ENQERE - Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 42,12 û li gorî ENAG’ê jî ji sedî 81,01 e.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha ewil a salê eşkere kir. Li gorî daneyan, di meha Çileyê de enflasyon ji sedî 5,03 zêde bû û enflasyona salane jî bû ji sedî 42,12.
ENAG'ê jî ragihand ku di meha Çileyê de enflasyon ji sedî 8,22 zêde bû û ya salane jî derket ji sedî 81,01’ê.