NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. HSD’ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan tevahiya êrişên ser Minbic û Bendava Tişrînê têk birine.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li dijî van êrişan berxwedaneke mezin raber dike.
EYN ÎSA
Di êrişa dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê ya li dijî gundê Cideyde yê li bakurê Eyn Îsayê de welatiyê bi navê Emmar Hemed Elî El-Hisên (45) birîndar bû.
TEBQA
Dewleta tirk bi SÎHA’yan 2 caran êrişî mala avahiya welatiyekî ya li bajarokê Curniyê yê Kantona Tebqayê kir. Li gorî agahiyan, di êrişê de xisara madî çêbû.
GUNDÊN MINBICÊ Û BENDAVA TIŞRÎNÊ
Navenda Ragihandina HSD’ê têkildarî geşedanên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên wan temamiya êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî gundên başûrê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê têk birine û gelek endamên SMO’yê hatine kuştin.
HEMÛ ÊRIŞ HATIN TÊKBIRIN
HSD’ê da zanîn ku di bersivdayina hêzên wan de bi dehan endamên SMO’yê hatine kuştin, bi dehan wesayîtên leşkerî û panzêr hatine îmhakirin. Di heman demê de navendê got ku wan dîmenên hemû çalakiyan belge kirine û dê piştre dîmen bên parvekirin.