* Li Ewropayê bi sed hezaran kes bi salan e li dijî Komploya Navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ser pêya ne. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever da zanîn ku dê di salvegera komployê de bi heman daxwazan li Strasbourgê bin.
	*Rojnameger Zana Denîz diyar kir ku li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin tê raberkirin û got: “Gel, ax, av û ceyrana xwe diparêze.”
	*Rojnameger Azîz Koyluoglû ji hela dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hate qetilkirin. Rojnameger Bêrîtan Zagros ku hevala Koyluoglû ya xebatê ye, diyar kir ku rojnamegerên Kurd serdestiya psîkolojîk a dewletê têk dibin lewma hedef tên girtin û got: “Lewma tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin.” 
	* Danişîna yekemîn a doza rojnameger Semra Turan, Tolga Guney û Melîke Aydin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, dê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bê lidarxistin. (09.30) 
	* Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê dê bi boneya meha 112’emîn a komkujiyê, li pêşiya Gara Enqereyê daxuyaniyê bide. (10.00) 
	* Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê li dijî êrişên ser destkeftiyên jinan li Meclisê daxuyaniyê bide. (10.30) ZINDÎ
	* Li Wanê dê bi dirûşma “Jin ber bi azadiyê ve dimeşin” meşek bê lidarxistin. (13.00) ZINDÎ
	* Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû dê li Amedê şîn were danîn. (13.00)
	* 9’emîn danişîna doza têkildarî revandina zaroka Êzidî dê li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (13.45)
	* Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê têkildarî Vedat Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû, li pêşiya Servîsa Lezgîn a Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê daxuyaniyê bide. (16.00)




