AMED - Xizmên windayan Îffet Mutaş û Remziye Bayramê diyar kirin ku ger li welêt aştî pêk were divê dewlet û desthilat gav bavêjin û wiha gotin: “Heta ku pirsgirêk neyên çareserkirin aştî pêk nayê. Em weke xizmên windayan cenazeyên xizmên xwe dixwazin."
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye ji 28'ê Kanûna 2024'an ve rojeva welêt diyar dike. Abdullah Ocalan bi perspektîfeke çareseriyê ya ji 7 xalan pêkhatî ku bi raya giştî re hat parvekirin, bang li hemû derdorên siyasî û civakî kir ku bi berprisiyarî tevbigerin.
Di çarçoveya hevdîtinê de gengeşeyên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd didomin. Têkildarî vê me me mijarê ji xizmên windayan pirsî ku nêzî 50 sal in bandorê ji polîtîkayên "ewlehşparêz" girtine û ji salên 90'î ve ji bo edaletê têdikoşin.
‘BILA KÊLIKEK WAN HEBE'
Xwişka Mehmet Tekdag ê di 2'yê Sibata 1993'yan de li navçeya Dortyol a navçeya Rezan a Amedê hat qetilkirin Îffet Mutaş û Alî Tekdagê ku di 13'ê Mijdara 1994'an de li Qada Şêx Sêîd li ber Şekerbankê hat revandin Îffet Mûtaşê destnîşan kir ku divê êdî pirsgirêk bên çareserkirin. Îffet Mutaş ku xwest berpirsyar bên cezakirin got: “Nizanim wê çi bibe û çawa bibe, lê heta pirsgirêk neyên çareserkirin aştî pêk nayê. Weke xizmên windayan em cenazeyên xizmên xwe dixwazin. Alî birayê min ê biçûk bû. Dergûşa ku min Mehmet tê de hejand hê jî li ber çavên min e. Mehmet ji bo ku biçe pastexaneyê ji malê derket û li Dortyola Baglarê hat gulebarankirin. Me ew birîndar bir balafirgehê. Dema em li wir bûn du balafir rabûn, gotin 'ji ber mijê wê balafir ranebe'. Birayê min li nêzî balafirgehê mir. Alî 19 caran hat binçavkirin û di ya 20'î de hat girtin û 8 sal ceza lê hat birîn. Piştî ji girtîgehê derkete hat windakirin."
,
Îffet Mutaşê anî ziman ku wan tişta hatiye serê wan ji bîr nekiriye û wiha got: “Êşa wan nayê jibîrkirin. Dîsa jî em aştiyê dixwazin. Bila kiryar bên dîtin û goreke windayan hebe. Bila kêlikek wan hebe ku em jî wek mirovên din herin ser. Heta ji kujeran hesap bê pirsîn ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Em dixwazin êdî xwîna ciwanan neyê rijandin. Em aştiyê dixwazin, lê şert û mercên ku pêk were ji bo me girîng in. Bila muzakere bi şert û mercên ku her kes pê razî be çêbibe û aştî pêk were."
‘AŞTIYEKE ÇAWA?'
Remziye Bayram a ku aqûbeta kurê xwe Mehmet Şîrîn Bayram ê ku di 2'yê Mijdara 1996'an de dema çû gundê Bîra Zeyna yê navçeya Pasûra Amedê û li wir hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsî, got ku li aliyekî hevdîtin tên kirin li aliyê din êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Remziye Bayramê ku pirsa “Çi hat serê zarokên me?” kir wiha got: “Ez nizanim sûcê kurê min çi bû, çi hat serê wî. Bila kesek ji min re sûcê kurê min bibêje."
Remziye Bayram ku gengeşeyên di raya giştî de ji nêze ve dişopîne got: “Em aştiyê dixwazin, lê baweriya me bi aştiya dewleteke ku her derê bombe dike û şer dike nîne. Dema dibêjin aştî, bi ser de jî dibêjin 'ew ê teslîm bibin.' Em çawa dikarin ji aştiyeke wiha re bibêjin 'serçava'. Tu wateya aştiyê ya bi vî rengî nîne. Li vir dibêje 'aştî', lê li aliyê din êrişî Rojavayê dike û sivîl, rojnamevan û şervanên QSD'ê li wir qetil dike. Dibêje 'aştî' û li Rojava dixe. Dibêje 'aştî' û li Iraqê dixe. Paşê ji me re dibêje 'bira'. Îjar em ê çawa vê biratiyê qebûl bikin? Kî dê aştiyek wiha qebûl bike? Heta ku rewş wiha be em wan efû nakin."
Remziye Bayramê anî ziman ku divê beriya her tiştî dewlet û desthilat gavan biavêje û wiha got: “Ger gavekê bavêjin em ê 10 gavan bavêjin. Dilopek xwîna me hebe jî em ê ji bo aştiyê bidin. Ji bo ku mirov nemirin û aştî pêk were em ê bikin. Em dixwazin demildest aştiya rastîn pêk were, êdî kes nemire, kes nekeve girtîgehan û her kes li hundir û derve di nava aştiyê de bijî."
MA / Şîrvan Şîlan Çîl