DÎLOK - Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren ku ji bo şopandina nûçeyan çûbû Belqîs a Dîlokê, li vir hat binçavkirin.
Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren li navçeya Belqîs a Dîlokê ku ji bo şopandina nûçeyekî çûbû, ji aliyê polîsên tirk ve li ser “gumanê” hat binçavkirin. Polîsên sivîl pêşiya mînîbus ku Derya Ren têde bû girtin, GBT kirin û piştre bi hinceta ku Derya Ren berê hatiye girtin dan sekinandin.
Polîsan nêzî saetekê dan sekînandin û îdia kirin ku qerta venasînê ya JINNEWS’ê ne derbasdar e. Tevî Derya Ren bi sîgorte bû jî gotin ne rojnamevan e. Polîsan dijûn li xwişka Derya Reng kirin û bi ser de çûn. Derya Ren bertek nîşan da û bi îdiaya ‘mukavetê polîsan’ kiriye hat binçavkirin.
Derya Ren birin Navenda Polîsan a Belqîsê.