Abdullah Ocalan dê bangekî çawa bike: Ji Şandeya Îmraliyê Onder ji MA’yê re vegot

  • rojane
  • 09:52 11 Sibat 2025
  • |
img

ENQERE - Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder têkildarî banga dîrokî ku tê payin Abdullah Ocalan bike ji MA'yê re axivî û got: "Peywira dikeve ser milê civakê û me ew e ku em baxçeyê aştiyê li cihê tê tesewirkirin ava bikin."  

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di 28’ê Kanûna 2024’an û di 22’yê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, didomin. 
Şande, dê di dawiya hefteya pêş de biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê. Şandeya ku endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di nav de dê di 16’ê Sibatê de li Hewlêrê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê bike. Di 17’ê Sibatê de jî şande dê li Silêmaniyeyê bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Kubat Talabanî û rayedarên YNK’ê re hevdîtinan bikin. 
 
Di serdanan de dê kitekitên hevdîtinên li Îmraliyê hatine kirin bên parvekirin û li nêrîn, pêşniyar û fikrên rayedaran bê guhdarîkirin. Piştre jî dê naveroka hevdîtinan bi Abdullah Ocalan re bên parvekirin. Tê payin ku piştre jî Abdullah Ocalan têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bangekî dîrokî bike. 
 
Ji endamên Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder têkildarî pêvajoya di bin sî ya qeyûm, binçavkirin, girtin û operasyonên leşkerî de didomin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Di demên dawî de operasyon û êriş zêde bûn û derdorên îktîdarê zimanekî dijber bi kar tînin. Li gorî we di vê rewşê de pêvajo dê çawa pêş bikeve? Abdullah Ocalan ji vê pêvajoyê çiqasî bihêvî ye? 
 
Çîrokeke binavûdeng e, di rojnivîskên Tomrîs Uyar de derbas dibe: Du heval têkildarî Keşîşxaneya Parmayê de di navbera xwe de diaxivin. Yek jê dibêje ku keşîşxane mîna di romanê de tê vegotin e û yê din jî dibêje ku keşîşxaneyeke wiha tune ye. Di dawiya dawî de diçin Parmayê. Yê ku digot keşîşxaneyeke wiha tune ye, şaş dimîne. Pir piştrast e ku tune ye lê li wir keşîşxaneyek heye. Keşîş rewşê wiha vedibêje; piştî romanê şaredariyê keşîşxaneyeke mîna di romanê de vedibêje ava kir. 
 
Belê, li rexekî bangên ji bo biratiyê, li rexa din polîtîkayên qeyûm û operasyon. Ev, ji bo pêşxistina vê pêvajoyê rê li ber gumanên cidî vedikin. Bi taybet jî gelo di asta dewlet û rêveberiyê de îradeyeke diyarbûyî û ya li ser lihevkirin heye yan na. Ev pirs ava dibin. Li gel van, ne ji bo ku van rewşên neyînî rewa bikin lê divê mirov jibîr neke ku di pêvajoya çareseriya pevçûnan de carnan hewa dawiyê jî rewşên neyînî rû didin. Divê ez vê jî diyar bikim; divê mirov rewşên neyî ne veguherîne agahiyên teqez û agahiyan jî veneguherîne xweşiyê. Heke em wiha bikin, em ê bibin sedem ku êşên heyî hêj mezintir bibin. Li vir dê siyaset dîsa şêweyê axaftina xwe bigire û em ê tu tiştekî bi dest nexin. 
 
 
Me birêz Ocalan pir keyfxweş û bicoş dît. Ji ber ku ji bo pêkhatina îxtîmala aştiyê ya tê hedefkirin dixebitî û li gel wê fikrê ye ku ev pêvajo dê her kesî, me tevan bide jiyîn. Mijara esasî ya hêviyê dide ev e. 
 
Divê ez mînaka Parmayê dubare bikim. Niha, weke şande em du caran bi birêz Ocalan re hatin gel hev. Ev tê vê wateyê; em di qonaxa nivîsandina berhemekê de ne. Li gorî min divê em helwesta birêz Ocalan raber dike rast fêm bikin. Em qala çareseriya pirsgirêkeke ku pir biêş, li demê belav bûyî, ji hêla civak û dînamîkên wê ve pir wêranker bûyî dikin. Divê mirov li bendê nebe ku di nava yek du rojan de her kes û her tişt biguhere. Em nikarin rewşeke ku her tişt pir baş be nîşan bidin. Di vê serdemê de ne cihê bendewariyên pir mezin heye ne jî cihê reşbîniyê heye. Me birêz Ocalan pir keyfxweş û bicoş dît. Ji ber ku ji bo pêkhatina îxtîmala aştiyê ya tê hedefkirin dixebitî û li gel wê fikrê ye ku ev pêvajo dê her kesî, me tevan bide jiyîn. Mijara esasî ya hêviyê dide ev e.
 
Li ser navê xwe jî ez dikarim ji bo vê rewşa li ber mirinê wiha bibêjim: Li hemberî her hêviyeke baş keşîşek û qesabek derdikeve. Lê belê em nikarin îxtîmaleke herî biçûk jî ne teslîmî weazên keşîşan ne jî kêra qesaban bikin. Rêya ber bi aştiyê ve rast nîne, heta carnan lûtke û carnan jî çal derdikevin. Tişta ku hem dikeve ser milê civakê hem jî dikeve ser milê me kedkarên aştiyê ew e ku baxçeyê aştiyê li cihê tê tesewir kirin ava bikin. 
 
* Hemû nirxandin wisa nîşan didin ku dê Abdullah Ocalan bangekî bike. Başe lê ev bang dê bê çi wateye û armanca wê çi ye? 
 
Bêguman hevdîtinên îro tên kirin, daxuyaniyên tên dayin, gotinên birêz Ocalan û tiştên xwe ji bo wê amade dike îşaret bi rewş û pêvajoyeke nû dike. Lê belê divê em vê serdema nû li gel tiştên di navbera 2013-2015’an de qewimîn nedin berhev û li gorî wê nenirxînin. Wê demê di navbera aliyan de agirbestek hebû û çarçoveya wê ya qanûnî dihat avakirin. Lê di dawiya dawî de em hîn bûn ku tişta diyarker ew e ku hêza îradeya aştiyê ya aliyan heye û em vê ji şêweyê xerabûna wê pêvajoyê dizanin. Lewma jî hewldana îro û geşedanên heyî divê em li gorî rewşa nû binirxînin. 
 
 
Mîna we em jî bi kelecaneke mezin li benda banga birêz Ocalan in. Mirov dikare li bendê be ku têkildarî aliyên qanûnî, çandî û civakî yên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî hin gotin bên kirin. 
 
Mîna we em jî bi kelecaneke mezin li benda banga birêz Ocalan in. Em dikarin pir tiştan bibêjin û pêşdîtinên xwe vebêjin lê ya esasî gotinên wî ne. Li gorî min banga tê kirin dê ne tenê mijarek be lê dê qala gelek mijaran were kirin. Dibe ku mijara siyaseta demokratîk pir balkêş be. Li gel vê, mirov dikare li bendê be ku têkildarî aliyên qanûnî, çandî û civakî yên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî hin gotin bên kirin. Beriya her tiştî girîng e ku qenalên pêwendîdanînê bên vekirin. Civak xitimî ye. Li hemberî me komeke mezin heye ku rû bi rû nayê cem hev, bi hev re naaxive, nîqaş nake, bi hev re di nava şer de ye û sedema vê jî hin kesên din nîşan dide heye. Alerjiya wan li hemberî hev heye û li gorî min birêz Ocalan dê vê alerjiyê ji holê rake. 
 
Di perspektîfa çareseriyê ya tê pêşxistin de pozîsyoneke çawa ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê fikirîn? 
 
Bêguman di vê perspektîfa çareseriyê de cihê geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin û nirxandinên têkildarî wê mezin in. Êdî derket holê ku Rojhilata Navîn nikare mîna berê bibe. Birêz Ocalan, hilweşîna Sûriyeyê weke hilweşîna Peymana Sykes-Picotê nirxand. Vê peymanê berjewendiyên Ingilistan, Fransa û Rûsyayê esas digirt; xaka Kurdan li rojhilat didan Rûsan û il başûrêrojhilat jî didan Fransiyan. Pêngava birêz Ocalan a aştiyê esas digire jî weke bersiveke li hemberî vê rewşa tevlihev, daxwaza pêkvejiyanê ya gelan û civakan tîne ziman û em dikarin bibêjin projeyeke civakparêz a rasteqîn pêşniyar dike. 
 
 
Em dibînin ku Ocalan, ewlehiyê jî didane rex wekhevî û azadiyê. Bêguman nabe ku Kurd di nava neteweperestiya Ereban de bihelin. 
 
Em dibînin ku Ocalan, ewlehiyê jî didane rex wekhevî û azadiyê. Lewma jî li gorî min hedefa sereke ew e ku rewşa pevçûnan were bidawîkirin. Birêz Ocalan, girîng dibîne ku Sûriye ji hêla xak û avadaniya dewletê ve hebûna xwe biparêze û Kurd li ser bingeha demokrasiyê di nava vê yekparetiyê de cih bigirin. Çawa ku di nava dewletê de dewlet nebe, berevajî vê bêguman nayê qebûlkirin ku Kurd di nava neteweperestiya Ereban de jî bihelin. Dîsa jî ya herî baş ew bi xwe dê bîne ziman. Em dikarin bibêjin xwedî nêzikatiyeke ku ji rewşa pevçûnan dûr were sekinînin, bi baldarî nêzî hesasiyetên Tirkiyeyê bibin û helwesteke ku xwe dispêre demokrasiyê û pêşxistina saziyên demokrasiyê. 
 
Tişta ku dikeve ser milê Abdullah Ocalan pêk anî û ger bangewaziya ku her kes li bendê ye bike, hûn bendê ne çi biguhere?
 
Em nikarin helwesta birêz Erdogan û helwesta birêz Bahçelî ya van demên dawî û partiyên siyasî yên din ku helwesteke redkirinê nîşan nadin, nedîtî bên. Ger em li ser vê axê hezar saleke din wek xwîşk û bira li ser vê axê bijîn –ku ev feraset dê li her kesî bide qezenckirin- divê em hemû guhertin û veguhertina zîhniyetê pêk bînin. Beriya her tiştî divê feraseta xwedîderketina vê pêvajoyê û îradeya siyasî ku îradeya çareseriyê tîne ziman şênber bibe. Pêwîst e rêveberiya demokratîk, zimanê lihevkirina demokratîk, azadiyên çandî û bi giştî hiqûqa demokratîk were pêşxistin. Bêguman li bendê mayîna ku bila devlet hemû guhertinan pêk bîne dê helwesteke ne  rast be. Lêbelê, tê hêvîkirin ku dewlet û îktîdar ji bo lêgerîn û nîqaşên van pirsgirêkan bingehîn a demokratîk neyên sînorkirin, lê dijî wê bila wan teşwîq bikin. Heke pêvajo bi serfirazî pêşve biçe, ev rêyek dirêj e ku ji bo vê hewldan hebin. Lê ya herî girîng, di vê rêya nû de em dikarin bi rêbazên siyaseta demokratîk pêş ve biçin.
 
Têkildarî bidawîkirina tecrîdê gelo tu amadekarî hene?
 
Careke  din derket holê ku rastiya tecrîdkirina Ocalan, di pirsgirêka Kurd de çareseriyeke rast a siyasî derxistiye holê. Ev rastî nêzîkatiya tendurist a li hember wî derdixe holê, jixwe rastiya jiyanê jî vê îfade dike.   Armanca bingehîn a tecrîdê ew e ku ev rastî neyê dîtin û ziman. Ger niha ji aliyê lîderên Tifaqa Cûmhûr ve jî ev bang hatibin kirin wê demê tu wateya pergala tecrîdê nemaye. Dewamkirina tecrîdê tê wateya berevajîkirina pêvajoyê. Bi pêşketina vê pêvajoyê ve divê pergala Girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibe.
 
 
Ger bi rastî jî dixwazin Ocalan rola xwe bi cih bîne, divê şert û mercên ku ew hevdîtan pêk bîne, nîqaşan bike, xwe bigihîne agahiyan û ragihandinê bir bîne bên afirandin.
 
Di vê mijarê de amadekariya cidî heye, asta wê çi ye em nizanin, lê divê ligel bangewaziyê divê derfetên ku bikaribe bi awayekî azad û ewle xebatan bike bên afirandin. Ji bo selameta pêvajoyê muxatabiya wî ya azad û wekhev pir girîng in. Divê şert û mercên lezgîn û tendurist bikevin dewreyê. Birêz Ocalan dizane ku bingeheke vê heye. Di  demên borî de dema Ozal xwest hevdîtinan pêk bîne Qanûna Daxistinê ya bi Şert derxistibû. Erbakan dema bi armanca hevdîtinan name amade kiribû, pêşniyar kiribû ku 5 salan qedexeya siyasetê hebe. Birêz Bahçelî jî ev pêwîstî wek ‘pêkanîna mafê hêviyê’ anî ziman û xwestibû birêz Ocalan were meclîsê û bangewaziyê bike. Bêguman sedemên şênber ên van daxwazan hene. Ma mirov bendê ye ku meseleyeke evqas tevlihev bi bangewaziyekê bi encam bibe? Ger bi rastî jî dixwazin Ocalan rola xwe bi cih bîne, divê şert û mercên ku ew hevdîtan pêk bîne, nîqaşan bike, xwe bigihîne agahiyan û ragihandinê bir bîne bên afirandin. Di mînakên cîhanê de jî hatiye dîtin ku dema çareseriyên bi vî rengî heta şert û mercên girtîgehê neguherin, heta xebata azad neyê kirin ne li bendê ne ku bangewazî bên kirin. Lê tiştek wiha jî heye, tecrîd tenê pêkanîneke girtîgehê nîn e. Bersivdayîna banga Ocalan jî herî kêm bi qasî tecrîdê girîng e.
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû