AGIRÎ - Endama Şaxa ÎHD'ê ya Agiriyê Parêzer Rûken Keskîn ku 3 girtiyên jin ên li Girtîgeha Patnosê rastî îşkenceya fizîkî hatin ziyaret kirin, diyar kir ku her çend 4 roj piştî îşkenceyê çûne serdana girtiyan jî, hê jî li ser laşên girtiyan şopên îşkenceyê hebûne.
Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê 3 girtiyên jin di 18’ê Kanûna 2024’an de rastî tundiya fizîkî ya gardiyanan hatin. Endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Agiriyê û parêzer Rûken Keskîn a ku piştî banga girtiyan bi malbatan re çû girtîgehê got: “Tevî ku di ser tundiyê re çend roj derbas bûne jî şopên îşkenceyê li ser laşê wan xuya bûn. Polîtîkaya bêcezakirinê bingeha îşkence û binpêkirina mafan a li girtîgehê ye."
Parêzer Rûken Keskîn
‘ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ HENE'
Rûken Keskînê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di hevdîtina bi girtiyên jin ên li girtîgehê de û got: “Di hevdîtina bi girtiyan re tişta herî balkêş tundiya derûnî bû. Dema wan îşkenceya ku li wan hat kirin vegotin jî diyar bû ku hîna di bin bandora wê de ne. Di hevdîtinên me yên bi her sê girtiyan re diyar bû ku îşkence li wan hatiye kirin. Em dizanin ku beriya niha li Girtîgeha Panosê gelek binpêkirinên mafan hatibûn kirin û li ser vê yekê jî rapor hatine çêkirin. Tevî ku 4 roj piştî îşkenceya girtiyan bi wan re hevdîtin pêk hat jî, li gelek cihên laşê girtiyan birîn xuya bûn. Hîn jî şopên kelepçeyê li ser zendên wan hebûn."
RAPOR NAYÊ DAYÎN
Rûken Keskînê diyar kir ku di dema hevdîtinê de girtiyan ragihandiye ku ji aliyê zêdetirî 40 gardiyanan ve rastî tundiyê hatine û got: "Girtiyan got, '3 saetan 40-50 gardiyanan li me xistin.' Jina bi nexweşîna dil a ku rastî tundiyê hat rakirin nexweşxaneyê. Girtiyan ji nexweşxaneyê raporê dixwazin û diyar dikin ku rastî tundiya fizîkî hatine, lê ji ber nexweşiya dil tên dermankirin û wan dîsa tînin girtîgehê. Jinên ku rastî tundiyê hatin, diçin revîrê. Li ber deriyê revîrê jî îşkence û qîrîn berdewam dikin. Ne mimkûn e ku bijîşj van dengan nebihîze. Girtî ji bo pirsa bijîşk 'hûn hatin derbkirin?' dibêjin 'Ma deng nehat we?' Lê bijîşk raporê nade wan."
Rûken Keskîn anî ziman ku sedema ev qas îşkence û binpêkirinên mafan polîtîkaya bêcezakirinê ye û got ku hêzî lêpirsîneke çalak der barê bûyerê de nehatiye destpêkirin.
Rûken Keskînê bilêv kir ku gelek saziyên mafên mirovan li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan raporan amade dikin, lê rapor esas nayên girtin û got ku polîtîkayên bêcezakirinê hev du xurt dikin. Rûken Keskîn destnîşan kir ku ji bo rawestandina îşkence û binpêkirinên mafan divê raya giştî tevbigere û hesas be.
MA / Mehmet Guleş