RIHA – Gelê Pirsûsê ku xizmên wan ên li Kobanê ya di bin gefa êrişên dewleta tirk de ne gotin: "Kurdên li vir û yên li Kobanê wekî hev in. Zarokên me li wir in, birayên me li wir in. Ha êrişî wan tê kirin ha êrişî me. Ha ew tên qetilkirin ha em. Tu ferq tune ye."
Êrişên dewleta tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Kobanê, yek ji wan bajaran e ku gef lê tên xwarin. Yek ji bajarên ku ev xeterî herî zêde lê tê hîskirin jî navçeya Riha Pirsûsê ye. Li her du navçeyên ku bi sînorên çêkirî ji hev hatine veqetandin, xizmên hev pir in. Gelê Pirsûsê ku xizmên wan di bin êriş û gefan de ne, li sînorê Kobanê-Pirsûsê cihê xwe di nobedê de girtin û diyar kirin ku êrişa tê kirin li wan tê kirin.
'HA EW HATINE QETILKIRIN HA EM'
Ji kesên beşdarî nobedê bûne Halîl Demîr diyar kir ku Kobanê û Pirsûs ji dîrokê heta niha yek in, lê bi avabûna Tirkiyeyê re bi sînorên çêkirî ji hev hatine veqetandin. Demîr bertek nîşanî êriş û gefên li ser Kobanê da û got: "Ez ji Pirsûsê me, lê zarokên xaltiya min jî li wir dijîn. Beşek ji malbata me li gundên li sînor dijîn. Kurdên li vir û yên li vir, birayên hev in. Ha ew tên qetilkirin ha em. Tu ferq tune ye. Divê tu kes van êrişan qebûl neke."
Kemal Barlin ê ku hin xizmên wî li Kobanê dijîn, diyar kir ku di mala xwe ya li ser sînorê Kobanê de dengê teqîn û guleyan dibihîse û got: "Li vir rastî ev e; di navbera me û Kobanê de tenê têl hene. Em xizmên hev in. Me bi salan danûstendin kiriye, dawet kirine. Her dengê topan tê me, ziravê me diqete. Kes nikare me û wna ji hev veqetîne. Dewlet çi dike bila bike, lê dê tu tişt neguhere."
Barlîn destnîşan kir ku heya êrişên li ser xizmên wan ên li wî aliyê sînor bidomin, ew ê di çalakiya nobedê de bin.
'HEYA ÊRIŞ BI DAWÎ BIBIN EM Ê LI SÎNOR BIN'
Ahmet Dagtekîn jî anî ziman ku xizmên wî yên li 3 gundên Kobanê dijîn rastî êrişan tên û got: "Em her roj bi wan re diaxivin. Dibêjin êriş hê jî didomin. Dibêjin çete bi alîkariya dewletê êrişî wan dikin."
Dagtekîn anî ziman ku ew ê van êrişên li ser Rêveberiya Xweser qebûl nekin û diyar kir ku heta êrişên Tirkiye û komên girêdayî wê yên li ser Rêveberiya Xweser û gel bi dawî nebin dê nobedê bigrin.
MA / Ceylan Şahînlî