NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Dadê got: “Di şewata li Boluyê de tevahiya nasnameyan hatin tespîtkirin. Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan.”
Wezareta Dadê têkildarî şewata li Hotêla Grand Kartalê ya li Kartalkaya ya Boluyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di şewata li Boluyê de tevahiya nasnameyan hatin tespîtkirin. Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan.”
Serdozgeriya Komarê ya Boluyê jî duh daxuyanî da û got ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayin derketiye 79’an.