Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin

img

MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Abdullah Ocalan bi şev û roj 26 sal in di hucreyeke 12 metrekareyê de ji bo van rojan xebitiye û got: “Em ê bi hev re welatekî azad û demokratîk ava bikin.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ya li Mêrsînê de axivî. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ew ji bo azadiyê û aştiyê bi hev re ne. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser hevşaredarên Akdenîzê û tayînkirina qeyûm şermezar kir. 
 
‘ÇAVÊ HER KESÎ LI ÎMRALIYÊ YE’ 
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê û got: “Her kes peyama birêz Ocalan mereq dike. Gelo ev pêvajo dê derbasî qonaxeke çawa bibe? Her kes van pirsan dike. Di serî de dixwazim silavên birêz Abdullah Ocalan bi rêya şandeya me ji we re şandin ji we re bibêjim. Gelo di demeke qeyûm tên tayînkirin û girtin û binçavkirin didomin de ma dê aştî bibe? Şaredariya Akdenîzê yek ji şaredariyên mînak a welêt bû. Em li vir careke din dibêjin ku hûn nikarin îradeya me xesp bikin. Qeyûm, derbeya siyasî ye, xespkirina îradeyê ye, nenaskirina gel e û binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye.” 
 
JI BO HER KESÎ AŞTÎ
 
Tulay Hatîmogûllari, dayikên tev li mitîngê bû silav kir û got ku tevî gelek bedelên giran û êşan jî têkoşîna xwe ya ji bo aştî û azadiyê didomînin. Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku heke pirsgirêka Kurd çareser bibe dê pêşiya demokrasiyê vebe, Tirkiye demokratîk bibe û lêçûnên şer êdî ji bo gel bên xerckirin. 
 
ROJNAMEGERÊN HATINE QETILKIRIN
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişandin ser rojnameger Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Azîz Koyluoglû ku ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin û got: “Ez temamiya rojnameeger û kedkarên çapemeniyê yên hatine qetilkirin birêzdarî bibîrtînim.” Tulay Hatîmogûllari, girtin û binçavkirina rojnamegeran bi bîr xist. 
 
MAFÊ HEMWELATIYA WEKHEV
 
Tulay Hatîmogûllari, ew ji bo mafê hemwelatiya wekhev têdikoşin û dixwazin li gel hemû gel û baweriyên cuda li ser zemîneke demokratîk bijîn. Tulay Hatîmogûllari, bang li her civaka Elewî û hemû derdoran kir ku bêhtir xwedî li têkoşîna aştiyê derkevin. 
 
‘DESTÊ AŞTIYÊ YÊ HATIYE DIRÊJKIRIJ GIRÎNG E’
 
Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku ew bi hêvî ne ku piştî peyama Abdullah Ocalan ji bo aştiyê pêşketinek çêbibe û wiha domand: “Lê ev bi rûniştina li malê nabe. Em li 42 navendan bi gel re civiyan. Niha jî mitîngan lidar dixin. Em li mala xwe nasekinin. Em ê di vê pêvajoyê de ji xwe û ji birêz Ocalan bawer bin. Hûn nikarin li rexekî bibêjin aştî li rexa din Rojava bombebaran bikin û qeyûman tayîn bikin. Em bang li hikûmetê dikin ku dev ji zilm û zextan berde. Ev destê aştiyê yê hatiye dirêjkirin girîng e. Em dikarin vê sedsalê bi aştiyê tacîdar bikin. 
 
GELO PROJEYA ÇARESERIYÊ YA ÎKTÎDARÊ ÇI YE? 
 
Birêz Ocalan ev 26 sal in di hucreyeke 12 metrekareyan de bi şev û roj ji bo van rojan dixebite. Dibêje; ‘ji bo rehettir bixebitim divê derfet bên amadekirin ku bi her kesî re hevdîtinan bikim.’ Em jî bi vê daxwazê re ne. Ji bo l ser pêvajoya aştiyê cidî were axaftin, dive tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê were rakirin. Di demeke li ser aştiyê tê axaftin, her kes peyama ji Îmraliyê gelek mereq dike. Di vê rewşê de tu çi dikî ey îktîdar? Projeya te ya çareseriyê çi ye? Em li bendê ne ku gavên şênber û pêbawer biavêje. Birêz Ocalan amadekariya bangekî dîrokî dike û vê ji bo aştiyê dike. Gelê Kurd, Elewî, muxalefet aştiyê dixwaze. Baş e ey îktîdar tu çi dixwazî? Bersiva vê pirsê bide.
 
EM Ê WELAT BI HEV RE AVA BIKIN
 
Em bi navê aştî, azadî, wekhevî û edaletê silav û hurmetên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Em ji bo zarokên xwe aştiyê dixwazin. Em li vir soza vê didin. Em ê welatekî azad, demokratîk û aştiyane bi hev re ava bikin.”
 
Piştî axaftina Tulay Hatîmogûllari, mitîng bi dawî bû. 
 

Sernavên din

19/02/2025
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin
21:03 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin
16:42 Konseya Bajar a Amedê xwest qanûna qeyûm bê betalkirin
16:35 YNK’ê piştî hevdîtinê daxuyanî da: Tekan rêya çareseriyê diyalog e
16:34 Li dijî serdegirtinan polîsan nobeta çand û hunerê
16:16 MKG’ê bertek nîşan da: Rojnamegerên binçavkirî berdin
16:14 Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ji NY’ê re name şandin
16:14 Êrişa ser Newroz Uysal hate şermezarkirin
15:53 Şande çû serdana Rojnewsê
15:53 'Ma mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Wanê tune ye?’
15:30 Bakirhan: Banga Ocalan dê bibe ‘Nexşerêya’ pêvajoyê
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan