NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk welatiyên sivîl ên li Bendava Tişrînê nobet digirtin bombebaran kir. Di êrişê de hinek welatiyên sivîl birîndar bûn.
Êrişênd dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê berdewam in. Li dijî êrişan, di 8’ê Çileyê de çalakiya nobetê hatibû destpêkirin.
Dewleta tirk, careke din êrişî welatiyên li Bendava Tişrînê li ber xwe didin kir. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di êrişê de hinek welatî birîndar bûn.