Mehmet Ocalan: Çareserî dê ji bo her kesî baş be

  • rojane
  • 11:01 13 Sibat 2025
  • |

RIHA - Mehmet Ocalan diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê bike ku her kes bêhnekê bistîne û wiha got: “Gelê Kurd ji Serok bawer e. Divê tu kes vê meseleyê îstîsmar neke û destê xwe deyne bin kevir.” 

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 26’an de ye. Abdullah Ocalan ji wê rojê ve di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Malbata Abdullah Ocalan ji sala 2014’an heta niha tenê karî 5 caran pê re hevdîtinê bike. Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de tenê 2 caran karî mafê xwe yê axaftina li ser telefonê bi kar bîne. Hevdîtina dawî ya li ser telefonê ya di 25’ê Adara 2021’ê de kin domiya û di nîviyê de hate birîn. 
 
Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê dijî, têkildarî komploya navneteweyî û tecrîda girankirî axivî. 
 
HÊZÊN KOMPLOGER
 
Mehmet Ocalan, diyar kir ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd “Roja Reş” e û wiha got: “26 sal berê di şexsê Serok de bêhiqûqî li Kurdan hate kirin. Gelek dewletan qada xwe ya hewayî girtin. Yên digotin ‘demokrasî heye’, egerên demokrasiyê cîbicî nekirin. Komploya navneteweyî di salvegera berxwedana Şêx Seîd de hate kirin. Ji bo peyaman bidin ev dîrok hilbijartin. Biryara darvekirinê jî heman dîroka darvekirina Şêx Seîd bû. Ev ne tesadif e. Girêdayî hev in. Çawa ku Kurdistan bi Lozanê kirin çar parçe, bi komploya 26 sal berê jî heman tişt armanc kirin. Ên di Lozanê de cih girtin, komploya navneteweyî kirin. Lewma pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye. Hêzên hegemon ên navneteweyî naxwazin ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser bibe. Demokratîkbûn, bi kêrî hêzên Kurdistan dabeşî 4 parçeyan kirine nayê. Serok û hevalên wî heke ev têkoşîn nedabûna destpêkirin, dê îro qala rastiya Kurd nehata kirin. Ji tuneyiyê têkoşînek afirandin û her roj mezintir bû.” 
 
'SEROK JI BO ÇARESERIYÊ DIXEBITE’
 
Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku komplo negihiştiye armanca xwe û Abdullah Ocalan li dijî komployê “berxwedaneke mînaka wê tune ye” raber kiriye. Mehmet Ocalan, wiha domand: “Pêşdîtinên Serok ên têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn xurt in. Baş dizanî ka dê çi bibe û çi biqewime. Bi ser re 26 sal derbas bûn û herî zêde min li giravê pê re hevdîtin kirin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xebitî. Lê aqilê dewletê ev nexwest û naxwaze. Tevî her tiştî jî Serok dev ji daxwaza xwe berneda.” 
 
Mehmet Ocalan, diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan jî li dijî komployê bertekeke mezin nîşan daye û çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bi bîr xist. Mehmet Ocalan, got: “Kurd li her dera cîhanê belav bûne û mafê xwerêvebirinê nadin wan. Hêzên navneteweyî ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser nebe her tiştekî dikin Kurdan jî ev yek tu carn qebûl nekir. Bertekên li dijî girtina Serok êdî derketine lûtkeyê. Gelek kesan bedena xwe şewitandin. Em naxwazin mirov bimirin lê ev îradedya wan e. Mînakeke wiha l cîhanê tune ye. Heke ne ji vê têkoşînê bûya belkî jî komplo bi ser keta.”  
 
Mehmet Ocalan, got ku berxwedana li dijî komployê hêj jî didome û wiha pê de çû: “Tecrîda 43 meh bûn didomiya bi saya vê berxwedanê têk çû. 43 mehan agahî nehatin girtin. Hêj jî bersiva serlêdanên malbat û parêzeran nadin. Li wir 4 mirov hene. Ma mafên wan tune ne? Heke hiqûq hebûya ev rewş nediqewimî. Li Tirkiye û gelek cihên cîhanê li dijî vê rewşê gel têkoşiya. Lê dewletên ji xwe re digotin demokratîk ev rastî nedîtin.” 
 
‘ÇARESERÎ DÊ BIKE KU HER KES BÊHNÊ BISTÎNE’ 
 
Di berdewamê de Mehmet Ocalan bal kişand ser hevdîtinên şandeya DEM Partiyê yên bi Abdullah Ocalan re û wiha got: “Heta niha jî navek li pêvajoyê nehatiye kirin lê erênî ye. Ez ji Serok piştrast im ku dê tişta herî baş bike. Şande du caran çû û carekê jî Omer (biraziyê wî) çû. Ev tiştekî baş e. Xebatên şandeyê didomin. Helwesta herî hişk a li dijî Kurdan a MHP û Devlet Bahçelî bû. Devlet Bahçelî hin tişt got û divê egerên wê pêk bîne. Divê aqilê dewletê cidî be. Gelê Kurd ji Serok bawer e lê ji dewletê bawer nake. Sedema vê jî tiştên berê ne. Serok gelek caran pêvajo da destpêkirin lê dewletê pêşî lê girt. Ev 8 sal in qeyûman tayîn dikin. Vîna Kurdan nas nakin. Heke pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê zirar bigihije Kurdan û hemû gelên li ser vê xakê dijîn. Bi çareseriya pirsgirêka Kurd re dê her kes bêhnekî bistîne.” 
 
'DIVÊ HER KES DESTÊ XWE DEYNE BIN KEVIR’ 
 
Mehmet Ocalan, daxuyand ku divê her kes ji bo aştiyê destê xwe deyne bin kevir û axaftina xwe wiha qedand: “Dema li Rojava şer heyî li Tirkiyeyê aştî nabe. Nazim û Cîhan rojnamegerên Kurd bûn û di destê wan de tenê pênûsa wan hebû. Herî dawî Azîz Koyluoglû qetil kirin. Ma di destê van kesan de çek hebû? Divê her kes daxwaza aştiyê bike. Serok ev 26 sal in li Îmraliyê di hucreya yekkesî de ye. Îradeya wî mezin e. Divê tu kes vê meseleyê îstîsmar neke û ji bo çareseriyê destê xwe deyne bin kevir. Her tişt bi kedê dibe. Gelê Kurd bedelên giran da. Divê ev têkoşîn hêj mezintir bibe. Heta Serok azad dibe û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk tê çareserkirin divê her kes li ser pêyan be. Bila her kes mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne û di 15’ê Sibatê de dengê xwe derxîne.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû