatin berdan
13:27 Dayika Metîn Arslan: Ez bi kurê xwe serbilind im
13:21 Ozgur Ozel têkildarî komîsyonê daxuyanî da
13:17 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
13:01 Li Sudanê li dijî kampa penaberan êriş hat kirin: 40 kes hatin qetilkirin
12:50 Şewata li Manîsayê di roja 2’yan de didome
12:14 OHD'ê bang li dewletê kir: Rêzê ji bo mafê şîngirtinê û definkirinê bigirin
11:44 Nûreddîn Sofî dê li Qamişloyê bê definkirin