Li pêşiya şaredariyê protesto: Em ê rê nedin xespkar û dizan!

  • rojane
  • 10:29 11 Sibat 2025
  • |

WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal di çalakiya li pêşiya avahiya şaredariyê de gotin ew ê rê nedin “xespkar û dizan” û wiha gotin: “Em ê îradeya milyonek û 200 hezar Waniyan bi serfirazî biparêzin.”

Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da. Bi cezayê re gel li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kom bû û dirûşmên “Zeydan rûmeta me ye” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz dikin. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî banga piştevaniyê li xelkê bajar kir. 
 
Li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
'BIRYAR LI GORÎ FERMANÊN ÎKTÎDARÊ HATE DAYIN’ 
 
Hevşaredar Abdullah Zeydan di daxuyaniyê de wiha got: “Kesên nikarin serî bi gel bibin hewl didin bi rêya kompasên darazê îrade gel xesp bikin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê jî nexwestin mazbataya me bidin. Hewce nake em ji gelên Tirkiyeyê re bibêjin bê ka hiqûq çiqasî di bin fermana îktîdarê de ye. Edalet tune ye, hiqûq tune ye, destûra bingehîn tune ye. Tenê darazeke ku daxwaz û fermanên îktîdara siyasî bicih tîne heye. Di biryarên DMME’yê yên ku Tirkiye mehkûm kiribûn de jî hatiye piştrastkirin ku ev doz dozên kompasê ne û dozên siyasî ne. Cezayeke îro bi hinceta ‘teşebisê’ hatiye dayin, cezayeke siyasî ye. Raporên kesên pispor, îfadeyên leşkeran nîşan dan ku ev dozeke kompasê ye. Dixwazin careke din îradeya gel xesp bikin û bi bingeha vê amade bikin. Ji bo vê jî li ser daxwaza îktîdara siyasî cezayeke derhiqûqî hate dayin. Yên ku bêyî şerm bikin dixwazin îradeya xelkê Wanê xesp bikin, bo xwe ders ji xwedîderketina xelkê Wanê ya di 31’ê Adarê de ya li îradeya xwe, hiqûq û edaletê negirtin. Weke xelkê Wanê, weke kesên ji demokrasiyê, hiqûqê, edalet û îradeya gel bawer, em ê bi serfirazî îradeya gelê Wanê û edaletê biparêzin.” 
 
BANG: EM XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN
 
Bi domdarî Zeydan anî ziman ku wan nelirêtiyên qeyûman ên 8 salan derxistine holê û wiha pê de çû: “Me xebatên di dema qeyûman de nehatin kirin di nava 10 mehan de kir. Ez careke din bang li kesên destên xwe vekirin û li benda xespkirina vîna gel sekinîn dikim; ev zîhniyeta ku li ser sindoqê nekarî serî bi îradeya milyonek û 200 hezar Waniyan bibe, hewl dide îradeya gel xesp bike. Heke hûn bibêjin em ê bi rehetî vîna milyonek û 200 hezar kesan desteser bikin, hûn xwe dixapînin. Ji roja ewil ve me got, îradeya her kesî, heysiyeta wî/wê ye. Em ê îradeya milyonek û 200 hezar Waniyan bipaêzin û xwedî lê derkevin. Ez li vir bangî civaka xwedî wijdan û yên ji edalet û hiqûqê bawer ên Tirkiyeyê dikim; neheqiya li vir hatiye kirin li ber çav e. Tu bingeheke vê derhiqûqiyê tune ye. Me her tim got ku bêhiqûqî, bêedaletî û zilma li vir tê kirin dê sibe li we vegere. Lewma jî em bang li her kesî dikin ku li dijî vê bêedaletiyê li rex demokrasî û edaletê cih bigirin. Parastina îrade, rûmet û heysiyeta xwe ya li dijî van sepanên dijdemokratîk, deynê stûyê me ye. Ev şaredarî, rûmet û heysiyeta milyonek û 200 hezar Waniyan e. Em ê xwedî li vê îradeyê derkevin û banga xwedîderketinê li her kesî dikin. Em rê nedin van xespkar û dizan.” 
 
ŞEDAL: EM Ê DESTÛRÊ NEDIN
 
Hevşaredar Neslîhan Şedal jî wiha got: “Îktîdara AKP’ê hewl dide bi rijandina xwîna gelê Kurd, bi xespkirina destkeftiyên gelê Kurd û îradeya gelê Kurd xwe li ser pêyan bigire. Dixwaze bi rêya van polîtîkayên qirêjî xwe li ser pêyan bihêle. Li tu devereke cîhanê gotina ‘ez aştiyê dixwazim’ sûc nîne. Di çi exlaq, pirtûk û baweriyan de daxwaza aştiyê sûc nîne. Lê belê di pirtûk, bawerî û exlaqê AKP’ê de şer heye, dizî heye, nelirêtî heye, talan û xespkirina vînê heye. AKP a ku ev 3 serdemin îradeya gel xesp dike êdî li ber tunebûnê ye.” 
 
Neslîhan Şedal, wiha domand: “Rêberên me niha di bin tecrîdê de ne. Gundên me hatin şewitandin û cenazeyên dayikên me bi hefteyan hatin sekinandin. Em hatin sirgunkirin, her roj hatin qetilkirin û bajarên me hatin qedexekirin. Lê çi bû; bi milyonan kes li dijî vê zilmê rabûn ser pêyan. Li her parçeya Kurdistanê şoreş dibe û em îro jî li ser pêyane û li ber xwe didin. Destkeftiyên me roj bi roj mezintir dibin û em mirûzê xwe nexweş nakin. Ya ku dê winda bike AKP ye, ya ku bêhn lê çikiyayî AKP ye. Îktîdara AKP’ê li dijî gelê Kurd ku pir nêzî statuya xwe bûye, polîtîkayeke nefretê ya mezin dide meşandin. Hêj jî îradeya gel xesp dike û Kurdan qetil dike. Tu tiştekî nekarî pêşî li ber bihêzbûna îradeya me bigire. Îro careke din dixwazin destkeftiyên gelê Kurd û îradeya wan xesp bikin. Lê bila soz be ku em ê rê nedin wan. Xelkê Wanê, ciwanên Wanê û jinên Wanê dê rê nedin vê.” 
 
Gel hêj jî li ber avahiya şaredariyê disekine. 
 
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû