Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne

  • jin
  • 16:47 4 Çile 2025
  • |

AMED - Di daxuyaniya li Amedê ya têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê de, pirsa "Çi bi Rojîn Kabaîşê hat" kirin.

Têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê, Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê daxuyaniyek dan û pirsa "Çi bi Rojîn Kabaîşê hat?"kîrin.  Malbata Rojîn Kabaiş, DAKAP û Pêkhateyên Torê, Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Adalet Kaya, Hevseroka Amedê Gulşen Ozer, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Pankarta bi dirûşmên, "Jin li pey kiryaran in", "Çi bi Rojînê hat", "Ji Narîn û Rojînê re edalet", "Doza Rojînê bê şopandin namîne", "Xweparastin hebûn e",  “Zihniyeta ku Gulistan wenda kir, Gulîstanê qetil kir” û "Kuştina jinan polîtîk e" hat vekirin.
 
'EM JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN'
 
Daxuyanî li ser navê DAKAP'ê ji aliyê Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Raperîn Akengîn ve hat xwendin. Raperîn Akengînê diyar kir ku qonaxa lêpirsînê hatiye dirêjkirin û diyar kir ku delîl têra xwe nehatine lêkolînkirin û rapora otopsiyê jî bi bandor û têrker nehatiye amadekirin. Raperîn Akengînê got: “Agahdariya malbat û raya giştî ya di encama biryara nepenîtiyê ya di dosyayê de, bi awayekî zelal radixe ber çavan ku pêvajoyên darazê yên der barê mirina jinan de çiqasî bikêmasî û ne temam in. Em bang li raya giştî dikin ku ji nêz ve vê pêvajoyê bişopînin da ku hemû gumanên der barê mirina bi guman a Rojîn Kabaiş de ji holê bên rakirin, darizandinek bi bandor were meşandin û edaleta ku demek dirêj dereng maye pêk were. Em ê weke Tora Dijî Tundiyê ya Amedê Rojîn Kabaiş, Gulîstan Doku ku ji 5’ê Çileya 2020’an û vir ve aqûbeta wê nediyar e û dosyaya kuştina her jinê heta dawiyê bişopînin."
 
Raperîn Akengînê anî ziman ku qebûlkirina daxwazên baro û komeleyên jinan ên têkildar ên mudaxilî dosyayên ku dişopînin, ji bo ku edalet zûtir pêk were, girîngiyeke jiyanî ye. Raperîn Akengîn anî ziman ku nûçeyên tundî û qetlîamên li dijî jin û zarokan hê jî di dora pêş de ne.
 
Raperîn Akengînê diyar kir ku ji bo ji holê rakirina sedemên şîdet û qetlîamên li ser jinan bi awayekî koordînekirî divê polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên bi bandor bên organîzekirin û got, “Divê qadên taybet û giştî ji bo jinan ewle bên çêkirin. Ji bo ku Rojîn ji jiyanê qut nebin, dîvê li KYK, wargehên taybet û kampusên dibistanan ewlehî hebe . Divê neyê jibîrkirin ku qirkirina jinê rastiyeke ku li ser esasê înkar û tinekirina jinê hatiye avakirin. Hêvî û baweriya bi siberoja baş, xweş, wekhev û adil a civakîbûnê û îdiaya têkoşînê ya li ser vê bingehê pêş dikeve.  Ji bo hevgirtina xwe mezin bikin û dengê xwe bidin bihîstin, em bang li her kesî dikin ku bi ruhê têkoşînê mil bi mil di têkoşîna jinan a maf û edaletê de têbikoşin. Divê were zanîn ku qezenca herî mezin guhertina piştî têkoşînê ye. Jin jiyan azadî."
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya axivî û diyar kir ku dema li qetilkirina jinan û mirina bi guman a jinan dinihêrin, dibînin ku ev sûcê li dijî jinan e. Edalet Kaya got, “Sedema van pêkanînan jî gotin û polîtîkayên hikûmetê yên îro yên li hemberî jinan e. Dozên kuştina jinan ji aliyê darazê ve bê ceza tên hiştin. Em weke jinên Kurd û tevgerên jinên femînîst li dijî van hemû polîtîkayan têdikoşin. Divê êdî dozger der barê dosyayê de agahiyên pêwîst bide malbatê û ev rewş di zûtirîn demê de bê ronîkirin.
 
Herî dawî bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaiş di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Em li dijî tundiya li ser jinê ne û kesên vî sûcî dikin divê cezayê herî giran li wan bê birîn. Min Rojîn heta 21 saliya wê bi kedeke mezin mezin kir û heta îro anî. Min bir Wanê û hişt ku ew bixwîne.  lê mixabin Rojîn li wir kuştin û lê xwedî derneketin. Bi vî awayî hewl didin dosyayê bigrin. Keça min qet zirar nedida xwe. Ji ber ku raya giştî û çapameniyê ew hembêz kir, di demên dawî de li şûna ku bibêjin ku wê xwe kuştiye, gotin ku mirinek bi guman bû. Keça min hat kuştin, min şopên lêdan li laşê wê dît. Ev gel wê vê qebûl neke. Ez ê tu carî vê êşê ji bîr nekim, bi kêmanî eger min sedem bizanibûya  dê hinekî êşa min sivik bibûya. Heta pirsên min neyên bersivandin ez ê nesekinim. Sedema keça min dibistan û wargeh e."
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
 

Sernavên din

09/01/2025
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin