Rojnameger Germiyanî: Li dijî qetilkirina rojnamegeran pêdivî bi helwesteke navneteweyî heye

  • rojane
  • 09:09 13 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Baran Germiyanî diyar kir ku li Herêma Federe ya Kurdistanê xetere li ser jiyana rojnamegeran heye û got: “Lewma gelekî girîng e ku li dijî van êrişan helwesteke navneteweyî were nîşandan.” 

Li Rojhilata Navîn aloziya şer her ku diçe kurtir û girantir dibe. Di şer de rojnamegerên ku dixwazin rastiyê bi raya giştî re parve bikin, hedef tên girtin.  Li gorî daneyên IFJ û RSF’ê, di sala dawî de li Kurdistanê û Filistinê 102 rojnameger hatin kuştin. Li gorî daneyên MKG û DFG’ê jî di 2 salên dawî de li Kurdistanê 9 rojnamegerên Kurd hatin kuştin. Li gorî raporan di 5 salên dawî de li Kurdistanê 13 rojnamevan di êrişên Tirkiyeyê yên hewayî de hatin kuştin. Li gorî daneyan herî zêde jî li Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnameger di xetereyê de ne û herî zêde rojnameger li van herêman hatine qetilkirin. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19'ê Kanûnê de li Bendava Tişrînê bûn hedefa SÎHA’yên dewleta tirk û hatin qetilkirin. Herî dawî jî rojnameger Azîz Koyluoglu di 27’ê Çileyê de li Silêmaniyeyê bû hedefa SÎHA'yên dewleta tirk û hate qetilkirin. 
 
Li Herêma Federe ya Kurdistanê rojnamegerên ku rastiya herêmê radixin ber çavan di hedefê de ne û zextekî giran li ser tê kirin. Rojnameger Baran Germiyanî der barê êrişên li ser rojnamegeran ên li herêmê axivî.
 
'PDK’Ê Û TIRKIYEYÊ BI DEHAN ROJNAMEGER QETIL KIRIN'
 
Rojnameger Baran Germiyanî bi lêv kir ku PDK polîtîkaya dewleta tirk a li dijî rojnamegeran li herêmê da meşandin û wiha axivî: "Li bakurê Kurdistanê li gel avakirina Tevgera Azadiya Gelê Kurd dewleta dagirker a Tirkiyeyê di salên dawî de gelek rojnamevan kirine hedefa êrişên xwe. Di salên 1990'an de xeta xayîn a PDK'ê ku hevkariya dewleta Tirk dikir, bi dehan rojnamevan û hunermend li Hewlêrê şehîd kirin û heta niha jî gorên wan winda ne. Piştî salên 2000'î jî PDK'ê bi siyaseta dewleta Tirk a li hemberî rojnamevanan birêve bir. Bi îşkenceyê, astengkirinê xwest armanc kir ku çapemeniya rast bide bêdengkirin. Li dijî rojnamegeran teror pêk anî. Ji wan mînakan hevalên Serdeşt Osman, Wedat Hisên û Soran Mameheme û çendin rojnamevanên din bi îşkenceyê qetil kirin.” 
 
'PLANÊN WAN ÊN QIRKIRINÊ DERDIXIN HOLÊ'
 
Rojnameger Germiyanî, bi diyar kir ku li herêmê bi qetilkirina rojnamegeran dixwazin ku pêşî li rastiyan bigirin û wiha got:" Di van salên dawî de dewleta Tirk û PDK'ê êrişeke nû li ser rojnamevanan li Başûr dest pê kir. Bi hevkariya xeta xayînan sala borî li Şengalê dewleta Tirk wesayîteke rojnamegeran bombardiman kir û rojnamevan Murad Mîrza şehîd xistin. Her wiha di meha Tebaxê sala borî de li nêzî bajarokê Seyîd Sadiq êrişeke din wesayîta ragihandina azad kir û Gulistan Tara û Hêro Behadîn qetilkirin.  Di 27'ê Çileya 2025'an de jî hevalê me Ezîz Koyluoglû qetilkirin. Helbet em dizanin çima dewleta dagirker a Tirk ragihandina azad li başûrê Kurdistanê dike hedef. Dewleta Tirk jî têgihîştiye ku ragihandina azad çi rolekê dilîze û çawa bûye asteng li ber pîlanên wan û hewlên qirkirinê li ser gelê Kurd. Rastiyên wan ji bo gel û raya giştî belav dikin, yanî heqîqetan derdixe holê. Ji ber vê yekê pêşengên ragihandina azad dike hedefa êrişan. Dewleta tirk hevalên me tespit dike û piştre qetil dike."  
 
'VÊ TÊKOŞÎNÊ EM Ê BIDOMÎNIN'
 
Baran Germiyanî anî ziman ku ew mirateya heqîqetê ya ku Ezîz Koyluoglu li pey xwe hiştiye ew ê li erdê nehêlin û wiha domand: "Divê dewleta Tirk vê yekê jî baş bizane, raste rojnamevan Ezîz Koyluoglû îro wek fîzîkî ne li gel me ye, lê rihê wî dê her tim bi me re be. Bi heman coş û xîretê têkoşîna ku wî ji me re hiştiye bidomînin. Eger îro Ezîzek ji me çûe wê bi dehan Ezîzên din di qada ragihandina azad de cih bigirin. Îro tevî hemû êriş û gef û hewlên ji bo bêdengkirina ragihandina azad, em berdewam in û ew hewlên wan nagihêjin encamê. Her çiqas zextên wan zêdetir bibin û êrişên wan tundtir bibin jî em ê ew têkoşîna ku me daye destpêkirin bidomînin. Em ê dengê heqîqetê bigehînin serkeftinê." 
 
'ÇIMA IRAQ Û PDK BÊDENG IN?' 
 
Baran Germiyanî bertek nîşanî bêdengiya hikûmeta herêmî û Iraqê da û ev tişt anî ziman: "Bi taybetî ji sala 1991'an ve êrişên dewleta dagirker a Tirk li ser başûrê Kurdistanê zêdetir bûn û bi sedema wan zêdetirî 700 welatiyên sivîl şehîd bûn. Bi taybetî di du salên borî de 66 welatiyên sivîl şehîd bûn û 41 yên din birîndar bûn. Îsal jî 6 welatî şehîd bûn, çar xanî wêran bûn û sê gund bi tevahî vala bûn. Yanî êriş heta îro jî berdewam in, lê bêdengiyeke mezin heye hem di asta hikûmeta herêmî de û hem jî di asta hikûmeta Iraqê de û hem jî di asta navneteweyî de. Sala borî dewleta Tirk û PDK û hikûmeta Iraqê peymaneke îmze kirin ji bo ku gelê Kurd ji nav bibin. Li vir eşkere ye ku çima helwesteke hikûmeta herêmî û Iraqê li hember êrişên dewleta Tirk nîne. Lê cihê şermê ye ku di asta navneteweyî de jî li dijî van êrişan nine. Lê em ê bikaranîna çekên kimyewîi qetilkirina sivîlan, tunekirina xwezayê û herêmê bi nûçeyên xwe teşhîr bikin û em ê dev ji vê rêwitiya heqîqetê bernedin." 
 
'LI DIJÎ KOMKUJIYA ROJNAMEGERAN HELWESTEKE NAVNETEWEYÎ' 
 
Rojnameger Germiyanî, got ku heke li dijî qetilkirina rojnamegeran di asta navneteweyî de nerazîbûn neyên nîşandan wê ev êriş zêde bibin û ev hişyarî kir: "Helbet eger rojnamevan bikaribin di rewşeke aram de karê ragihandinê bikin û rastiyan derxin holê, divê hemû qadê civakê li dijî komkujiya rojnamevanan tê kirin rawestin û êdî qebûl nekin. Heger îro rojnamevan Ezîz Koyluoglû hatibe şehîd xistin wê sibê rojnamevanekî din û hunermend û rewşenbîr û welatiyekî din bê şehîdkirin. Em rojnamager di xeterê de ne. Loma gelekî girîng e ku ku li dijî van êriş helwesteke giştî were nîşandan.  Ew helwest ne tenê di asta herêmî de divê di asta navneteweyî de bê nîşandan.”
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû