Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim

  • rojane
  • 09:11 12 Sibat 2025
  • |
img

STENBOL- Hasan Karapinar ê ku di girtîgehê de pençeşêra lenfê dubare lê peyda bû û paşê bi cezayê hepsa malê hat berdan, got: "Ez mafekî dixwazim." 

Nexweşê penceşêra lenfê Hasan Karapinar di 6'ê Sibata 2024'an de bi hinceta çalakiya çekdarî ya ji aliyê DHKP/C'ê ve li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Karapinar piştî demekê li Sîlîvriyê ma, di 20’ê Îlona 2024’an de sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê û ji wir jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê hat kirin. Karapinarê ku di wexte sewqî nexweşxaneyê dnehat kirin û sûd ji mafê dermankirinê negirt, piştî rapora "nikare li girtîgehê bimîne" a Saziya Tipa Edlî (ATK), di 27'ê Kanûna 2024'an de bi cezayê malê hat berdan.
 
Karapinar bal kişand ser astengiyên li pêşiya dermankirina wî. 
 
NEXWEŞIYA WÎ LI GIRTÎGEHÊ DÎSA ZÊDE BÛ
 
Karapinar diyar kir ku dema tedawî dibû di 22'yê Cotmeha 2021'ê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û destnîşan kir ku heta Sibata 2022'yan sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Karapinar anî ziman ku tedawiya wî di 3'yê Hezîrana 2022'yan de dest pê kiriye û di 23'yê Hezîrana 2022'yan de hatiye tehliyekirin û got ku piştî tehliyeyê bi temamî sax bûye. Karapinar anî ziman ku piştî ku ji ber çalakiya Çaglayanê cardin hatiye girtin nexweşiya wî li girtîgehê dubare bûye û got: "Wekî gelek girtiyên azad ji ber nasname û ramanên min ên şoreşgerî, pêşî ez girtim, tecrîd kirin, piştre jî xwestin bi nexweşînê min teslîm bigirein. Hat asta ku 'dest ji ramanên xwe berde, paşê em te derman bikin.' Ez du caran hatim sirgûnkirin; piştî girtina min bi 10 rojan ez ji Sîlîvriyê sirgûnî Girtîgeha Kandirayê hatim kirin, min pêvajoya tedawiyê tam da destpêkirin, lê di 20’ê Îlona 2024’an de ez sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê kirim."
 
Karapinar diyar kir ku dema çûye nexweşxanê ji ber ku bijîşkê li girtîgehê sewqê taloq kiriye û muayeneya kelepçekirî li nexweşxaneyê hatiye sepandin, tedawiya wî bi derengî ketiye. Karapinar got: "Piştî du mehan dîsa sewqî nexweşxaneyê kirin. Dema em çûn, bijîşk ev hûrgulî ragihandin; 'Piştî kemoterapiyê salek dê PET bê girtin, ev prosedur e. Veguheztina min a nexweşxaneyê di meha Tîrmehê de çar caran hat betalkirin. Paşê, sewqa min careke din hat betalkirin. Xwestin ez bi awayekî kelepçekirî têkevim amûra ulstrasyonê, min qebûl nekir. Dema ku ez cara sêyem hatim, di 16'ê Îlonê de min PET girt û di 20'ê Îlonê de ez sirgûn kirim. Li wir malbateke min a ku xwedî li min derdiket hebû, hevalên min dihatin. Nexwestin kes xwedî li min derkeve û ez sewqî cihekî dûr kirim. Min ji malbata min, ji dadgeha ez lê dihatim darizandin dûr xistin." 
 
Karapinar anî ziman ku Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê ya ku herî dawî sewqiî wê hatiye kirin ji aliyê tenduristiyê ve girtîgeha ku herî zêde pirsgirêka girtiyan lê heye û got: “Her cure ferzkirin hene. Girtî 3 sal in nikarin ji girtîgehê derkevin. Di lêgerîna li hundirê dev û pêlavan de pirsgirêkan derdixin, bi rîngekê dîtin û ferzkirina du kelemçeyan heye. Di dema muayeneyê de kelemçeyê dernaxin û leşker li cem girtiyan hene. Ligel vê ji min û hemû girtiyan re gotin 'madem tu doza heqê xwe dikî, em ê te wiha qetil bikin.'" 
 
Karapinar anî ziman ku tişta ku hatiye serê wî parçeyek ji polîtîkaya tecrîdê ye û Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê jiyana xwe ji dest da bi bîr xist. Karapinar bilêv kir ku destûr nayê dayîn ku girtî sûdê ji mafê aramiyê bigirin û nahêlin girtî rojên xwe yên dawî bi malbatên xwe re derbas bikin. 
 
‘EZ MAFEKÎ DERMANKIRINÊ YÊ BIRÛMET DIXWAZIM'
 
Karapinar anî ziman ku di hepsa malê de her dem sînordarî heye û destnîşan kir ku ew bêyî destûra dadgehê nikare ji malê derkeve û got: “Di 6’ê Çileyê de neçar mam cara duyan kemoterapiyê bibînim û ji bo vê jî diviyabû min nexweşxane bidîta. Ji ber ferzkirinan heta niha ez di peydakirina nexweşxaneyê de zehmetiyê dikişînim. Diviyabû di 6'ê Çileyê de biçûma nexweşxaneyê, lê bêyî destûra dadgehê min nikarîbû ji malê derkeve. Dadgehê 6’ê Çileyê saet di 15:00’an de destûr da û ji ber ku ez negihaştimê, razana min a li nexweşxaneyê çênebû. Ji bo kemoterapiyê 15 rojan li nexweşxaneyê mam, me 3 caran ji dadgehê destûr girt. Di vê pêvajoyê de, roja dadgeha min hebû û min nekarî biçim dadgehê; ez ji bo ku ji dadgehê destûrê bistînim diçim nexweşxaneyê, lê ji ber ku ez nikarim ji nexweşxaneyê derkevim nikarim biçim dadgehê. Di rewşeke wiha aloz de jî biryar hat girtin ku hepsa malê bidome. Her ku ez ji malê derdikevim kesek telefon dike û dibêje 'Navnîşan cihê xwe ji min re bişîne, em ê werin kontrol bikin.' Dema ez çûm nexweşxaneyê polîs 24 saetan li ber derî sekinîn. Girtina malê rê li her tiştî digire, ez tenê mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim." 
 
Karapinar anî ziman ku der barê girtiyên nexweş de pêwîstî bi hesasiyeteke zêde heye û got: “Divê em vê yekê zêdetir bînin rojevê û li hev kom bibin. Divê were dîtin ku sedema sereke ya vê yekê, tecrîd bi xwe ye. Ger em li dijî van dernekevin em ê di pêşerojê de bi tiştên xerabtir re rû bi rû bimînin. Divê em zanibin ger em têkoşînê mezin nekin û mafên xwe neparêzin dê mirin zêdetir bibin. Îro ketina girtîgehan pir hêsan e. Em hemû dikarin bi van re rû bi rû bibin. Divê em têkoşînê berfirehtir bikin û zêdetir doza mafên xwe bikin. Divê em li cem hevalên xwe yên di girtîgehê de bin; divê em li hal û wextê wan bipirsin, divê em ji wan re binivîsin." 
 
MA / Yeşîm Tukel

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû