Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê

  • rojane
  • 19:57 24 Çile 2025
  • |
img

ENQERE - Di hevdîtina Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re yek bi yek gelek mijar hatin nîqaşkirin, rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku Abdullah Ocalan ji bo perspektîfa çareseriya dîrokî ya ku Sûriye-Iraq-Tirkiye û Îranê ji destwerdanên emperyalîst rizgar bike amadekariyê dike . 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku parlamenter Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di nav de ne di 28'ê Kanûnê de yekemîn têkiliya siyasî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re danîn û peyamên dîrokî yên giravê ku ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re parve kirin. 
 
Piştî vê serdanê, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku li ser pêşniyarên Abdullah Ocalan bi partî û pêkhateyên ku nûnertiya wan a siyasî li Meclîsê heye dest bi hevdîtinan kir. Şandeyê piştî bidawîkirina gera xwe ya yekem a siyasî di 22'yê Çile de careke din serdana giravê kir. Heyetê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya der barê serdanê de got, "Xebatên Birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê dewam dikin" û diyar kir ku ji ber şewata li Boluyê daxuyaniyeke berfirehtir hatiye taloqkirin.
 
Me xwe gîhand berfirehiya heyeta DEM Partiyê ya ku serdana Îmraliyê kir. Li gorî gahaiyên ku rayedarên DEM Partiyê parvekirin, hat diyarkirin ku gelek sernav tên niqaşkirin û hewayeke pozîtîf hem di hevdîtinên bi partiyên siyasî de û hem jî bi hevdîtina li Îmraliyê re tê dîtin.
 
TECRÎD Û ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ
 
Rayedar diyar kir ku peyama "Ji bo di çareseriyê de bi awayekî aktîf bi cih were girtin demildest şert û mercên xebatê bên afirandin" ya ku ji roja destpêkê ve di nava raya giştî de tê nîqaşkirin û ji aliyê PKK, KCK'ê û gelê Kurd ve gelek caran hate gotin. Abdullah Ocalan bi rêya Omer Ocalan peyama "Tecrîd didome" bi bîr xist û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke mayînde gotiye, "Tişta girîng ne ew e ku ez li ku me, divê şert û mercên ji bo pêşketina pêvajoyê guncav bin." Rayedar anî ziman ku Abdullah Ocalan careke din anî ziman ku ew ê di bin her şert û mercî de bibin xwedî hêz û vîna çareseriyê. 
 
ÇAR PARÇE
 
Çareserî û aştiyeke tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nayê nîqaşkirin; Hate diyarkirin ku ji bo Kurd û gelên li çar parçeyên Kurdistanê yên li Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn bigihêjin statuyeke demokratîk bi perspektîfeke berfireh nîqaş tên meşandin.
 
HIQÛQA DEMOKRATÎK
 
Rayedar diyar kir ku ji bo afirandina aştiyeke mayînde û çareseriyê jî li ser vê eksê amadekirina zemînê yek ji mijarên ku li ser maseyê tên nîqaşkirin e û got, "Nêrîn heye ku divê çarçoveyeke hiqûqî ya demokratîk ku hemû gelên li Tirkiyeyê bên amadekirin ku bikarin bi mafên wekhev û demokratîk bijîn." 
 
Rayedar diyar kir ku hevdîtinên ku bi partiyan re hatine kirin bi awayekî berfireh ji Abdullah Ocalan re hatiye vegotin û diyar kir ku Abdullah Ocalan bi awayekî erênî li van hevdîtinan dinêre, da zanîn ku, Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê dê van danûstandinan li ser pêşniyarên Abdullah Ocalan ê ku Meclîsê destnîşan dike bidomîn. 
 
Rayedar got, “Birêz Abdullah Ocalan amadekariyên çareseriya civakî dike, ne ji bo çareseriyê di navbera hikûmet û Îmraliyê de. Pêşketin wê bi civakîkirina aştî û çareseriyê pêk were." 
 
Rayedar diyar kir ku ji bo pêvajoyeke ku li ser vê bingehê bê meşandin "Divê bingeha çareseriyeke qanûnî ku bê avakirin" bê misogerkirin, li benda binegeheke ku bê avakirinin.
 
'MA DÊ PKK ÇEKÊ DEYNE'
 
Dayedar diyar kir ku aştî û çareseriya demokratîk ji aliyê çapemeniya serdest ve tenê weke pirsa "PKK dê dest ji çekan berde, bangewezî hat kirin an na", ev  yek nîqaşek teng e û rayedar wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di hêla dîrokî de, di hevdînên nû de Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke bêşîdet û di bingeheke demokratîk de xebatên xwe didomîne." Rayedar, destnîşan kir ku heta ku çavkaniya neçareseriyê û şîdetê neyê çareserkirin dê hêsan nebe û got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, pêşiya her tiştî, makeqanûna înkar û pergala nedemokratîk diafirîne ji holê were rakirin. 
 
'AMADEKARIYA ÇARESERIYA DÎROKÎ DIKE'
 
“Birêz Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber desthilatdarî û statuya giştî ya Sûriyê ne diyar e, divê nekevin rewşên ku Rojava bi taybetî jî gelên din bi tehdîdê re rû bi rû bimînin. Rayedar balê dikişîne ser avakirina çareseriyeke nenavendî û wiha dewam kir, "Di van hevdîtinan de, di xêzkirinê de yekane çareseriya ku hem Tirkiye, hem Sûriye, hem Iraq û hem jî heta Îranê rizgar bike, avakirina zemîna demokratîkbûnê ye. aştiya  bi hemû gelan re ye. Birêz Ocalan diyar kir ku yekane çareseriya ku wê Îranê jî rizgar bike ev e û amadekariyên çareseriyeke dîrokî dike. Perspektîfa çareseriyê ya ku wê derxe pêş ew e ku dê bibe çareseriyek ku dê deriyê destwerdanên hemû hêzên emperyalîst bigire. Ya ku ew li ser dixebite û armanc dike ev e."
 
Her çend nayê zanîn serdana bê kengê dê were kirin jî, rayedar diyar kir ku îhtîmal heye ku şande li gorî her daxwazeke Îmraliyê berfireh bibe û têkildarî têkiliya rasterast jî got, "Tê pêşbînîkirin ku zemînek were çêkirin ku birêz Ocalan di zûtirîn demê de serî li hemû pêkhate û hêzên girêdayî xwe bide. Lê dîroka vê ne diyar e. Di encamê de wê ev rêya çareserî û aştiyê bi berdewamkirina têkiliyan bi hemû pêkhate û saziyan re li gorî pêşniyar û rêbaza Birêz Ocalan civakî bibe û heyet weke  DEM Partiyê rola xwe bilîze û têkiliyên xwe bidomîne.”
 

Sernavên din

09:00 ROJEVA 14’Ê ADARA 2025’AN
13/03/2025
17:11 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:26 Li Îzmîrê agirê Newrozê li Kadîfekaleyê hat vêxistin
16:12 Platforma DGD’ê: Ji bo çareseriyê em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin
16:08 Di Newroza Xelfetiyê de tekane daxwazek hebû: Bila Ocalan azad bibe
16:02 Ji bo Newroza Cizîrê bang hate kirin
15:44 Tevî agirbestê jî di 2 rojan de 715 êriş hatin kirin
15:33 DEM Partî bi rojeva ‘bangê’ çû serdana ÎHD’ê
15:30 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya EMEP’ê re hevdîtin kir
15:15 Rapora girtîgehan: Binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk tên kirin
15:03 Bakirhan: Gelo hûn ê şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan kengî ava bikin?
14:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Amedê bê definkirin
13:25 Sînorê birçîtiyê derket 22 hezaran û yê xizaniyê jî derket 79 hezaran
13:20 Wezareta Parastinê têkildarî ‘peymana Sûriyeyê’ daxuyanî da
13:19 SOHR: Di nava 24 saetan de 177 kes hatin qetilkirin
12:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:57 Newroza Xelfetiyê: Ev agir heta Kurd azad dibin dê her geş be
11:49 Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da
10:55 Efrînî amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin
10:49 Kuçukbalaban: Divê bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bidin banga dîrokî
10:09 Kesê weke ‘bijîşkê salê’ hatibû hilbijartin ji ‘sextekariyê’ hate girtin
09:41 Serokê ABF'ê Aslan: Li Sûriyeyê elewî tên qirkirin
09:40 Piştî qeyûm hate tayînkirin pere hate şandin
09:30 Li Botanê civînên gel: Di nav gel de biryardarî û hêviyeke mezin heye
09:19 Yamanê ku li Romayê 3 mehan bi Ocalan re ma: Rêbertî digoti 'dovê em xwe nû bikin'
09:06 Bav Acar ê ku du keçên wî jiyana xwe ji dest dane: Min êşa du zarokan kişand, bila kesên din nekişînin
09:05 ‘Em ji bo azadiyê agirê Newrozê vêxin û têkoşînê geş bikin'
09:04 Qeyûm ji bo fîlmî bi deh hezaran lîre veqetand lê fîlm li holê nîne!
09:04 Sal bi sal dirûşmên Newrozê
09:03 Serokê Baroya Sêrtê: Divê pêvajo bi hiqûqnasan re di nava ahengekê de be
09:00 Navên hunermendên dê beşdarî Newrozê bibin aşkera bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2025'AN
12/03/2025
20:56 Balafirên şer gundekî Sirînê bombebaran kirin
20:53 Kesên di Komkujiya Gaziyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:55 Tehliyeyên girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin astengkirin
16:50 Danişîna doza Ayşegul A. hate taloqkirin
16:33 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya Partiya DEVA’yê re hevdîtin kir
16:32 Li gelek bajaran bi gel re civîn hatin lidarxistin
15:48 Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî Elewiyan hat şermezarkirin
15:22 Li Îranê 2 jinên tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn hatin binçavkirin
15:21 Ji bo Newroza li Êlihê banga tevlibûnê hat kirin
15:09 Siyasetmedar Ozlem Demîr piştî 9 salan hate berdan
14:46 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
14:41 Gazete Duvar tê girtin
14:38 Bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan dan
14:29 Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan
14:27 Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe
Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide
14:19 Rêveberiya Xweser: Peyman dê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk ava bike
14:17 Ji bo Midûrê Berpirsyar ê Halk TV’yê Asker de biryara girtinê hat dayin
14:11 MHP’ê bersiv da bertekên ji ber gotina ‘rêberê avaker’: Divê êdî Tirkiye biguhere
13:52 Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim
13:13 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Me peyman bi keyfxweşî pêşwazî kir
13:08 Aqûbeta Babaoglû yê 31 sal berê hatibû windakirin hate pirsîn
12:21 Agirê Newrozê yê ewil li Licê tê vêxistin
12:08 Ji bo Newroza 19’ê Adarê ya Wanê banga hate kirin
11:38 Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin
11:33 Hevdîtina DEM Partî û TÎP'ê: Divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin
11:27 Ji bo rêveberan biryara beraetê ji bo komeleyê jî biryara girtinê dan
11:10 Evîn Siwêd: Em ê ji bo pergala jinê li tevahiya Sûriyeyê bê cîbicîkirin bixebitin
10:55 Ligel rapora ‘helwesta baş’ înfaza wî hat şewitandin
10:47 Eren Keskîn: Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan
10:44 Îdianameya der barê rojnameger Oznur Deger: Bi nûçe û parvekirinên xwe tê sûcdarkirin
10:17 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:00 Abdullah Ocalan: Newroz dîroka jinûve xwe afirandinê ye
09:47 10 sal di ser qedexeyên Nisêbînê re derbas bûn: DNA hatin windakirin, cenaze nehatin dayîn
09:44 Li Haciya Kurdan coşa Newrozê
09:40 Foza Yûsif: Dê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin
09:34 Ûçar ê DEM Partiyî: Zemîna çareseriyê biryar 'mafê hêviyê' ye
09:07 Berdana girtiyê bi Alzheîmerê yê 32 sal in girtî ye 3 mehan hat taloqkirin
09:02 ‘Ji bo pêkanîna bangawaziyê berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî'
09:01 Ozturk: Gel peyama bidîmen a Ocalan dixwaze
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN
11/03/2025
16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin