MÊRSÎN - Welatiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê li ber xwe didin, wiha gotin: “Yên demokratîkbûnê dixwazin bila dev ji polîtîkayên qeyûm berdin. Em dev ji îradeya xwe bernadin.”
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê didomin. Çalakiya nobetê ya li ber avahiya şaredariyê di roja 6’an de didome. Welatiyên tev li nobetê bûn, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan.
Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Mêrsînê Mahmût Sumbul diyar kir ku divê kesên hatine hilbijartin bi hilbijartinê biçin û wiha got: “Em tayînkirina qeyûm qebûl nakin. Divê hevşaredar û endamên meclisê bên berdan. Em ê kesên li dijî xespkirina îradeya radibin bi tenê nehêlin. Niha pêvajoyek heye û li rexa din jî polîtîkaya qeyûm. Eleqeya van bi hev ve nîne. Yên aştiya civakî û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin divê polîtîkaya qeyûm bi dawî bikin. Divê zemîneke ku hemû gel bi hev re û wekhev dijîn ava bikin û destûreke bingehîn a li ser vî esasî bê amadekirin. Kedkarên cemaweriyê bi aştiyê re ne. Parastine ked û mafan bi aştiyê dibe.”
'DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVE’
Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Metîn Înce jî diyar kir ku careke din îradeya gel hatiye xespkirin û ev tişt anî ziman: “Em qeyûm naxwazin. Şaredarî ya me ye û ya hatiye kirin xesp e. Şaredariya me dorpêç kirine. Em wan naxwazin. Heta hevşaredar û hevalên me tên berdan em ê li vir bin. Divê gelê Kurd xwedî li îradeya xwe derkeve. Tecrîda li ser Rêbertiya me û li girtîgehan didome. Qala çareseriyê dikin lê qeyûman tayîn dikin. Em vê qebûl nakin. Ji bo çareseriyê jidil nînin. Gelê Kurd amade ye lê ew ne amade ne.”
‘QEYÛM DIJIMNATIYA JINAN E’
Sekretera Jinan a Halkevleriyê Çîgdem Serîn jî wiha got: “Ji hêla jinan ve qeyûm tê wateya dijminatiya li jinan. Ji ewil navendên jinan digirin. Hemû mekanîzma û qanûnên jinan diparêzin ji hêla îktîdarê ve tên tunekirin. Qeyûm jî mînakeke. Ev îktîdar dijminatiyê li nûnertiya jinan û hebûna jinan dike.”
'SÛCDARIYÊN TÊN KIRIN DEREW IN’
Harun Encu ku li navçeya Akdenîzê esnaftiyê dike jî wiha got: “Îro dîsa qeyûm tayînî şaredariya me kirin. Em qeyûm qebûl nakin. Sûcdariyên ji bo hevşaredarên me dikin derew in. Dê berxwedan û çalakiyên me bidomin. Her Kurdê xwedî bişeref divê li vir be. Şaredariya Akdenîzê ya me ye. Divê ciwanên Kurd xwedî li îradeya xwe derkevin û şaredariyan biparêzin.”