Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng

  • rojane
  • 09:16 12 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Bi daxuyaniya Rêber Apo re dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Her tişt dê bi daxuyaniyekê pêk neyê û her tiştî dê tenê Rêber Apo neke. Çawa ku pirsgirêk ya me hemûyan be, berpirsyarî jî ya me hemûyan e.” 

Xebatên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di 28’ê Kanûna 2024’an û di 22’yê Çileyê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir, didomin. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 16’ê Sibatê de li Hewlêrê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive. Şande, dê di 17’ê Sibatê de jî li Silêmaniyeyê bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Kubat Talabanî û rayedarên YNK’ê re hevdîtinê bikin. Li aliyekê xebatên şandeyê didomin û li rexa din jî li bendê ye ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê daxuyaniyeke dîrokî bide. 
 
PKK’Ê DAXUYANÎ DA
 
PKK’ê jî têkildarî pêvajoyê daxuyaniyeke girîng da. Daxuyanî bi boneya 26’emîn salvegera komploya navneteweyî hate weşandin. Li gorî daxuyaniya li ser malpera ANF’ê hatiye weşandin, wiha hate gotin: “Em ketin 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û perlaga Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê.  Ev 26 sal in bi pêşengtiya Rêber Apo, Tevgera me ya Azadiyê, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk li hemberî komplo û pergala Îmraliyê bi lehengî li ber xwe didin. Di encama vê berxwedana dîrokî de ku bi şîara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin” tê meşandin, zêdetirî 30 şehîdên me çêbûn. Bivê berxwedanê ku ev 26 sal in girêdayî xeta şehadetan tê meşandin, Komploya Navneteweyî bi her awayî hatiye şikandin û perlaga Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê têk çûye.
 
BAL KIŞAND SER ‘GUHERÎNÊ’ 
 
Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “A niha di salvegera 26’emîn de di encama vê berxwedana mezin de ku ji aliyê Rêber Apo, gelê me û dostên me ve tê meşandin, diyar e dê pêşketinê nû rû bidin. Bi vê berxwedana mezin ya 26 salan û bandora şerê cîhanî yê sêyemîn ê li Rojhilata Navîn êdî êrîşa Komploya Navneteweyî û pergala Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê bi temamî hatiye teşhîrkirin û şikandin û perçekirin. Êdî ev pergal û êrîşên neheq, bêedalet û hovane tên derbaskirin; tu kes xwedî li pergala berbehs dernakeve û xwediyên wê jî êdî nikarin ji bin barê wê derkevin. Di salvegera 26’emîn de di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hemû cîhan li benda derketina Rêber Apo ya nû û destpêkeke nû ye.
 
Wisa dixuye ku ger aloziyeke cidî û destwerdaneke derbeyî pêk neyê wê ji aliyê Rêber Apo ve pêvajoyeke nû, ji bo her kesî pêvajoya veguherîn û jinûveavabûnê dest pê bike.  Dê PKK û gelê Kurd biguherin, dewleta Komara Tirkiyeyê biguhere, Rojhilata Navîn û hemû cihan biguherin. Bila dewlet netirse; Rêber Apo û gelê Kurd dê dewletê xirab nekin, dê girêdayî demokrasiyê bi awayekî zelal ji nû ve ava bikin. Bila civaka Tirkiyeyê netirse; Rêber Apo û gelê Kurd wê Tirkiyeyê perçe nekin, girêdayî azadiya gelê Kurd dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebitin.  Hewlên Rêber Apo û gelê Kurd ên têkildarî azadî û demokrasiyê, wê ne li Rojhilata Navîn û cîhanê ne li hemberî tu kesî bin; dê ji bo her kesî berjewendiyên demokratîk werin esasgirtin.”
 
'PIRSGIRÊK A ME TEVAN E, BERPIRSYARÎ YA ME HEMÛYAN E’ 
 
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Diyar e ku li gel daxuyaniya Rêber Apo ya tê hêvîkirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Bêguman her tiş dê bi daxuyaniyekê pêk neyê û her tişt dê ji aliyê Rêber Apo ve neyê kirin. Weke ku pirsgirêk ya me hemûyan e, berpirsiyarî jî ya me hemûyan e. Divê her kes di vê pêvajoya nû de erk û berpirsiyariyên xwe rast fêm bike, xwedî lê derkeve û di pratîkê de bi cih bîne. Pêvajoya nû dê bi bendewariyan jî daxwazan pêk neyê; berovajî wê dê bi têkoşîn û xebatên zanedartir û birêxistinbûntir ser bikeve.
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû