Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin

  • rojane
  • 09:05 23 Çile 2025
  • |
img

QERS - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliçê destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd beriya her tiştî divê tecrîd bi temamî were rakirin û rêyên muzakereyê bên vekirin.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder duh ji bo cara duyemîn bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin çûn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. Peyama Abdullah Ocalan a ji 7 xalan pêkhatî, piştî hevdîtina yekemîn a 28'ê Kanûnê bi raya giştî re hat parvekirin, lê têkildarî naveroka hevdîtina duh pêk hat hêj tu daxuyanî nehatine dayîn. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Qersê Guldane Kiliçê gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd û peyamên Abdullah Ocalan nirxandin.
 
'MAFÊ HÊVIYÊ' YÊ ABDULLAH OCALAN
 
Guldane Kiliçê destnîşan kir ku di muzakereyan de tu mafekî xwezayî nabe mijara bazariyê û got ku di nava van mafan de "mafê hêviyê" yê sereke ye. Guldane Kiliçê anî ziman ku mafê navborî mafekî ku di peymanên navneteweyî de hatiye qebûlkirin û ji ber ku Tirkiye ew pêk neaniye ew rexne kir. Guldane Kiliçê got: "Dema ku ev maf tê rojevê, divê li sûc neyê nihêrtin û demildest ev maf bê tetbîqkirin. Desthilat bi fiktra siyasî şerhê datîne û pêk nayne. Gava mirov li paşperdeya vê şerhê jî dinêre, dibîne ku polîtîkayên ewlehîparêz ên di meseleya kurd de ne. DMME'yê gelek caran ji ber nepêkanîna vî mafê Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kiriye. Tirkiyeyê jî tazmanîta daye û bêhiqûqîtiya xwe domandiye." 
 
‘DIVÊ RÊYA MUZAKEREYÊ BÊ VEKIRIN'
 
Guldane Kiliçê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê didome û bi bîr xist ku heta niha jî destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Guldane Kiliçê got: "Tecrîdeke bi salan e tê meşandin. Pêşî divê ev tecrîd bê rakirin û di dema pêş de rêyên muzakereyê bên vekirin. Divê çarçoveya 'mafê hêviyê' bê gengeşekirin."
 
Guldane Kiliçê anî ziman ku di navbera salên 2013-2015'an de welêt aram bûye, lê bi dawîbûna pêvajoyê re zilm, wêranî, mirin û girtin ketine dewrê. Guldane Kiliçê got: "Pêvajoyeke trajîk heye. Tevî hemû tiştên qewimîn jî banga aştiyê ya ji Îmraliyê tê, gelekî watedar dibînim. Lê mixabin ji ber tiştên neyînî yên qewimîn, fikarên civakê hene. Heya em aştiya civakî belav nekin, heya em pêvajoyê bi zelalî nemeşînin û heya derfeta beşdariya gelan a li vê pêvajoyê çênebe wê aştî çênebe." 
 
‘DIVÊ HEMÛ GEL XWEDÎ LI ÇARESERIYÊ DERKEVIN'
 
Guldane Kiliçê anî ziman ku ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û ji bo çareseriyê jî hawîrdoreke biîstiqrar bê peydakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di hawîrdoreke demokratîk de wê derdorên nakokî ji holê rabin, gel bi rehetî fikrên xwe bînin ziman. Li cihê ku zilm tune be, nakokî çênabe. Di vî warî de, ez wiha difikirim ku divê mirov vê daxwaza aştiyê tenê di çarçoveya meseleya kurdan de nenirxîne. Beriya her tiştî divê hemû gelên Tirkiyeyê xwedî lê derkevin. Ev aştiya li Tirkiyey geş bibe wê bandorê li gelên Rojhilata Navînê jî bike." 
 
MA / Mehmet Guleş 
 
 
 
 

Sernavên din

27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû