Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e

  • rojane
  • 14:43 25 Çile 2025
  • |
ŞIRNEX- Serokê HADEP'ê Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di dema binçavkirinê de hatibûn windakirin, di 24'emîn salvegera windakirina xwe de hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama têkoşînê hate dayin û hate daxwaz kirin ku kujer bên darizandin. 
 
Serokê HADEP'ê ya navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebubekîr Denîz ku 24 sal berê hatibûn windakirin hatin bibîranîn. Di 24'emîn salvegera windakirina wan de, li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Silopiyayê daxuyanî hat dayin. Malbatên Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û DEM Partî ên Şirnex û navçeyên wê, parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz li ser bû hat hilgirtin. Her wiha wêneyên Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz jî hatin hilgirtin.
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê DEM Partî yê Silopiyayê Îdban Kaplan ve hat xwendin. Îdban Kaplan bi bîrxist ku Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz piştî çûnê qeraqolê tu agahî ji wan nehatiyê standın û wiha got: "Ji roja ku hevalên me hatinê windakirin vir ve weke partî û malbatên wan têkoşîna xwe ya pêkhatina edaletê didomînin. Di şaxse wan de hata ku kujerên bi deh hezaran kesan ku hatinê windakirin hesap bidin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
NAMEYA KU JI BAVÊ XWE RE NIVÎSAND XWEND
 
Piştî daxuyaniyê keça Ebûbekîr Denîz Ceylan Denîz nameya ku ji bavê xwe re nivîsandibû xwend. Ceylan Denîz, anî ziman ku 24 sal in aqubeta bavê wê nehatiyê ronî kirin û got:” Çavê me li he deriyê. Heta temenê min hinek mezin bû min nedizanî bavê min hatiyê windakirin piştrê hîn bûm. Ez hên biçûk bûn em çûn Kerboranê lê wê deme hestiyên me jî nedan. Her sal em hestiyên xwe dixwazin. Ew 24 sal in tu bersiv nedan me.” 
 
'KUJER LEVENT ERSOZ E’ 
 
Piştrê  bavê Serdar Taniş Şuayîp Taniş axivî û bi lêvkir ku tevî 24 sal derbasbûnê jî kujer nehatine cezakirin û got:” 24 salin me tu encam negirt. Em dixwazin faîlen hemû kesên hatinê windakirin bên cezakirin û cenazeyên wan radest bikin. Tu sucê Serdar û Ebûbekîr tune bû. Em dixwazin hemû kesen bi wicdan li ser vê dozê bisekinin. Faîlen me ne veşartine ne aşkera ne. Faîle me fermandarê cendirmeyan Levent Ersoz e. Çend caran gef li me xwaribû. Ji ber wê em dixwazin ben cezakirin. Heta bên cezakirin û cenazeyên me bidin em dev jî dozê bernadin."
 
'PÊYAMA MEZINKIRONA TÊKOŞÎNÊ’ 
 
Di dawiyê de parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî û diyar kir ku ji bo aştiyek bi rûmet pêk were divê faîlên hemû kesên hatinê windakirin bên cezakirin û ev tişt anîn ziman: "Her dû hevalên me ji ber fikir û rêmanên xwe hatin windakirin. Em dizanin ew pergala netew dewlet ji bilî tirkbûne tu netewan nasnake û tune dihesibîne. Bı hezaran Kurd hatin windakirin û komkujiyan re rû bi rû man. Ew pergal li ser qirkirine hatiyê rûnistandin. Em jî dibêjin faîlen wan diyar in. Rêyedarên dewletê yên Sirnexê faîl ew bi xwe bûn. Heta ku faîl hesap nedin em dev jî têkoşîna xwe bernadin. Niha qala aştiyê dikin. Ew hamle ji aliye Birêz Öcalan ve hat destpêkirin. Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareser kirin û aştî pek were divê heqîqeta komisyonê bê avakirin û faîl bên cezakirin. Em tu car wan bir nakin û nadin ji bîrkirin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye