Margaret Owen: Heya Ocalan azad nebe em ê nikaribin li ser aştiyê biaxivin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen a ku beşdarî kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bû got: "Heta ku Ocalan azad nebe, em nikarin li ser aştî û muzakereyan diyalogê ava bikin."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi hevkariya hêzên emperyalîst ên navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di ser vê pêvajoyê re 26 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de bi tecrîda giran hat xwestin ku Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin. Lê tevî şert û mercên tecrîdê jî, ramanên ku wî pêş xistine, bandor li gelek beşên gel û baweriyên cuda kiriye.
 
Parêzer û parêzvana mafên mirovan Margaret Owen a ji Îngilistanê yek ji van navan e. Margaret Owen ew kese e ku bi salan e ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û li dijî tecrida li ser Abdullah Ocalan înîsiyatîfê digire. Endama Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê ye û di heman demê de beşdarî kampanyaya cîhanî ya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dibe.
 
'RÊBEREKÎ AWARTE YE'
 
Margaret Owen der barê tecrîd û têkoşîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de got: "Ocalan rêberekî mêr ê herî awarte yê nijada mirovan e. Berê tu carî rêberekî mêr ku îşaret bi çavkaniya pevçûnan, newekheviyê û xizaniyê bike û bal bikişîne ser eciqandina jinan çênebûye. Ew yeke mêr e ku dibêje 'divê em ji mêrê serdest xelas bibin.' Eciqandina jinan, hemû civakê û mêran dieciqîne. Fikirên Ocalan ên piralî, azadîxwaz pir girîng in. Ev ji bo me hemûyan model e, lê di heman demê de ji bo gelek dewletên vê naxwazin jî tehdîd e. Ev dewlet jî bi piranî, dewletên nijadperest û dijminê jinan e." 
 
'DIVÊ AZAD BE'
 
Margaret Owenê diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan "îşkence ye" û got ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî vê rewşê wekî "îşkence"yê bi nav kiriye. Margaret Owenê got: "Heta sala çûyî, em nebawer bûn ku ew sax e yan na. Ji ber ku ne parêzer û ne jî malbata wî nikaribûn wî bibînin. Pir xweş bû ku em zanin ku ew sax e û peyaman dide. Ji her demê girîngtir e ku ew were berdan da ku bikaribe bibe parçeyek ji diyalogê. Ji ber ku heya ew azad nebe, wê diyalog û muzakere çênebin. Mandela û tiştên li Başûrê Afrîkayê qewimîn tên bîra me. Ji bo diyalog çêbibe diviyabû Mandela bihata berdan. Kampanyaya ji bo azadiya Ocalan berdewam dike û niha ji ber rewşa xeternak a li Sûriyeyê divê em bêtir li ser vê hûr bibin." 
 
'DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER BÊ NASKIRIN'
 
Margaret Owen bal kişand ser wê yekê ku welatên din ên Ewropayê, bi taybetî Îngîltere, ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re guh nedane daxwazên Ocalan û wiha got: "Ev nîşan dide ku em xwepêşandanên xwe xurtir nekin. Ji ber ku eger em azadiya Ocalan nebînin, ev tê wateya ku em ê xwenegihandina aştiyê jî nebînin. Ger em destûr bidin ku Sûriye ji aliyê cîhadiyan ve were rêvebirin -em dizanin HTŞ'ê li Îdlibê çi kirine- em Sûriyeyeke ku ji Afxanistan an jî Lîbyayê xerabtir bibînin. Lewma ji bo Sûriyeyê, ji bo tevahiya herêmê û cîhanê, hêvî serbestberdana Ocalan e. Naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."
 
'DIVÊ EM BÊTIR BIXEBTIN'
 
Margaret Owen da zanîn ku ev nêzî 20 sal in rexne û pirtûkên Abdullah Ocalan dixwîne û got: "Hê jî ez bi kesên ku qet wî nebihîstine dibînim. . Ji ber vê yekê divê em hîn zêdetir bixebitin. Ez hez dikim ku nivîsên wî di bernameya perwerdehiyê ya li her welatê cîhanê de cih bigirin. Ji ber ku ev hemû der barê em dikarin çawa bi hev re bijîn de ne. Heya 5 hezar salan diçe. Dema ez li zanîngehê mirovan nas dikim ez mat dimînim; ez ji wan dipirsim ku Ocalan bihîstine yan na. Nizanim Murray Bookchin ê ku bandoreke mezin li fikirên wî kiriye bihîstine yan na. Nizanim hay ji şoreşa jinê ya kurd hene yan a. Ev di pergala me ya perwerdehiyê de tune ye, lê divê hebe. Divê ji bo ciwanan bibe îlham û divê em bala wan bikişînin. Divê em di warê aştî, edalet û wekheviya Ocalan de ciwanan perwerde bikin." 
 
'PARADÎGMAYA WÎ TIŞTEKÎ NUWAZE YE'
 
Margaret Owenê anî ziman ku paradîgmaya "demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê" ya Abdullah Ocalan gelekî bandor li wê kiriye û wiha got: "Em li ku derê cîhanê bin jî, ji ber rewşa global û krîza avhewayê em bi wêrankirina gerstêrka xwe re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê ev paradîgma ji bo gelên herêmê firsendeke mezin e û ev yek ji bo gelên herêmê fersendeke mezin e û rawestandina navendîparêza tirsnak e. Ji bo mirov bên cem hev, xurtkirin tiştekî pir baş e. Pergaleke ku di mekanîzmaya biryargirtinê de jin û mêr li cem hev in, pergala hevserokatiyê heye. Ev tiştek nuwaze ye." 
 
Margaret Owenê wiha dewam kir: "Tu kes nikare bi zimanê ku ew (Ocalan) diaxive biaxive. Hebûna Trump li Dewletên Yekbûyî pirsgirêkek mezin e. Divê em hemû werin cem hev da ku xwe ji karesata ku rêveberiya Trump çêbike biparêzin. Fikrên wî yên berfirbûnê, tiştên ku li ser Xezeyê dibêje, dibe ku bi cih werin. Her wiha kesên wekî Pûtîn jî, xwestekên xwe yên narsîst dixin pêşiya jiyana bi hev re ya mirovan. Dîtinên mezin ên Ocalan ên der barê pêşerojê de hene. Ez bawer dikim ku wê mirov guh bidin wî. Ger ew derkeve û bixwazin û ger em hemû bibin olana dengê wî, wê baş be." 
 
MA / Hîvda Çelebî 

Sernavên din

19/02/2025
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin
21:03 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin
16:42 Konseya Bajar a Amedê xwest qanûna qeyûm bê betalkirin
16:35 YNK’ê piştî hevdîtinê daxuyanî da: Tekan rêya çareseriyê diyalog e
16:34 Li dijî serdegirtinan polîsan nobeta çand û hunerê
16:16 MKG’ê bertek nîşan da: Rojnamegerên binçavkirî berdin
16:14 Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ji NY’ê re name şandin
16:14 Êrişa ser Newroz Uysal hate şermezarkirin
15:53 Şande çû serdana Rojnewsê
15:53 'Ma mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Wanê tune ye?’
15:30 Bakirhan: Banga Ocalan dê bibe ‘Nexşerêya’ pêvajoyê
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan