AMED - Girtiyê nexweş Abdulsamet Burak sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Suluca ya Edeneyê hate kirin. Hat zanîn ku di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan Burak.
Girtiyê nexweş Abdulsamet Burak ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Suluca ya Edeneyê hate girtin. Hat zanîn ku rêwîtî 3 rojan domiyaye û her sê rojan jî xwarin nedane Burak. Bavê Burak, Abdulvahap Burak têkildarî binpêkirina maf serî li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Amedê (Amed TUAY-DER) da. Burak, banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest ku kesên îşkence li kurê wî kirine bên darizandin û kurê wî jî were tedawîkirin.
DESTEKÎ WÎ SEQET MA
Burak, da zanîn ku kurê wî di sala 2019’an di pevçûnekê de birîndar bû û hate girtin. Burak, ev agahî parve kir: “Kurê min wê demê 40 rojan binçavkirî ma. Min jî di vê demê de hay jê bû ku binçavkirî ye. Kurê min ji milê xwe birîndar bûbû û hêj tedawiya wî temam nebûyî birin Girtîgeha Wanê. Qaşo platîn xistibûn milê wî lê min bi çavên xwe dît ku platîn nêzî 10 santîman li derve bû. Min sedema wê pirsî, gotin ‘Dê bi vî awayî were tedawîkirin. Em bi vî awayî dikarin tedawî bikin. Divê biçe nexweşxaneyê.’ Nebirin nexweşxaneyê û tedawî nekirin. Wê demê ji lingê wî parçe girtibûn. Platîn xistibûnê lê negirtibû lewma baş nebû. Destekî wî seqet bû.”
BANGA HESTIYARIYÊ KIR
Burak, got ku kurê wî 20 roj berê sewqî Edeneyê hatiye kirin û ev bang kir: “Di rê de aloz bûye. 3 rojan xwarin nedanê. Hefteyek piştî birinê li me geriyan û gotin ku birine Edeneyê. Di 16’ê Çileyê de çûm hevdîtinê. Gelek zeîf bûbû. Qet nebe bila destên wî bên tedawîkirin û berpirsyar bên darizandin. Tevî hemû zehmetiyan jî em hewl didin li ber xwe bidin. Ev tişta tê kirin binpêkirina mafê mirov e. Em dixwazin raya giştî di vê mijarê de bihestiyar tevbigere. Em çareseriyekê bibin van sepanan. Çima zilmê li wan dikin.”
MA / Şîrvan Şîlan Çîl