MÊRDÎN - Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de hat xwestin ku cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bên dayin û bertek nîşanî sekinandina şandeyê hate dayin.
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 26’emîn de didome.
Gelek kes tev li çalakiya nobetê ya li ber deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişloyê tê lidarxistin bûn. Welatiyên di saetên serê sibehê de hatin cihê çalakiyê, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî" berz kirin û govend gerandin. Welatiyan pêşmalkên “Na şer re”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” li xwe kirin. Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz û gelek kes tev li nobetê bûn. Çalakvanan, armanca çalakiyê ji kesên hatine serdana çalakiyê re veogtin. Her wiha rojev hate nirxandin.
BERTEK NÎŞANÎ ASTENGKIRINA CENAZEYAN DAN
Di çalakiyê de wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêlda dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin û pankart û dovîz hatin hilgirtin û daxuyanî hate dayin. Parlamenter Saliha Aydenîz bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da û wiha got: “Heval Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi zanebûn hedef girtin. Ev du roj in malbatên me li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin. Bi zanebûn didin sekinandin. Di esasê xwe de sûcên xwe îtîraf dikin. Bi hedefgirtina rojnamegeran re sûcekî navneteweyî kirin. Divê cenazeyan tavilê radestî malbatan bikin. Em vê nêzikatiya we ya dijminane qebûl nakin.”
Saliha Aydenîz, wiha domand: “Pergala Rojava ji bo cîhanê mînakeke çareseriyê ye. Lewma divê statûya wê were naskirin. Çareserî, bi rêya diyalogê avakirina demokrasiyê ye. Divê îktîdar û muxalefet vî şensî bibîne. Heta ku statûya Rojava tê naskirin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em ê ji bo statûya tevahiya gelê Kurd têbikoşin. Çareserî, fikrên birêz Ocalan in.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Welatiyan, bertek nîşanî sekinandina şandeya ji bo wergirtina cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn çûn Deriyê Sînor ê Xabûrê û du roj in li wir tên sekinandin, da.
Çalakî bi dirûşmên “Çapemeniya Azad rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.