MÊRDÎN – Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatibû tayînkirin, 26 karkerên din ên ku bi biryara dadgehê vegeriya bûn şaredariyê ji kar hatin derxistin.
Ji kar derxistina karkeran a ku piştî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun di 4'ê mijdara 2024'an de wek qeyûm hatibû tayînkirin, dewam dike. Hate hînbûn ku qeyûmê ku beriya niha 98 kes ji kar derxistin, 26 kesên din jî ji kar derxist.
26 kesên ku di sala 2016’an de bi hinceta xala 22’an a Zagona Kar ji kar hatibûn dûrxistin piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin, ji kar hatin derxistin û bi biryara dadgehê ji aliyê şaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve vegeriyan ser karên xwe.
Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kirin heta niha 124 karker ji kar hatin derxistin.
Hate hînbûn ku karkerên ji kar hatine derxistin, piştî ku hatin îadekirin weke karkerên berê ji kar hatibûn derxistin 5 meh û 29 rojan xebitîn û piştî temambûna 5 meh û 29 rojan ji kar hatin avêtin. Hate hînbûn ku karkerên ji kar hatine avêtin dê der barê qeyûm doz vekin.