Necla Demîr: Dixwazin çapemeniyê veguherînin amûra propagandayê ya dewletê

  • rojane
  • 11:30 11 Sibat 2025
  • |
img

STENBOL - Rojnameger Necla Demîr ku girtî ye, diyar kir ku rojnamegerên divê bibin çav û guhê gel bi gefa girtinê re rû bi rû ne û got: “Bi eşkereyî û bi lezûbez dixwazin çapemeniyê veguherînin amûra propagandayê ya dewletê.” 

Rojnameger Necla Demîr Arvas di 17’ê Çileyê de li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de di serdegirtina malê de hate binçavkirin û di 20’ê Çileyê de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Necla Demîr ku niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand. 
 
Necla Demîr, di nameya xwe ya bi sernavê “Xerabiya jirêzê ya li dijî rojnamegeran” de got ku ew ne bi nihêrtina manşetên rojnameyan lê bi girtina rojnamegeran dest bi roja xwe dikin. Di nameya xwe de Necla Demîr Arvas wiha got: “Êdî me fragmana gelo êdî dikare çawa xerabtir bibe, dikarin çiqas zêdetir zêdegaviyê bikin jî derbas kir. Rojnamegerên ku di pêvajoyên kaotîk û nîqaşan de herî zêde serî lê were dayin, îro bi sedemên cur bi cur tên krîmînalîzekirin û heke gotin di cih de be dixwazin pîşeya rojnamegeriyê tune bihesibînin. Li erdnîgariyên ku şer û krîz lê kûr dibin, komkujiyên jinan lê tên kirin û her cureyên xerabiyê êdî di nava civakê lê bûne mijarên jirêzê, rojnamegerên ku divê bibin guh û çavên civakê îro bi gefa ‘girtinê’ rû bi rû ne. Rêbaza kesên ji rastiya ku fikra azad û heqîqet nayê hefskirin dûr jî her tim dibe hewldana bêdengkirina çapemenî û dengê wê yê mafdar. Di şexsê kesên bi eşq û xwesteke mezin girêdayî rojnamegeriyê û rojnamegeriyê tenê ne wek pîşeyekê dibînin de diyar dibe ka ev hewldanên wan çiqas neserketî ne...” 
 
'DIXWAZIN ROJNAMEGERIYÊ TUNE BIHESIBÎNIN’ 
 
Bi domdarî di nameya xwe de Necla Demîr anî ziman ku hewldana ji bo tunekirina rojnamegeriyê heye û wiha pê de çû: “Dixwazin pergaleke wisa ava bikin ku her kesên dipirsin û peywira venihêrîna pênûs bicih bînin hedef nîşan bidin. Rojnamegerên ku di serdema nû de weke ‘hedef’ tên nîşan dan divê ji her demê bêhtir xwedî li pîşeyê û rûmeta pîşeyê derkevin. Êdî ne tenê xerabiyeke li dijî Çapemeniya Azad û çapemeniya muxalîf e. Êdî ew sînor derbas kir. Nediyare êdî dê di danê sibehê de li deriyê kîjan rojnamegerî/ê were xistin. Di rewşeke wiha de êdî dema wê hatiye ku kesên dibêjin ‘tişta ku zirara wê ji min re bila her hebe’ êdî dengê xwe derxînin û ev dem derbas jî bûye.” 
 
ZEXTÊN SER ÇAPEMENIYÊ 
 
Necla Demîr Arvas, di berdewamiya nameya xwe de wiha got: “Bi rastî jî li vî welatî zengil ji bo kê lê didin? Rojnameger, rewşenbîr, nivîskar, ciwan, jin û hwd li ser civakeke pir mezin zextekî giran heye. Di rewşeke wiha de ji bilî heqîqetê rojnamegerek dikare xwe bispêre çi? Bi eşkereyî û bi lezûbeziyeke mezin hewl didin çapemeniyê veguherînin amûreke propagandaya dewletê ku tenê daxuyaniyên fermî parve bike. Her roj herî kêm 4-5 jin tên qetilkirin, zarokên tên kuştin diavêjin rûbaran, aqûbeta gelek jinan tê veşartin. Di rewşeke wiha de nîqaşên li ser van bûyeran asteng dikin û weke sûc nîşan didin. Ev helwest, helwestekî sosret e. Di serî de krîza aborî, krîza siyasî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Di demeke wiha de aqilê siyasî amûrên tundiyê li Tirkiyeyê xistiye meriyetê û di vê rewşê de weke karê ewil rojnamegeran hedef digire. Lewma jî hedefgirtina rojnamegeran belasebeb nayê kirin... 
 
DIXWAZIN BEDELA WÊ ROJNAMEGER BIDIN 
 
Hîmên bingehîn ên civaka nû ku dixwazin ava bikin tên danîn (perwerde, malbat, tenduristî, aborî û hwd) û çapemenî jî van yek bi yek teşhîr bike. Lewma jî ‘Şûrê Demokles’ wisa bi awayekî rasthatî ser serê rojnamegeran na gerînin. Êdî tekane binegha ku îktîdara ku êdî nema dikare hilberîne xwe dispêrê tunehesibandina rastiyê, astengkirin û xistina dewrê ya amûrên zextê ye. Di rewşeke wiha de dixwazin bedela wê bi rojnamegeran bidin dayin. Nivîsandina weke ku di rastiya welêt de ewqas tişt neyên jiyîn jî bûye peywira sereke ya medyaya tetîkkêş. 
 
PEYWIRA DIKEVE SER MILÊ ÇAPEMENIYA AZAD
 
Peywir û berpirsyartiya çapemeniya azad û çapemeniya muxalîf a li dijî vê rewşa xeternak jî zêde dibe. Bi qasî av û nan pêdivî bi rê û rêbaza berterafkirina van ‘xerabiyên jirêzê’ yên li dijî rojnamegeriyê heye. Di rewşeke wiha de gelo ma inyeta we nîne hûn van zengilên bênavber lê didin bêdeng bikin? 
 
Silav û hezkirinên xwe ji bo hevalên bi keda xwe xebatan hîn bêhtir binirx dikin dişînim...” 
 
JI BER ROJEVÊN JINAN TÊ SÛCDARKIRIN 
 
Rojnameger Necla Demîr Arvas ji 20’ê Çileyê ve girtî ye. Îdianameya der heqê Necla Demîr de hatiye amadekirin ku ji 53 rûpelan pêk tê, ji hêla 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de bernameyên bi mijarên 25’ê Mijdarê, komkujiyên jinan, tecrîd, binpêkirinên mafan û budçeyê weke sûc hatin nîşandan. Danişîna ewil a Necla Demîr Arvasê dê di 16’ê Nîsanê de bê lidarxistin. 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû