ÎZMÎR - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Îzmîrê bertek nîşanî qetilkirina rojnamgeran a ji hêla dewleta tirk û Îsraîlê ve dan û wiha gotin: “Divê faîl bên eşkerekirin û cezakirin. Êriş ne tenê li dijî rojnamegeran, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin û rojnamegerên ji hêla Îsraîlê ve li Filistînê hatin qetilkirin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Rojnamegerî ne sûc e" hat hilgirtin. Daxuyanî, ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêmên pevçûnan rojnameger tim hedef tên girtin û Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî dema ku geşedanên li Sûriyeyê dişopandin rastî êrîşan hatin û hatin qetilkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hîna duh Rêxistina Parastina Sivîl a Filistînê ragihand ku 5 rojnamegerên ku bûyerên li nêzî Nexweşxaneya El-Ewda dişopandin, di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê de wesayîtên wan ên weşanê hatine hedefgiritn û hatine qetilkirin. Mafê jiyanê yê rojnamegeran ne tenê mafekî mirovî ye, di heman demê de ji bo domdariya civakek azad û demokratîk jî nirxek bêdawî ye. Ev binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ya mirovî û peymana Cenevreyê ye. Kuştina sivîlên ku ne aliyên şer in li gorî qanûna Romayê qedexe ye. Binpêkirina mafê jiyanê yê rojnamegeran ne tenê windakirina mafên takekesî ye, lê êrîşeke topyekûn e li ser mafê gel ê gihandina rastiyê ye."
'ÇAPEMENIYA ÎKTÎDARÊ JI QETLÎAMÊ RE HINCET NÎŞAN DA’
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku azadiya gelan a ragihandinê bi peymanên navneteweyî tê parastin û ji parastin û bikaranîna bi bandor a van mafan dewlet berpirsyar in û hat gotin ku li Tirkiyeyê bi taybet rojnamegeriya muxalif sûc tê dîtin. Berdewama daxuyaniyê wiha ye "Em sûcdariyên derbarê Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di hin organên çapemeniyê de hatin dayîn, bi tundî red dikin." Êrîşên li qadên pevçûnê ku rojnameger ratî wan tên, ne tenê xebatên wan ên pîşeyî asteng dike, di heman demê de mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn ê mirovî ye jî ji destê wan digire. Em weke saziyên îmzeya wan li jêrê daxwaz dikin ku astengiyên li pêşiya mafê jiyanê, azadiya raman û ragihandinê, bên rakirin."
SAZIYÊN METNA DAXUYANIYÊ ÎMZE KIRIN
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên metna daxuyaniyê îmze kirin ev in: Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Şaxa Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) a Îzmîrê, Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGETUHAYDER), Rêxistina Partiya Tevgera Kedkar (EHP) a Îzmîrê, Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê, Halkevlerî, Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, Kaldiraç, Platforma Şaxan a KESK’ê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê, Partîzan, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Îzmîrê, Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê, Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP), Piştevaniya Binevş û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP).