NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser bangawaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê û gundewarên Minbicê bênavber didomin. Berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li dijî van êrişan mehek li pey xwe hişt.
Piştî bangawaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran kes li Hesekê li wesayîtan siwar bûn û ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê. Welatiyên di saetên zû yên serê sibehê de bi rê ketin, ber bi aliyê bendavê ve diçin. Girseya ku li Xaçerêya Panoramayê hatin gel hev, hewl didin bi wesayîtan xwe bigihînin bendavê. Welatiyên ber bi bendavê ve diçin dê bertekê nîşanî êrişên dewleta tirk bidin.
DÊ HERIKÎNA GEL BIDOME
Tê payin ku ji bajarên Reqa, Tebqa û Kantona Firatê jî gelek kes biçin bendavê.