* Leşkerên şahid di îfadeyên xwe yên der barê îdiaya "Ketina qada qedexe" de ku hincet ji bo doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat dîtin, diyar kirin ku destûr nedan Zeydan û kesên pê re bikevin qada qedexe. .
* Serokê Platforma DGD'ê Abdûlhakîm Daş diyar kir ku kampanyaya "Ji bo aştiyê milyonek îmze" ya HDK'ê ji bo civakîbûna aştiyê girîng e û bang li her kesî kir ku daxilî kampanyayê bibin.
* Di îtîraza ji bo biryara şopandinê ya der barê tîmên taybet ên Abdulkerîm Seyhan kuştibûn de, ji ber ku biryareke berê hatiye kopîkirin, biryara "redkirina musadereya eşyayê qaçax" hat dayîn.
* Li navçeya Hezex a Şirnexê hem bazarvan hem jî welatî ji ber krîza aborî bêzar bûne û gotin ev rewşa xirab ancax bi bidawîkirina şer wê ji holê rabe.
* Zeynep Akil a 70'ê salî tevî emrê xwe yê mezin jî çanda resen a tevnê dide jiyîn. Zeynep Akil, anî ziman ku ew naxwaze ev çand tune bibe û got: “Heta ku em sax bin ev çand dê bi me re bijî. Dixwazim ev çand piştî me jî bijî.”
* Tevî ku cih, dîrok û nexweşxaneya cenazeyê kurê wî birinê diyar e jî Halîl Gokmen ev 28 sal in nikare cenazeyê kurê xwe bigire. Gokmen, pisûleya ji bo dayina cenazeyê kurê wî jê re hatiye dayin jî her tim bi xwe re digerîne.
* “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” yên DBP û DEM Partiyê dê li gelek bajaran bidomin. (11.00-15.00)
* Çalakiya protestokirina qeyûm a li Sêrtê dê bidome. (12.00-16.00) ZINDÎ
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ
* Amedspor dê têkildarî pirsgirêka zemîna sehaya xwe li pêşiya Midûriyeta Ciwan û xizmetên Sporê ya Bajar daxuyaniyê bide. (13.00)
* Şaxa OHD’a Rihayê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tokatê li avahiya şaxê daxuyaniyê bide. (13.30)