Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye

  • rojane
  • 09:03 10 Sibat 2025
  • |
img

RIHA - Rojnameger Zana Denîz diyar kir ku li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin tê raberkirin û got: “Gel, ax, av û ceyrana xwe diparêze.”

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êriş herî zêde jî li ser Bendava Tişrînê tên kirin. Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ji hêla xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin jî di roja 34’an de didome. Heta niha bi hezaran kes hatin cihê nobetê û tev li nobetê bûn. Di êrişên ser çalakvanan de heta niha 24 welatî hatin qetilkirin û herî kêm 200 kes jî birîndar bûn. 
 
Rojnameger Zana Denîz ku geşedanên li Bendava Tişrînê dişopîne, diyar kir ku tevî hemû derfetên teknolojîk jî dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter nikarin berxwedan bişikînin. Denîz, got ku dewleta tirk û komên wê yên nikarin bigihijin armanca xwe, bi hedefgirtina sivîlan sûcên şer dikin. Denîz, got: “Di êrişên xwe de binesaziya sereke ya weke av û ceyranê hedef digirin. Dixwazin şert û mercên jiyanê girantir bikin.” 
 
Denîz, anî ziman ku berxwedana li dijî êrişan mezin e û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê tevî hemû êrişên bi çekên giran û teknîkê jî nekarî tişta dixwest bidest bixe. Ev du meh in li vir nekariye yek gavê jî biavêje. Ev jî rola diyarker a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li seranserî Sûriyeyê nîşan dide. Gel; ax, av û ceyrana xwe diparêze. Pevçûnên dijwar biqasî 2-3 km’an dûrî Bendava Tişrînê û gundewarên Minbicê didomin.” 
 
Rojnameger Zana Denîz 
 
'MANÎPULASYONÊN MEDYAYÊ Û RASTÎ’
 
Denîz, got ku medyaya navendî ya tirk rastiyan berevajî dike û ev tişt anî ziman: “Gel hêj li vir e û li Qereqozaqê jî heman rewşe heye. Lê li ser medyayê şerekî mezin tê kirin. Rojnamegerên li qadê hedef tên girtin. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrişan de hatin qetilkirin. Em dibînin ka heqîqet çawa bi eşkereyî hedef tê girtin. Lê tevî êrişan jî berxwedan didome û êrişên heta niha yên dagirkeriyê yên dewleta tirk vala hatine derxistin.” 
 
NOQTEYA STRATEJÎK
 
Bi domdarî Denîz da zanîn ku ji ber êrişan zirareke mezin gihiştiye xelkê herêmê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hema hema ji sedî 80’ê gelê li herêmên Minbic, Girê Spî, Tişrîn û Qareqozaqê nikarin pêdiviya xwe ya ceyranê bicih bînin. Sûdgirtina ji xizmetên jiyanê her ku diçe zehmettir dibe. Tirkiye li vir bi rêya medyayê şerekî dimeşîne. Lê Rêveberiya Xweser agahiyên rast û bitendurist belav dike. Divê gel li dijî van polîtîkayên şerê taybet hişyar be. Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê ji bo herêmê qadên stratejik in. Tişrîn 57 km’an dûrî Kobanê û 70 km’an dûrî Helebê ye. Her wiha rêya Iraq û Sûriyeyê li ser Tişrînê derbas dibe. Ji hêla aborî û çavkaniyên binerd ve cihekî stratejik e. Sedema ku Tirkiye dixwaze vê dere dagir bike jî ev e.” 
 
'DIXWAZIN TOLA DAIŞ’Ê HILÎNIN’
 
Denîz, got; “Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ’ê hilînin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji roja DAIŞ li Kobanê hatiye têkbirin heta niha ev der bênavber hedef tê girtin. Dixwazin tola DAIŞ’ê hilînin. Heke vê derê dagir bikin, hedefa din dê Kobanê û Tebqa bin. Lê gel û şervan bi biryardariyeke mezin li ber xwe didin.” 
 
MA / Delal Akyüz

Sernavên din

19/02/2025
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin
21:03 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin
16:42 Konseya Bajar a Amedê xwest qanûna qeyûm bê betalkirin
16:35 YNK’ê piştî hevdîtinê daxuyanî da: Tekan rêya çareseriyê diyalog e
16:34 Li dijî serdegirtinan polîsan nobeta çand û hunerê
16:16 MKG’ê bertek nîşan da: Rojnamegerên binçavkirî berdin
16:14 Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ji NY’ê re name şandin
16:14 Êrişa ser Newroz Uysal hate şermezarkirin
15:53 Şande çû serdana Rojnewsê
15:53 'Ma mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Wanê tune ye?’
15:30 Bakirhan: Banga Ocalan dê bibe ‘Nexşerêya’ pêvajoyê
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan