RIHA - Di serdegirtina malê ya li navçeya Pirsûsê de jinek hate binçavkirin. 
	Di serdegirtina malê ya li gundê Ûçpingar a navçeya Pirsûsê ya Rihayê de jina bi navê Yasemîn Ozberk hate binçavkirin. Hat zanîn ku Yasemîn Ozberk di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de hate binçavkirin û birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê. 
	Agahî nedan malbatê bê ka Yasemîn Ozberk ji ber çi hatiye binçavkirin. 




